Radio Rojava
4.17K subscribers
16.8K photos
3.28K videos
65 files
195 links
Download Telegram
Em Fermandarê Gerîla Yê Pêşeng Koçero Ûrfa Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Rojava FM
😢2
Radio Rojava
Em Fermandarê Gerîla Yê Pêşeng Koçero Ûrfa Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin Rojava FM
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ewladê esîl ê Rihayê ku warê pîroz ê rêberên gel û pêxemberan e, kurxalê Rêber Apo, Endamê
Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrêyê me Koçero
Ûrfa 4'ê Mijdara 2019'an di erîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê
kir, şehîd bû.
Ji ber şehadeta hevrêyê me Koçero, em di serî de ji Rêber Apo, malbata wî ya hêja, xelkê me yê
Rihayê yê welatparêz û gelê Kurd bi temamî re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Koçero ku li axa pîroz
ji dayik bû, bi eşqa jiyana azad beşdarî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû. 28 salan li çiyayên
Kurdistanê û li qadên cuda bi fedakariyên mezin bênavber têkoşiya. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî,
rêxistinî û leşkerî ve bû yek ji pêşengên Tevgera Apoyî. Hevrê Koçero milîtanekî rasteqîn ê
Apoyî bû ku kesayetiya xwe ya durustî, kedkar, samîmî, dilnizm û hunera xwe mirovî gihand asta
şoreşgeriya dilopak û milîtaniya bi pîvan. Şoreşgerekî profesyonel bû ku zanîbû bibe hevrêyê
hevrêyan û li ser şopa şehîdan bimeşe. Bi têkoşîna xwe ya bi fedaîtî nirx ji gelê Kurd re afirand,
di parastina rewa de bi roleke girîng rabû û bû pêşengekî mezin ê têkoşîna me ku Tevgera Apoyî
her tim bi pêş ve dibir. Hevrê Koçero fermandarek bû ku kedeke mezin da me hemûyan û çavê
me timî li wî digeriya. Hevrê Koçera ku bandor li me hemûyan kir û em perwerde kir, ked da bi
hezaran hevalan. Lewma tenê bi serxistina têkoşînê bersiv ji keda wî re dikare bê dayin. Em soz
didin ku Apoyiyê mezin, rêberê gel, şoreşgerê profesyonel, fermandarê wêrek û qehremanê
leheng hevrê Koçero ji xwe re bikin pûsûlaya têkoşînê, armancên wî yên mezin ên ku di oxira
wan de canê xwe feda kir bi ser bixînin û hêjayî keda wî bin.
Em hevrêyê xwe, fermandarê fedaî Koçero ku di her kêliyê de û li her cihî Apoyî bi kûrahî hîs
dikir, bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û careke din ji malbata hêja ya Rêber Apo û
hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin.


Rojava FM
😢2
Agahiyên nasnameyê yên hevrê Koçero Ûrfa ê ku gihîşt şehadetê wiha ne:

Rojava FM
😢3
نعلن بكل فخر واعتزاز عن ارتقاء اثنين من أبطال قواتنا، شهداء، في أماكن وأوقات سابقة، وذلك خلال المقاومة التي خاضتها قواتنا وشعبنا ضد هجمات واعتداءات الاحتلال التركي ومرتزقته على مناطق شمال وشرق سوريا.

لقد استشهد رفيقنا “آزاد آرارات/ شيخموس أوزكان”، أثناء تصديه لهجمات الاحتلال التركي ومرتزقته على ريف منبج، فيما استشهد رفيقنا الآخر “كانيوار ماردين/ أحمد ديب” أيضاً خلال اشتباكات مع الاحتلال ومرتزقته في منبج أواخر العام الماضي.

Rojava FM
😢2
الاسم الحركي: آزاد آرارات

الاسم الحقيقي والنسبة: شيخموس أوزكان

اسم الأم: صديقة

اسم الأب: قاسم

مكان وتاريخ الاستشهاد: منبج – قرية العطشانة – بتاريخ 04 يناير/ كانون الثاني 2025

Rojava FM
1😢1
الاسم الحركي: كانيوار ماردين

الاسم الحقيقي والنسبة: أحمد ديب

اسم الأم: عزيزة

اسم الأب: موسى

مكان وتاريخ الاستشهاد: منبج – بتاريخ 09 ديسمبر/ كانون الأول 2024

المركز الإعلامي لقوات سوريا الديمقراطية

10 أغسطس/ آب 2025

Rojava FM
😢1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
ومضات من حياة الشهيد كانيوار ماردين (احمد ديب)

https://www.youtube.com/watch?v=89bAxQ9Ug8s

Rojava FM
😢3
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
ومضات من حياة الشهيد آزاد آرارات (شيخموس أوزكان)

https://www.youtube.com/watch?v=94G52_bKnyA

Rojava FM
🔥3
Em Fermandar û Pêşengê Mezin ê Şoreşa Rojava, Rêheval Nûreddîn Sofî Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Rojava fm
🫡3😢1
Radio Rojava
Em Fermandar û Pêşengê Mezin ê Şoreşa Rojava, Rêheval Nûreddîn Sofî Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin Rojava fm
Ji Çapemenî Raya Giştî re!
Di 6ê Nîsana 2021ê de, dema ku fermandar û pêşengê şoreşa Rojava rêheval Nûreddîn Sofî çûbû serdana hevalên xwe yên têkoşînê yên berê, li herêma Bergarê ya Garê, di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Em rêhevalê xwe yê fermandar û pêşengê şoreşa Rojava bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata wî ya hêja ya welatparêz û hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Di sala 2011an de, bi destpêkirina Biharê Ereban re, li herêma me guherînên dîrokî dest pê kirin. Gelên ku li Sûriyê dijîn di navenda vê pêvajoyê de bûn. Êdî herêm ber bi pêvajoyeke guherîna mezin ve diçû. Ev guherîn an dê gelan bigihanda sîstemeke azad û demokratîk, an jî dê wan ber bi qeyraneke kûrtir ve bikişanda. Ji bo Sûriyê, ku xwedî avahiyeke kozmopolît a ji civakên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez pêk tê, sîstem û modelek nû pêwîst bû.
Di nav pêvajoyek wiha de, bi pêşengiya tevgera azadiya Kurd, li Rojava şoreşeke gelêrî qewimî. Gelê Rojava yê ku di destpêkê de xwe wekî YXK bi rêxistin kiribû, paşê wekî hêzên YPG-YPJ bû hêza parastinê ya bingehîn a herêmê. Di demeke kurt de bi hezaran keç û xort tevlî hêzên parastinê yên Rojava bûn ku ji dînamîkên xwezayî yên gel pêk dihat, û dest bi parastina erdnîgariya xwe kirin. Şoreşa Rojava di demeke kurt de ne tenê ji bo erdnîgariya xwe, lê bi têkoşîna xwe ya li dijî komên cîhadîst ên wekî El Nûsra û DAIŞê, veguherî şoreşeke enternasyonalîst ku hemû mirovahiyê diparêze.
Şoreşa Rojava ya ku di 19ê Tîrmeha 2012an de hat ragihandin, wekî pêşengê azadî û demokrasiyê dest bi avakirina sîstema xwe kir. Ew ne tenê li Sûriyê, lê li hemû herêmê li dijî kaosa ku dihat jiyîn bû sîstemeke alternatîf. Şoreşa Rojava, ku bû şoreşa hevpar a gelên Sûriyê, bû herêma bingehîn ku gel xwe lê ewle hîs dikir. Ji aliyekî ve li dijî dewletên paşverû yên herêmê, ji aliyê din ve jî li dijî komên cîhadîst, bû şoreşeke gel. Şoreşa Rojava, ku bi dînamîkên xwe hêza xwe ya parastinê ava kir û sîstemeke xwe bi xwe birêve dibe ava kir, bû pêşengê damezrandina sîstemeke azad û demokratîk ku bi sedsalan bû xeyala gelên herêmê.
Şoreşa Rojava bi keda mezin û bi qehremanên wê hat afirandin. Bi hezaran şehîdan, şoreşa me ji nav tunebûnê afirand. Bi fermandarên mezin, şervanên qehreman û gelê me yê fedakar, dîrokeke nû hat nivîsandin. Bê guman, yek ji pêşengên şoreşa me jî rêhevalê me, fermandarê mezin Nûreddîn Sofî ye.
Fermandar Nûreddîn Sofî, di sala 2013an de vegeriya Rojava, yanî axa ku lê ji dayik bûbû, û bû pêşengê şoreşê. Bi salan di têkoşîna azadiya Kurd de bûbû xwedî tecrubeyên bêhempa. Bi tecrubeyên xwe yên leşkerî û siyasî, di sîstemkirina şoreşa Rojava û gihandina wê heta roja îro de xwedî kedeke pir mezin bû.
🫡31
Radio Rojava
Em Fermandar û Pêşengê Mezin ê Şoreşa Rojava, Rêheval Nûreddîn Sofî Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin Rojava fm
Rojava, ji bo heval Nûreddîn Sofî cihekî taybet bû. Ji ber ku ew axa ku lê mezin bûbû bû. Di sala 1970yî de li gundê Mîşerfê yê Qamişloyê ji dayik bûbû. Gundê ku lê mezin bûbû gundekî ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijiyan bû. Malbata wî malbateke welatparêz û xwedî kevneşopiyên olî bû. Her wiha xwedî kevneşopiyeke civakî ya bi exlaqê xurt bû. Malbat di nav civakên Ereb û Suryaniyan de jî pir tê naskirin û pejirandin. Di nav derdora malbatê de gelek ciwan tevlî têkoşîna azadiyê bûbûn. Heval Sofî, ku di malbateke xwedî çandeke civakî ya bi hêz de mezin bûbû, bi taybetmendiyên xwe yên welatparêz û civakî jî pir bi hêz bû. Wî hestên Kurdayetiyê bi tundî jiya û bi vî awayî mezin bûbû. Bi çanda Kurdî û wêjeya Kurdî teşe girtibû. Ji bo wî wêjeya Kurdî jî mijareke ku eleqeyeke wî ya mezin lê hebû. Heval Sofî bi salan di rastiya civakeke ku di bin zordestiya rejîma Baasê de dijiya mezin bûbû. Wî di temenê ciwaniyê de li çareseriyekê ji bo zordestiya dewletî geriyabû û ketibû nav lêgerînan. Di salên ciwaniya xwe de sosyalîzmê nas kiribû. Xwedî karakterek bû ku tim dixwend û lêkolîn dikir. Bi taybetî gelek pirtûk li ser felsefeya sosyalîst û sosyalîzma zanistî xwendibû û derdoreke hevalan peyda kiribû. Wî zanîngeh li Helebê, di beşa Fîzîk û Matematîkê de xwendibû. Di salên ku li zanîngehê dixwend de, ramana Apocî nas kiribû. Wî pratîka sosyalîzma zanistî, ku tim lêkolîn dikir, di Apociyan de dîtibû. Li ser vê bingehê, di sala 1990î de tevlî tevgera azadiya Kurd bûbû. Di nav 24 salan de, di tevgera azadiya Kurd de, di warên leşkerî û siyasî de tecrubeyeke girîng bidest xistibû.
Ji sala 2013an û pê ve, di xebatên avakirina pêvajoya şoreşê de, di asta herî jor de erk û berpirsiyarî girt ser milên xwe. Di warên siyasî, îdeolojîk, dîplomatîk û leşkerî de bi awayekî pir alî beşdarî xebatan bû û xebatan birêve bir. Ji bo sazîbûna Tev-Dem û sîstema kantonan, li hemû qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyê xebatên koordînasyonê meşand. Bi taybetî ji bo sîstemkirina xebatên komun û meclîsan, bajar bi bajar geriyabû û bi hemû saziyan re eleqedar bûbû. Di hemû çalakiyên xwe de bi gel re di nav pêwendiyek nêzîk de bû. Aliyê wî yê kedkar ji aliyê gel ve hatibû dîtin û pejirandin. Bi hemû pirsgirêkên sazîbûnê û yên gel re bi yek bi yek eleqedar dibû. Tu carî bi nêzîkatiyeke serdest nêzî gel nedibû û wekî yek ji wan hewl dabû çareseriyê ji pirsgirêkan re bibîne. Bi taybetmendiyên xwe yên gelperwer û civakî, li her cihê ku lê bû, bandoreke kûr li ser mirovan dihişt. Bi zarokan re zarok, bi kal û pîran re kal û pîr bû. Xwedî xîtabeteke bi hêz bû. Bi kesayetiya xwe ya entelektuel a felsefîk, dîrokî, zanistî û îdeolojîk, her mirovê ku pê re rû bi rû dibû bi kûrahî bandor dikir û tevlî xebatên şoreşê dikir. Li cihê ku ew lê bû, civakîbûn pêş diket. Wî zimanê her kesî fam dikir û dizanibû bi kî re çi biaxive.
Di xebatên avakirina MSD û rêveberiya xweser de roleke girîng lîst. Ger îro rêveberiya xweser li hemû Sûriyê wekî modelek bingehîn tê pejirandin, di vê yekê de keda heval Sofî ya mezin heye. Wî van rojan dît û xwedî li xebatan derket. Qet ranewestiya hewl da ku civakên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen di sîstema neteweya demokratîk de bicivin.
🫡3
Radio Rojava
Em Fermandar û Pêşengê Mezin ê Şoreşa Rojava, Rêheval Nûreddîn Sofî Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin Rojava fm
Wî pêşengî ji xebatên parastinê yên ku yek ji lingên herî girîng ên xebatên avakirinê ye jî kir. Bi taybetî xwedî keda mezin bû ji bo pêşxistina hêza parastina gelê me YPG-YPJê. Bi taybetî di pêvajoyên ku êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ û El-Nûsra zêde bûbûn de, şer koordîne kir. Bi tecrubeya xwe ya leşkerî ya bi salan û jêhatîbûna fermandariyê, di xebatên parastinê pêşketinên mezin pêk anî. Bi zêdebûna êrîşên DAIŞ û El-Nûsra re, hêzên YPG-YPJê jî gelek pêngav pêş xistin. Di wan salan de, di pêngavên Tîl Hemîs û Til Berak, şerê Cezaa, pêngava Til Hemîs ya Tohildanê, pêngava Xezeba Firatê a Reqqayê, pêngava Bagera Cizîrê a Dêrezorê, pêngava Baxozê a têkbirina DAIŞê de, di asta koordînasyonê de bi yek bi yek cih girt. Her wiha di pêvajoya ku DAIŞê êrîşî Kobanê kir de, di meşandina şerê berxwedanê de roleke aktîf lîst. Di Heleb û Efrînê de jî li dijî êrîşên çeteyan ên ku pêş ketin, berxwedana ku pêş ket koordîne kir. Her wiha di pêvajoyên êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk a li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di asta fermandariyê de şer meşand.
Fermandar Sofî, ji bo ku di vê erdnîgariyê de sîstemeke parastinê ya hevpar a hemû gelan ava bibe, xwedî hewldaneke girîng bû. Li ser vê bingehê, di sala 2015an de, di damezrandina QSDê ya ku hêza parastinê ya hevpar a gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye de, rasterast rol lîst.
Di pêvajoya ku hem êrîşên çeteyan hem jî yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûbûn de, di sala 2016an de wekî fermandarê YPGê di xebatên leşkerî de berpirsyariya di asta yekem de girt ser xwe. Di pêvajoyên ku êrîşên DAIŞê zêde bûbûn de, bi dewlemendiya taktikê û tecrubeya xwe ya leşkerî, di têkbirina DAIŞê li hemû bakur-rojhilatê Sûriyê de, beşdariyeke girîng kiribû. Di şer de fermandarekî pir alî bû. Bi hişê xwe yê kûr û tecrubeya xwe, xwedî dewlemendiya taktikê bû. Li cihê ku ew lê bû, şervan xwe ewle hîs dikirin. Di demên herî dijwar de jî heval Sofî çareseriyekê peyda dikir. Qet bêçare û bêalternatîf nedima. Di her nîqaşê de nêrînên hevalên li kêleka xwe digirt û li ser vê bingehê biryar dida. Di biryarên xwe de zelal û bi cesaret bû. Fermandar û şervanekî zelal û bibiryar bû. Qet dudiliyê nedijiya.
Di nêzîkatiya heval Sofî ya li hember xeta azadiya jinê de, karaktera wî ya sosyalîst di pêş de bû. Wî hevaltiya bi jinê re li ser bingeheke rast her kêlî jiya. Heval Sofî naskirina îradeya jinê, bi jinê re xebata hevpar û jiyana li gorî xeta jinê wekî prensîb ji xwe re qebûl kiribû. Hem di xebatên avakirina civakî de hem jî di pêvajoya artêşbûna YPJê a ku hêza parastina jinê ye, bi hevalên jin re xebatên hevpar meşandibû. Hevalê jina azad bû. Qet bi şêwazeke klasîk nêzî xeta jinê nebûbû û bûbû hevalê xeta jina azad.
Heval Sofî, li gel hemû taybetmendiyên xwe yên şoreşger, bi kesayetiya xwe ya enternasyonalîst jî fermandarekî ku di pêş de bû. Di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞê de, bi sedan hevalên enternasyonalîst ji çar aliyên cîhanê tevlî têkoşîna me bûbûn. Heval Sofî bi hemû hevalên enternasyonalîst re yek bi yek eleqedar bûbû û ji bo ku ew bi hêztir tevlî têkoşînê bibin xebitîbû. Wî rastiya civakî û sosyolojîk a ku her hevalekî jê hatibû hîs dikir û bi awayekî ku xîtabî dikê wan bike bi wan re diaxivî.
🫡3