Kaniya Evînê
278 subscribers
54 photos
74 videos
10 files
75 links
Di nav seyr û sulûkê can
Sefer kir çar berê keyhan
Yeqîn zanî ku bê dilber
Cehan wêraneyek fanî

Yeqîn zanî ku ev dinya
Ne tînî qet tenê yek ka
Reben ew kes ku dinya girt
Û berda alema sanî

#Walî @Wali_Bedelpur
Download Telegram
Audio
https://t.me/Farhad_pirbal_official

ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی یەکەم_1


زۆر دەمێکە زۆر لەوانەی کە بوونە ناسیاوم، هەڵیان پێچاوم کە سەرگورشتەی ژیانی خۆم بنووسمەوە و بزانن چم بە سەر هاتووە!
من وەک دەڵێن: «چۆلەکە خۆت چی و شۆرباوت چی؟!» دەمزانی ژیانێکی زۆر قۆڕ و توڕەهاتم ڕابواردووە و ڕووی مەجلیسی یارانی نییە؛ هەمیشە خۆم لێ بواردووە. بەڵام کەوتمە فکر کە بەڵکوو گێڕانەوەی ئەو ڕابردووە پڕ لە هەوراز و لێژ و گەوە و کەنداڵ و قووڵکە و جاروبارەش دەشتاییە، هیچ نەبێ بۆ کوڕەکەم ( خانی ) کە بەڕواڵەت لە چوار کوڕان هەر ئەوم ماوە و ئارەزوومە تەمەنی درێژ بێ و دەشزانم ئەگەر زۆر بژی، دەکەوێتە ناو گۆنگەڵ و تەشقەڵەی دنیاوە، ڕەنگە بێ بەهرە نەبێ. لەو گەرم و سارد و خۆشی و ناخۆشیانەی بە سەر من هاتووە، دەرسێک وەرگرێ و تەجرەبەی بۆ پەیدا بێ؛ یان هیچ نەبێ لە تەنگانەدا ناهومێد نەبێ و لای وا نەبێ ڕێگەی ڕزگار بوون بە یەکجاری پێشی گیراوە.


https://t.me/Farhad_pirbal_official
Audio
ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی دووەم
https://t.me/Farhad_pirbal_official
کتێبی دەنگی ـ چێشتی مجێور ③ /ن:هەژار موکریانی
ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی سێیەم
https://t.me/Farhad_pirbal_official
کتێبی دەنگی ـ چێشتی مجێور 4/ن: هەژار موکریانی
ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی چوار
https://t.me/Farhad_pirbal_official
کتێبی دەنگی ـ چێشتی مجێور 5
ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی پێنج
https://t.me/Farhad_pirbal_official
کتێبی دەنگی ـ چێشتی مجێور ⑥ کۆتایی
ناوی پەرتووك : چێشتی مجێور
بابەت : ژیاننامە
نــووســینی : هەژار موکریانی
خوێندنەوەی : ئومێد عەلی
کاری دەنگ : دلێر سەلیم
بەشی کۆتایی
https://t.me/Farhad_pirbal_official
چیشتی مجیور.pdf
15.6 MB
نسخه کامل کتاب چێشتی مجێور ماموستا هژار
زبان: کوردی سۆرانی
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
VEQETÎN

Sond be êdî ta ku sax im, guh li qelbî nadirim
Tilî û destan, dî bi kêra dîtina te nabirim

Dê bisojim deftera şê'irên di wan da tu heyî
Hibr û pênûsan idî_li bajar û sûkan nakirim

Bess e êdî min şika pişt ber xem û daxên giran
Dê li vir danim, idî barê te ez hilnagirim

Min re dêjî halê aşiq bê evîn kaviltir e
Ka werev min helweşîne, vanê ber te hazir im

Min ditirsînî ji daxa dûrî û cergê kebab?
Dax çî ye û sotin çî ye, madem bixwe ez agir im

Wer dibêjin pê evînê sax e dil, kal nabe ew
Min newê, kalbûn li ku yî wer mirin ez dê mirim

Min tu havêt paşî demsala zivistana dilî
Taze pey werza bihar û bişkivînê nagerim

Min bi salan ber te gêrand dest û mame bêmiraz
Taze tewda tu bibî dest, soz be êdî nagirim

Walî Bedelpûr
2023/10/05

@kaniya_evine
Erê lawo qelemê çavê neyarên te ken e
Tu bizane rihê bavê te jî gel te dikene
Bi xwe bawer be ku dawî dibe rûreş dijmin
Ji bo azadî ku nêzîk û eyan e bikene


ئەرێ لاڤۆ، قەلەمێ چاڤێ نەیارێن تە کەنه
تو بزانه روحێ باڤێ تە ژی گەل تە دکەنە
ب خوە باوەر بە کو داوی دبە رووڕەش دژمن
ژ بۆ ئازادی کو نێزیک و عەیانە بکەنە


Walî Bedelpûr

#rojava #şehîd #azadî
@kaniya_evine
Forwarded from اتچ بات
SORPERÎ

Her si'et û roj û şev û hîv û sal
Kûçe û kolan û şeqam û li mal
Ger seferê bim tevî dost û heval
Ya bi tenê bim nebe min kes li bal
Nasekine_ji vê bezê hespê xeyal
Her tenê yek pirs e ji wî ra siwal

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

Gotine jîn rojekê reş yek geş e
Rojekê ger xem be idî yek xweş e
Bê te ema, emr û temen tim reş e
Hespê jiyanê li gerê bêbeş e
Çerx_i di kendal û idî nameşe
Dil ser e ber bayê xeman helweşe

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

Pey te ye roj her diçit û tête der
Reng te ji heyvê ji xeman kirye zer
Ba te ji çolan wihe kir der be der
Pey te ye av ketye riya bêveger
Ser te ji xwe agirî sot çav û ser
Rehmê ji cîhanê tu nakî meger?

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

Bo xwedê carek me temaşa bike
Halê me xweş ke tevî başa bike
Em te re parsek tu me paşa bike
Bes me nebîn, bes tu me haşa bike
Kêm genimê nav devê aşa bike
Carek eqel gel me niqaşa bike

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

Sorperiyê şasenema Ûrmiyê
Tazegula şar û li gund û çiyê
Dil li me vala neke vê hêviyê
Pey te me dil xiste li ser vê riyê
Tu weke fanos î di vê tariyê
Carekê ma nabe bikî roniyê?

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

Pirs bike halê vî dilî sorperî
Teq teq e hîn jî ew e pişta derî
Hêvî ku çû, nestîne jê bawerî
Duh şevê dît xewnê ku tu dê werî
Ma çi dibit xewnê bibî tu serî
Kêm bike tu vî dilê min ker kerî

Sorperiya nazik û rind û delal
Bo xwedê carek li me napirsî hal?

01/09/2023
#Walî_Bedelpûr
Merîwan

@kaniya_evine
Forwarded from Sîpan Rojhilat
🔸 Sîpan Rojhilat | Bazara Evînê

🦋 @Gotinen_Xwes
EY BEŞER

Ey beşer wijdan te bo çendê firot
Dad û insaf nav kîjan arî te sot?
Ya nebûyî tê serê bêdewletan
Lal be ezmanê te ku carek negot

Ey beşer mafê mirovên te derew
Kuştin û ceng e û hemû talan û rew
Ver dibin însan di nav xwîna xwe da
Kerr bûyî ta kengê xwe bêxî di xew

Ey beşer kor î tu nabînî meger
Bombeyan zarok kirîne ker bi ker
Pîr û kal jêr xaniyên kavil de man
Zalimo ma qet tu têr nabî ji şer?

Milletên jêr dest hero tên kuştinê
Mûşek û agir bi ser tên rêhtinê
Nûçeyên dagirkirî, le'inet ji we
Bes bidin zulma gurên har, şuştinê

Çêkirin xîmê xwe ser xwîna gelan
Wan re cîhana sêyem gotin helan
Têr nebûne hê ji talan û dizî
Şahiya wan ser cinaze û kavilan

Ger biwijdan bî beşer ferqek nîne
Ew çi Rojava çi jî Fillistîn e
Ya tê kuştin bingeha însaniyet
Yê nezanît, how e ew însan nîne

Walî Bedelpûr
18.10.2023

@Kaniya_Evine
husna ezel.NashmilNezamil
<unknown>
Meşşateyê husna ezel
Çengalê zulfan tab da
Da ˈişq-i hil bit pêl bi pêl
Qelbê me bê cellab da

Husna hebîb û lutfê yar
Avête dil ˈişqa xedar
Lew selb kir jê ixtiyar
Wê husnê ev îcab da

Min dî seher zulfên di mest
Hatin sema ihram best
Çûn secdeya xalê bi qest
Lew haciban, mihrabda

Rûh û rewanê min hebîb
Dîsa bi telbîsa reqîb
Rencîde kir miskîn-xerîb
Terka dilê ehbab  da

Mehbûb bi cam a pir gulav
Ker kir li min cerg û hinav
Zehra helahil bû di nav
Lew saqî ew cullab da

Wan dest û zend û saˈidan
Mey dane şêyx û zahidan
Mestî be çeşmê şahidan
Ew nêrgiza sîrab da

Miskê reşandî ez dibêm
Wan nuqteyan hin bûne kêm
Lê "xettê reyhanî" li dêm
Katib ji nû iˈrab da

Nazikqeda nûrînbeşer
Ew bû li min neqşê beser
Dîtna xiyalê her seher
Nav dîdeˈyê bêxwab da

Ew tilliyên nazik reqîq
Pir da me fincana ˈeqîq
Ew badeya nûrîn rehîq
Minnet bi min Wehhabda

...

#Melayê_Cizîrî

Xwendin:
#Neşmîl_Nizamî

🍃🍃🍃🍃🍃🍃🍃🍃
T.me/Kaniya_Evine
@Kaniya_Evine
🍂🍂🍂🍂🍂🍂🍂🍂
Forwarded from Samir
Dilbendê Bazara Kê Yî ?

Ev dil giriftarê te ye
Lê ka tu dildara kê yî?
Pirr kûr birîndarê te ye
Pirr kûr birîndarê te ye
Lê tu birîndara kê yî?
Lê tu birîndara kê yî?
Keçikê tu birîndara kê yî?

Zikra te li ser lêv, roj û şev
Pesna te naxim ez ji dev

Ketime derdek bê eman
Bêhal di êşek pirr giran
Min kir kirasê xem li can
Min kir kirasê xem li can
Kafir tu xemxwara kê yî?
Kafir tu xemxwara kê yî?
Keçikê tu xemxwara kê yî?

Min wek hejarek bêsitar
Omrek li pey te kir xusar

Min got û got û got û got
Ezman ji qîrîna min sot
Sûka te da min can firot
Sûka te da min can firot
Dilbendê bazara kê yî?
Dilbendê bazara kê yî?
Keçikê tu bazara kê yî?

Gurr gurrmî hil bûn
Êş û jan
Ez bûm evîndar
Nav xeman
Gurr gurrmî hil bûn
Êş û jan
Ez bûm evîndar
Nav xeman
Kê dizane çend baban
Ezîzên ber dilê xwe
Amanetî xwedê kirin
Û çûn...?

Çavê çend bexitreşan
li riya vegera qehremanên jiyana wan qerimînin?

Sê dar û benikek
Û canên bêxwedî
Bi dehan sal in li hev cida nabin

Bi dehan sal in li me cida nabin

Of kesera bêbext...

29.12.2023
@kaniya_evine