Şahmaran 🐍
154 subscribers
2.78K photos
205 videos
21 files
516 links
🔶

Dar li ser koka xwe,
mirov li ser zimanê xwe şîn dibe

درخت بر ریشه‌اش، انسان بر زبانش میروید
Download Telegram
Ji derd û kulê evînê
Dil sor bûye ji xwînê
Carek were xewna min
Bibe mêvanê dilê min

Wer bibîne vî halê min
Çawa dibe jiyana min
Xwe berde nava dilê min
Derman bike birînên min

Ev birînên kûr û xedar
Dikim nakim nayê hedar
Şev û rojê dikim hewar
Ji van birînê şewat û ar

Suliman Mustafa
19/7/2017


@Shahmaran 🐍
از شب
تو مانده‌ای
و خواستنــــــــــــــت...💛
Ji şevê tu mayî
û hezkirina te

@Shahmaran🐍
Vê berbangê, Şewqa sibê
Roniya xwe vedaye. Dema we xweş be!


@Shahmaran 🐍
Bav ji kurê xwe re got ; Xirabî ya herî mezin dizîn e. Jixwe her xirabî ji dizînê diafirê.
Kurik got ; Kuştina mirovek jî xirabîyek mezine.
Bav got ; Kuştina mirovek jî dizîne.
Dizîna mafê jîyanê !

Ji pirtuka Neçîrvanê Barfirokê /Uçurtma Avcısı


@Shahmaran 🐍
Azadî ewe ku, tu berya her tiştî, pişte xwe bidî tarîyê û berê xwe bidî rojê...Bê tirs gav bi gav pêşde herî!


@Shahmaran 🐍
"Zimanê ku tu nizanbî tu nikarî hînê zarokê xwe bikî"

@Shahmaran 🐍
Were hinkê bikene
Da gul vebin gulên sor
Ma qey yên wek te hene
Hem ji nêzîk hem ji dûr
Dilbikul

@Shahmaran 🐍
Forwarded from اتچ بات
Ez çi bêjim

Ez çi bêjim mest û gêjim
Perîşan û dil birêjim
Şeyda yê evîna te me
Timî navê te dibêjim

Çend şev bûrîn min nedî xew
Ji derdê te keçka bedew
Oldarê evîna te me
Tu qet li min neke derew

Baxê dilê min nû jîndan
Azad bûm ji nava zîndan
Mûrîdê ber destê te me
Cardî hatim bide rêdan

Were her şev bike serdan
Min hembêzke ez bi qurban
Rûgeha min yara ciwan
Derxe ji dil kul û derdan

Demhat......

@Shahmaran 🐍
Forwarded from اتچ بات
Gava tu çûyî
Ez mam bê te
Pey çûyîna te
Pel weşiyan.

Gava tû çûyî
Ez mam bi tenê
Baran barî
Kulîlk çilmisîn

Gava tu çûyî
Destê min berda
Ez mam bê te
Ez mam bi tenê

Gava tu çûyî
Hêviyên min
Li ser rêyên
Hêvya te me.

Karînê Osêyan


@Shahmaran 🐍
Xemgînim ji dûrahiya te
Dil esîre ji evîna te
Çav hêstir bi xwîne li rêya te
Kengî tu yê vegerî gul çelmisîne
li benda le
Kengî tu yê vegerî ,azad bijim
li hembêza te .........


@Shahmaran 🐍
Forwarded from اتچ بات
Hevala xerib! ^^^^ KURDİSTAN ❤️

🌹Şengal🌹

Li welatê min
Baran sor e
Esman sor e
Ax sor e
Axîn sor e
Êvar sor e
Sibeh sor e
Pêşeroj sor e
Paşeroj sor e
Buhar sor e
Êş sor e
Peyv sor e
Reşgirêdan sor e
Spî sor e
Dastan sor e
Daristan sor e
Helbest sor e
Darbest sor e
Li welatê min
Bi tenê
Navê şehîdan kesk e...

Ehmed Huseyni


@Shahmaran 🐍
به شب سلام؛
که بی تو
رفیق راه من است

#حسين_منزوی

Ji şevê re silav;
Ku bê te
Hevalê rêya min e


@Shahmaran 🐍
Çiqas kêmin
Ew mirovên dil paqij
Ku dilê te hembêz dikin
Bê gilî û bê gotin.

Karînê Osêyan


@Shahmaran 🐍
طنز کوردی

#Pêkenok


@Shahmaran 🐍