کردستان نامه
5.75K subscribers
28 photos
2 videos
21 files
207 links
کردستان نامه کانالی است با مدیریت اسماعیل شمس، دکترای تاریخ ، هدف کانال، تولید دانش آکادمیک و تخصصی در حوزه مطالعات کردی و به ویژه تاریخ کردستان و کرد است.
ارتباط با ادمین:
@Esmail_shams

esmailshams54@gmail.com
Download Telegram
Rûpelek ji dîroka berxwedana gelê Wanê

Ismayîl Şems

Dibe ku yek ji girîngtirîn nûçeyên vê heftiyê sebaret bi Kurdistanê re ji kar dûrxistina Abdolah Zêydan, şaredarê Wanê yê hilbijartî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve û danîna şaredarê xwe yê tayînkirî bû û di dawiyê de jî betalkirina vê fermanê ji ber berxwedana gelê Kurd Zêydan vegeriya şaredariyê. Têkiliya nivîskar bi mijarên siyasî û hizbî yên vê mijarê re nîne û tenê rûpelek ji berxwedana gelê Wanê ya 640 sal berê tîne bîra wan kesên ku difikirin ku bi zor, zordarî û tirsandinê dikarin mirovan ji çanda wan a kevnar veqetînin û niha jî ji bikaranîna navê xaka xwe bêpar bihêlin. bila bê Bîra wan ku beriya wan hêzên wek Toqrol, Çengîz û Tîmûr nekarîn û wê nikaribin jî; Ji ber vê yekê çêtir e ku regezperestîyê biguherînin ser mirovatîyê û xwe wekî Tîmûr Lengê ku hûn ê çîroka wî di têbiniya jêrîn de bixwînin, nekin destnîşana dîrokê.
🔻 Tîmûr ku xwe neviyê Çengîz û şahê Tûran bi nav dikir û hewl dida ku herêmên din ên cîhanê jî bi vê padîşahiyê ve girêbide di sala 788’ê hicrî/1386’ê mîladî de piştî ku Îran zeft kir, derbasî rojava bû. Wî biryara cezakirina Melik Êzeddîn Şîr mîrekî kurd ê bi hêz ê Wanê ku hê teslîmî wî nebûbû da. Êzeddîn ku ji şewitandina bajaran bi destê Tîmûr û qetlîamên wî hatibû agahdarkirin, di dawiyê de teslîmiyetê ji berxwedanê re tercîh kir, lê gel şîreta wî nekir û Nasir Eldîn [dibe ku birayê wî ye] kir mîrê xwe û bi Tîmûr re dest bi şer kirin.
Êzeddîn Şîr jî çû wargeha Tîmûr û xwe teslîmî wî kir. Şerefeddîn Yezdî, nivîskarê Zefernameya Tîmûrî, niştecihên Qela Wanê wek serhildêr, bêhiş, nezan, xerab, bi pîşeyê fesad û şeytan bi nav dike. Nivîsarên wî yên ku di fayla pêvekê de hatîye zêdekirin nîşan didin ku dîroknasekî xwefiroş çawa padîşahek biyanî û îstîsmarkarê cîhanê, ku ji çend hezar kîlometran dûr rabûye û dagîr kiriye, li ser xaka hinekên din datîne cihê mafê mutleq û xelkê bajêr ku tenê sûcê wan parastina av û ax û mal û xaniyên xwe li hember êrîşa  padîşahê êrîşker e bi her cure îftirayan dide nasandin.
Tîmûr ji 20 rojan zêdetir heta bi qasî 27 rojan, bi mencinîqan kevir barand ser bajarê Wanê û di dawiyê de, piştî hilweşandina dîwarên bajêr, leşkerên wî "gelek ji xelkê kuştin". Li gorî wî dîroknasî, piştî girtina Wanê, Tîmûr ferman daye ku rûniştevanên wir ji ser kelehî avêtin jêr ku ji wir heta binê, pêncsed gez zêdetir dibû.
Û Nasereddîn serdarê duyem [piştî Melik Êzeddîn] gazî kir û got: Te çi tundî li xwe û xelkê xwe kir? Di bersivê de zimanê wî lal bû, mora bêdengiyê xist ser lêvên xwe. emir kir ku nîvê serê wî, nîvê rîha wî, nîvê simbêlê wî û çavekî wî li ser hev bên şelandin û jêkirin.
roja koçkirinê serê wî jê kir û danî ser cihekî teng de, heta ku tevahiya artêşê di ser wî re derbas bû û gelek xerabî lê kirin. Tîmûr ji Wanê çûye Xoyê û Selmasê lê berî çûyînê Melik Êzêddîn Şîr xwest û hukûmeta Kurdistanê radestî wî kir.
Di vegotina Zefernameya Êzdî de xala girîng ew e ku dibêje, piştî fermana rûxandina Kela Wanê, Tîmûr komek leşkerên xwe erkdar kir ku keleha wanê xirab bikin, "lê çiqas hewl dan, kevirek jî ji bo wêrankirinê derneket. ew wisa dixuye ku sedema vegera hikûmetê ji bo Melîk Êzeddîn  û radestnekirina bajêr ji bo wezîfedarên xwe, ne tenê li berxwedana xelkê bajêr de, belkî ji bo avakirina kelehê ya bi hêz were dîtin. Êzeddîn Şîr ku niha bi fermana Tîmûr bûye mîrê "Kurdistan"ê, Wanê bi ava dike û li wir ewlekarî û bextewarî saz dike û piştî mirina Tîmûr û ketina Tirkmenên Qereqwînlû û Aqqwînlû li herêmê, Wan û navçeyên wê Ji wan û bandora wan parast.
Bi vî rengî, Wan bû keleha berxwedanê û di Newroza 2024'an de rûpeleke din a berxwedanê li dîroka xwe zêde kir.

Wergêr; #Mecîd_Rehwerd

https://t.me/kurdistanname
Şewatên li Zagrosê hê nehatine vemirandin û heta niha jî daristan, zevî, jîngehên kovî, bax û mêrgên xelkên bêwar ên Kurdistana Bakûr dikevin ber agir. Dîtina agirê bêserûber û nalîn û nalînên mirovan û qîrîna ajalan û çûkan di xefika agir de dilê her mirovî diêşîne û di heman demê de hin kesên di qadên sosîyal medîyayê de bi eşkereyî ji vê bûyerê dilşad in û li ser axê wê “erdê şewitî” şahî û bextewariyê belav dikin.
Ez ji dûr ve hevxemiya xwe bi van gelê mezlûm re radigihînim û hêvî dikim ku di nav hemû xemsariya axê de hêsirên ezmanan ji bo van hemû mirovan bibarin û vî agirê gurr vemirînin û vê dojeha dunyayê veguherînin ser "serkeftin û aştiyê"

Wergêr; #Mecîd_Rehwerd

https://t.me/kurdistanname