Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji bo bîranîna 4 lehengan şoreşa Rojava, Şehîd Aram, Şehîd Gerzan, Şehîd Diyar û Şehîd Welat.
Rojava FM
Rojava FM
🕊1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Salvegera 10`mîn a komkujiya Şengalê (3`ê Tebaxa 2014).
Rojava FM
Rojava FM
❤1👍1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
نددت قوات الحماية الجوهرية HPC وقوات الحماية الجوهرية-للمرأة HPC-JIN عبر بيان هجمات الإبادة والاحتلال واستنكرو خيانة الحزب الديمقراطي الكردستاني الذي يدعي بأنه حزب كردي. وعاهدو بأننا سنبقى في ساحات النضال والمقاومة إلى أن نتمكن من إنهاء الاحتلال وممارسات الخيانة على أرضنا وشعبنا.
وعلى هذا الأساس على رأسها النساء، دعوا كافة الشعوب التواقة للحرية، وكافة الكرد والعرب والتركمان والديمقراطيين والاشتراكيين والوطنيين وأهل الشرف أن يروا هذه الحقيقة ويتبنوا مقاومة الكريلا.

Radio Rojava
Photo
YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL
FERMANDARIYA GIŞTÎ
03.08.2024
Bi boneya salvegera komkujiya li ser gelê Êzidî li Şingalê
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî gelê me yê Êzidî komkujiyek pêk hat ku ji bo hemû mirovahiyê cîhê şermê bû. Em kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane û hemû cangoriyên azadiyê yên ku ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzidî canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Gelê Êzidî ew gel e ku kevneşopiyên herî qedîm ên Kurdan jiyane û heta îro parastine. Gelê me yê Êzidî ku di dîrokê de gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû ma, di 3’ê Tebaxê de bi komkujiya herî hovane ya dîroka xwe re rû bi rû ma. Di vê komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anî de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzidî ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Gelek hêzên ku komkujî bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn, beşdarî vê komkujiyê bûn. Yên ku komkujî plan kirin, bi qasî yên komkujî pêk anîne jî berpirsyar in. Dîsa yên ku di komkujiyê de gelê me yê Êzidî neparastin û çavên xwe ji komkujiyê re girtin jî berpirsyarê vê hovîtiyê bûn. Berpirsiyarên vê qetlîama ku wek jenosîd tê dîtin, divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.
Dema gelê me yê Êzidî li ber çavên cîhanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dihat qetilkirin, hemû cîhanê çavên xwe girtin û li komkujiyê temaşe kirin. Ji bo pêşîgirtina li vê qetlîamê, pêşî gerîlayên azadiyê yên Kurd mudaxele kirin û piştre hêzên me yên YPG-YPJ’ê mudaxele kirin û gelê me ji komkujiyê rizgar kirin. Divê her kes vê baş bizane: Di şexsê gelê me yê Êzidî de hewldana qirkirina mirovahiyê hebû. Berxwedana şervanên azadiyê hovîtiya DAIŞ’ê rawestand û mirovahî ji felaketeke mezin rizgar kir.
Çeteyên dagirker ên ku nekarîn di komkujiya Şengalê de encamekê bi dest bixin, piştre berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û xwestin tola Şengalê hilînin. Bi berxwedana YPG-YPJ'ê re çeteyên DAIŞ'ê li Rojava hatin bêbandorkirin û ruhê berxwedanê yê gelê Kurd, dost û dijmin ji her kesî re hat nîşandan.
Hêzên qetlîamker ên ku bi çeteyên DAIŞ’ê negihîştin encamê, bi rêbazên cuda êrîşên li ser gelê me berdewam kirin. Beriya her tiştî dewleta Tirk a dagirker nekarî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê qebûl bike û di her firsendê de weke tolhildanê êrîşî gelê me yê Êzidî yê Şengalê kir. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dehan Êzidî û şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze qirkirina Êzidiyan temam bike. Li hemberî van êrîşên ku berdewama komkujiya DAIŞ’ê ne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve tu bertekeke cidî nayê nîşandan. Dewleta Tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê me yê Êzidî xeteriyeke mezin e. Em bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmê dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin.
Em weke hêzên parastina gel YPG’ê careke din diyar dikin ku em ê weke berê îro jî gelê xwe biparêzin. Divê her kes bizane ku li hemberî her êrîşeke ku li dijî gelê me yê Êzidî pêş bikeve, helwesta me zelal e. Em diyar dikin ku em weke 10 sal berê îro jî bi hemû hêza xwe amade ne ku gelê xwe yê Êzidî biparêzin.
Di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de em hemû cangoriyên azadiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo parastina gelê me canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin ku ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî canê xwe feda kirine, û gelê xwe li hemberî her cûre êrîşan biparêzin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel

❤🔥1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
الإدارة الذاتية في مقاطعة منبج تلقي بياناً لاستذكار مجزرة شنغال، في الذكرى السنوية العاشرة، وذلك بحضور مؤسسات الإدارة الذاتية والأحزاب السياسية وتنظيمات المجتمع الديمقراطي وتجمع نساء زنوبيا ومجلس الاعيان والشعوب والمجالس المدنية في الملعب البلدي وسط المدينة.
Rojava FM
Rojava FM
❤🔥1
Bi wêne
Fermandar û şervanên YPG'ê ( Aram, Welat, Diyar û Berzan ) ku di 3'ê Tebaxa 2023'an de di encama êrîşeke hewayî ya balafireke bêmirov a dagirkeriya Dewleta Tirk li Qamişlo Şehîd bibûn, di salvegera 1'emîn a şehadeta wan de li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, bi beşdariya malbat û rêhevalên xwe ve bi merasîmeke bi heybet hatin bi bîranîn.