HALNAME
Îşev giştî xemên diynê xeber kin
Ku berve milkê dilê min sefer kin
Weqes xirab e halê min ey xelko
Ji dildarîdyîna min hezer kin
Derdgiran im heftxet jî bê eser e
Werînin û camên meyê qeter
kin
Vê dinyaya ku ji xeman avis e
Dagirin û nutfeya wê jiwer kin
Weqes ku tal in dem û kêliyên min
Carê sewa Xwedê fikira şeker kin
Kirasa min ji Lo û Herayê ye
Hilînin wê û li merxên kêmer kin
Englûskek ji xwîna dil mi çê kir
Xelat li Milwarîyê û Cefer kin
Wek Fîrûzê ji welêt sêwîme ez
Nifira xwe li paşayê Qecer kin
Ûsî dikim , ku min emra Xwedê kir!
Bê xwedî me, gora min bi çeper kin
Halnameya min ba dutar bixwîne
Navê kujer, li yara kezîzer kin
Derî dilê min ve û şûn vala ye
Îşev giştî xemên dinyê xeber kin…
#Kawa_Xelîlî _Rad (Dêrî)
@kaniyadil
Îşev giştî xemên diynê xeber kin
Ku berve milkê dilê min sefer kin
Weqes xirab e halê min ey xelko
Ji dildarîdyîna min hezer kin
Derdgiran im heftxet jî bê eser e
Werînin û camên meyê qeter
kin
Vê dinyaya ku ji xeman avis e
Dagirin û nutfeya wê jiwer kin
Weqes ku tal in dem û kêliyên min
Carê sewa Xwedê fikira şeker kin
Kirasa min ji Lo û Herayê ye
Hilînin wê û li merxên kêmer kin
Englûskek ji xwîna dil mi çê kir
Xelat li Milwarîyê û Cefer kin
Wek Fîrûzê ji welêt sêwîme ez
Nifira xwe li paşayê Qecer kin
Ûsî dikim , ku min emra Xwedê kir!
Bê xwedî me, gora min bi çeper kin
Halnameya min ba dutar bixwîne
Navê kujer, li yara kezîzer kin
Derî dilê min ve û şûn vala ye
Îşev giştî xemên dinyê xeber kin…
#Kawa_Xelîlî _Rad (Dêrî)
@kaniyadil