کانیا دل
1.23K subscribers
1.48K photos
458 videos
305 files
726 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
Seba

Şerab ku na, lê bîra te şerab e
Dil işkestin bi say te wek sevab e
Şevên tarî, li rojên reş hevalo
Tu navê te mey e, lê nabê nab e

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Yekem car

Yekem car e
Ji te hez nakim ez îro
Yekem car e
Sipêdê ji xewê pa bûm
Bi bîra çavên te ez nakevim îro
Yekem car e
Du rondik ser nivîna min
Nebû gava ku çavên min
Ve bûn bê bîra çavên te
Ezê bê te evîndar im
Dimînim jî ji vir şûn ve...

#Mecîd_Rehwerd
***
یەکەم جار

یەکەم جارە
ژ تە ھەز ناکم ئەز ئیرۆ
یەکەم جارە
سپێدێ ژ خەوێ پا بووم
ب بیرا چاڤێن تە ئەز ناکەڤم ئیرۆ
یەکەم جارە
دو رۆندک سەر نڤینا من
نەبوو گاڤا کو چاڤێن من
ڤەبوون بێ بیرا چاڤێن تە
ئەزێ بێ تە ئەڤیندارم
دمینم ژی ژ ڤر شوونڤە...

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Bîra gula baxî

Gerê çawa te vedozim
Şiyan nema
Gula baxî
Gerê çawa te nexwazim
Gula hewşê
Li ber hevza tijî masî
Tu ku genim gulî
Gava ku gulbûte ji gul mabû
Tu nimêja niyaza nermebaranê
Li bihara nema nîşan
Û min nimnim du'a dixwend
Nehatî, na
Ez heyrana hewayek tijî hilmê te
Tijî hesret, heray û halekî xemgîn
Xuya ye xem li min mêvan e
Û xanî, xeyalawî û xapûr e
Dilek bê dil çi dilgîr e
Dinale ev demên dunya derewîn e.
Were carê li min binêhr
Bila carê bibînim bejn û bala yê
Bila dîsan bikenim
Ez bixwînim
Hem binêhrim ba yê ku ket nav guliyên te
Ji min dizî hiş û
Ez mame û
Bîra gula baxî


#Mecîd_Rehwerd
بیرا گولا باخی

گەرێ چاوا تە ڤەدۆزم
شیان نەما
گولا باخی
گەرێ چاوا تە نەخوازم
گولا ھەوشێ
ل بەر ھەڤزا تژی ماسی
تو کو گەنم گولی
گاڤا کو گولبووتە ژ گول مابوو
تو نمێژا نیازا نەرمەبارانێ
ل بھارا نەما نیشان
و من نمنم دوعا دخوەند
نەھاتی، نا
ئەز ھەیرانا ھەوایەک تژی ھلمێ تە
تژی ھەسرەت، ھەرای و ھالەکی خەمگین
خویایە خەم ل من مێڤانە
و خانی، خەیالاوی و خاپوورە
دلەک بێ دل چ دلگیرە
دنالە ئەڤ دەمێن دونیا دەرەوینە.
وەرە جارێ ل من بنێھر
بلا جارێ ببینم بەژن و بالایێ
بلا دیسان بکەنم
ئەز بخوینم
ھەم بنێھرم بایێ کو کەت ناڤ گولیێن تە
ژ من دزی ھش و
ئەز مامە و
بیرا گولا باخی



#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Lavlavk

Ku bê te
Pêçiya ye li min
Şiriya ye di min
Lavlavka bêx
Ez ew dîfala mandî bû;
Heger bax hişkesalê bir
Baxevan pêxist agir
Tu bizan
Nîşana te
Ey lavlavka min
Heta hebim
Her dimîne û dimîne û dimîne
Ser vî dilî aşiq...

پیچک

و در من پیچکی پیچیدە بی تو
من آن دیوار خستە در خویشم
اگر چە باغ خشکانید
پیچک را
باغبان کند و بە آتش داد
اما
پنجەی پیچک بر دیوار
جایش
تا ابد
میھمان است...


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Bê zimanên hevziman!


Ez bi qasî lîstika
Wan du pepûlê şewtî bask
Hem bi qasî mûmika belavbûyî
Ser erda tal
Tay sipêdê
Westiya me bêmecal
Bê zimanên hevziman
Her dikin
Min
Kal û kal...

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Balîfa ewran

Tu bersiv nadî
Û
Ez
Hîn gunehkar im
Ku pirsa min
Niyaz e
Natî nezra tirsa xewnek
Li tenêtiyê, şevek tarî
Mi(n) baran xwest
Tu ew hewra nedî baran û
Ez gîrîm û min şil kir
serê balîfa ji hewran
Dilop hat û dilop dilop
Çiqas firmêsk
Çiqas hesret
Ji çavên ku tijî pirs in
Dipirsin her
Çima canê
Evîn nema
Ji wê roja
Ku te got;
Aşiq im cano...


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Bihara hêsîr

Zivistan çû, bi bîra te, tu çavşîn
Bihar nat û zivistan bûye dilxwîn
Bihar çawa gerê bê, bê te Kalê
Di çavên te hêsîr maye, li rê hîn

#Mecîd_Rehwerd
بھارا ھێسیر

زڤستان چوو، ب بیرا تە، تو چاڤ شین
بھار نات و زڤستان بوویە دلخوین
بھار چاوا گەرێ بێ، بێ تە کالێ
د چاڤێن تە ھێسیر مایە، ل رێ ھین

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
نە، اجازە نمی‌دهند

دختران ناز نسیم
با گوشواره‌ی گیلاس بازی می کنند
پسران بی باک باد
لای برگ ها
دنبال لیمو می گردند
نه
فروشنده های تانک
اجازه نمی دهند  این شعر را
با عشق  ادامه دهم
دلالان بمب به توافق رسیدند
و من مطمئن نیستم
دستی که شب نوازش می کند
صبح
سالم از زیر سر یار
بیرون بیاید
***
Na, nahêlin


Keçên delal ên Nermebayê
Bi guharên ji qeresiyê dilîzin
Xortên bê tirs ên şemalê
di nav pelan de
Li leymûnan digerin
Na
Firoşkarên tankan
Destûr nadin vê helbestê
Bi hezkirinê berdewam bikin
Bazirganên bombeyan li hev kirin
Û ez ne dilniya me
Destê ku şevê evîndariyê dikin
Sibê
Ewle ji bin serê Yarê
derkevin.

Wergêr;
#Mecîd_Rehwerd
***
کەچێن دەلال ئێن نەرمەبایێ
ب گوھارێن ژ قەرەسیێ دلیزن
خۆرتێن بێ ترس ئێن شەمالێ
د ناڤ پەلان دا
ل لەیموونان دگەرن
نا
فرۆشکارێن تانکان
دەستوور نادن ڤێ ھەلبەستێ
ب ھەزکرنێ بەردەوام بکم
بازرگانێن بۆمبەیان ل ھەڤ کرن
و ئەز نە دلنیا مە
دەستێ کو شەڤێ ئەڤینداریێ دکن
سبێ
ئەولە ژ بن سەرێ یارێ
دەرکەڤن.

وەرگێر؛
#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Audio
Ji te ditirsim

Êvarên li pişt kuçeyên dilê min
Çema sor a sorgulan
Li ser bedena zeviya gênim e.
Kûrahiya qêrîna dilê min
Bêdengî ser wêneya te ye
ya ku destên min afirînera wê bûn;
Di payîza berfgirtî ya rûbarê.
Ez di bêdengiyê de qîriyam
Li deştê
Ser bêberiya zeviyê
Zeviya bê çûk û bê bahoz.
Min roj wek Xwedê dihesiband
li bejna secdekirî ya gulberojê
Li ser rawestîna çûçikên ber sîtava wê.
....
....
Min tu ji Şemlû istand;
Di oda biçûk a Şîrko bêkes
Û li ser helbestên Nêrûda
Wek koçerek tu istiriyayî.

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Xwezî baran bihatiba
Li kolanek berêvarî
Piyase ez diçûm xwarê
Ne sîwanek li ser serî
Ne jî pêlav ku pê herî
Ez ê pêxas
Ji jor ve şil dibûm û jêr
Bi dengê şilpeşipa avê û lingan
Wekî mûzîka ser isteyceka ronî
Dibûm guhdarê henga av û baranê
Li kolanê
Heta ku çavên te didît
Tenêbûn û tenêbûn bû
Tenê ez bûm û baran bû
Tenê kolan û fikra te
Li nav mijê û dûmanê
Evîndarek piyase her diçû xwarê
Diçû heta ku rê hebû
Heta ku hewrên baranê.
Li fikra wî evîndarî
Evîn bê dawî û xweş bû
Ne kes didît
Ne jî kes wî
Tenê baran û baran bû
Evîndarek ku şil bûbû
Bi bîra çavên dildarek.

#Mecîd_Rehwerd
@kaniyadil
derdê merxê


Hevbeş bi birînên kûr
Tim derdên giran sa min
Hevpara xemên karî
Êşa biviran sa min

Ez dareke merxê bûm
Serberza zinarek dûr
Xema min kewa tî bûy
Bê hêlîn û bê hedûr

Derdên dilê êvaran
Êşên li berêvarî
Dosto min nedîtî tu
Wenda li şevên tarî

Wek rêwiyek bê doz im
Rê dûr e û pê westî
Çav li rêyeke nenas
Çawa gerê rawestî

Te derdê giran da min
Bê hest im û bê awat
Wenda li xeyalên reş
Şewtîm û şevek din hat

Nîka bi qêrîn û derd
Nakim ji te ez gazî
Gava ku dibînim te
Nexwastim û naxwazî

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
ئەی دارە بەڕووەکان
پێم بلێن
لە جەستەی کام منداڵی کورد
ڕواون
دەمەوێت
سنوورەکانی کوردستان
دیار بکەم!

***

ای درختان بلوط
بە من بگویید
بر نعش کدام کودک کورد
روییدید
میخواھم
مرزھای کوردستان را مشخص کنم!

#Mecîd_Rehwerd
Ez...

Şev, îşev mame bê te zar û bêdeng
Çiqas hêstir dibarin ser dilî teng
Ez im helbesta bê te maye li dil
Ez ew derda ku sa min bûye aheng

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Helbesta diljan

Ez im şevtir ji çavên te
Ku te girt û
Min nabînî
Ez im helbesteke diljan
Ku te bi hêsiran sitrand
Ew derda ku wekî zarokeke bê dê
Li bê dayîktiyê de dît
Şeva sar yê evîndarek
Ku çû nema Evîna wî
Ez im
Êşa dema ji hev cidabûnê
Ku xatir xwest
Lê dil cih hêşt
Ez im bê te tenê mayî û diltezîn
Gula ku cilmisî
Bê şûn û bê xwedî
Li bin baranê jî hişk bû.
Ez im
Dara Evîna bê ber û hasil
Ez im helbestvanê dil
Ez im ew şûşeya xwînê
Bi çavên şil!

#Mecîd_Rehwerd
@kaniyadil
Oldar

Û min darişt
Ji hesta evînê
Kevnebawer
Felsefe
Hem Erdnigarî
Mentiqek pîroz
Ku bawer kî tu
Hestek her heyî
û her dimîne...
Tu, were
Ya eşhed o enne bi navê te
Ji vir şûn ve
Oldar im
Bi çavê te

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Ez bi qasî lîstika
Wan du pepûlên şewtî bask
Hem bi qasî mûmika belavbûyî
Ser erda tal
Tay sipêdê
Westiya me bê mecal
Bê zimanên hevziman
Her dikin
Min
Kal û kal.

#Mecîd_Rehwerd