کانیا دل
1.24K subscribers
1.47K photos
453 videos
302 files
702 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
Rapora dil...

Şev; stêrk
qêrîna şeva reş
dawîn qamçiya rojê ya talanbûyî
li ser xêza çiya û asoyê
bi bîranîna çavên kesekî
dişkênin.
Hewêrdeyên roja xweş
Li qerebalixiya darên naron û sinewberê
li ramûsanên hênkeba û pelan
di hêlînên ji westiyanê aramgirtî
bi bîranîna ramûsanên lêvên kesekê radizên.
Beqên gola li kêleka gund
li ser belema nîloferên nû şad
bi qurequrên bêhn û avê
bi bîranîna laşê kesekê
Li ser westiyana avê
Noq dibin

Şervanên ji şêr westiyayî
li ser çeperên ax û surbê aramgirtî
Tûta sor a jêkirî
Ji lêvên kesekê
Dixwin di xewê de.

Keçika şervan a kuncikê çeperê
bi porên hûnandî bi sosin û yasê
Lûleyên keleşê dixemilîne
Û bi bîranîna hembêza kesekê
germ dibe leşê bi xweliyê geriyayî.
Deryavan
xewna stran û zeryayê dibînin
Li tevliheviya gêjo mêjo ya zeryayê
û bejna keça kincsor bi sîngên derketî
di nava belemên xwe de hîndariyê dikin
Tevî dilhevketina mestiya vodkayê.

Kevokên namegihan
Li pey şopek ji guleyên resam
Di kêliyên şêr ên herî bêhêvî de
Wêneyê keçeke çolger
Digihînin destê eskerê birîndar.

Qabileyên gundê jorîn
Di nava bêhna agir û dû de
Li ser hilma ava kel
Bi operaya keriyê çeqelan
Û bi perîşaniya mêrikê li pişt dêrî sekinî,
Dunyayê
Dikin mêvanê zaroka negihîştî.

Şivan di mereqa berxên xwe de ketiye xewê
Û gur bi bîreweriya kûçikê spî yê ji kerî mayî
Di xeyala goşt û xwînê de
Li ser zinarekî mezin,
Heyva çardeşevî gazî dike.

Lê ez
Ya qêrîna hebûn û nebûnê
Ya baweşka li ser bengîtiya bênimûne
Ya sedema peyvan;
Ez te li ser kilavyeya laptoba xwe
Bi çêja kilîkên bênavber
direqisim û direqisim
Rîtma tiliyên min
Û rêzbûna peyvan
Ez kirime helbestvan
Ez jî ji bo kesekê
Helbestan dinivîsim


#Mecîd_Rehwerd
#Çiraxpe

@kaniyadil