کانیا دل
1.24K subscribers
1.5K photos
466 videos
309 files
769 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
Sêva min

Payîz e te dî sêv kemilî sor e li daran
pelgê ku li sêva mi hesûdî dike caran
Zer bû bi xwe timtêl weriya pirr bi girî ye
Sêva mi li darê, xemilandî ji bo yaran


#Mecoyê_Xano

@kaniyadil
Vejîn

De vejînekê em ra kin
Xema vînekê em şa kin
Xemlê li vîna bava kin

Vejîna me wêjeyî ye
Wêjeya me kurmancî ye
Xebata me medenî ye

Pêş vejînê xebat pirr in
Em ji dilan gef û gurr in
Em venakşin em zor çirr in

Rêbaza me feqyê Teyran
Cizîrî ra dikin seyran
Ji xanî ra em in heyran

Armanca me tekûzbûn e
Xwesteka me nûrûzbûn e
Tiraltî her bêmirûzbûn e

Baweriya me kakil e
Sebirtiya me ji dil e
Çendî çavê me bê kil e

Bikuje kurmê zanistê
Pîvan hebinê vê bistê
Rê nazike her wek ristê

#Mecoyê_Xano

@kaniyadil