Radio Rojava
5.06K subscribers
22.9K photos
4.35K videos
69 files
398 links
Download Telegram
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Xwepêşanderên ku xwestin biçin Bab El-Hawa ji aliyê hin komên çete ve hatin astengkirin.

Rojava FM
👍1🤬1
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Leşkerên Tirk vekişiyan

Leşkerên Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Takad ê gundewarê rojavayê Helebê vedikişin.

Rojava FM
❤‍🔥1👍1
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Di navbera leşkerên Tirk û hin komên çete û xwepêşanderan de şerên dijwar rû didin.
Kuştî û birîndar hene.

Rojava FM
👍2🔥1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Daxuyaniya Rûsipiyên Eşîrên Kurd ên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê.

Rojava FM
👍1
Radio Rojava
Daxuyaniya Rûsipiyên Eşîrên Kurd ên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê. Rojava FM
Bi Navê Serok û Rûspiyên Eşîrên Kurd li Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê

Em serok û rûspîyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin. Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan re bide şerkirin. Mixabin hinek hêzên Başûr xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dikin û dibin şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan. Her şerê navxweyî di navbera birayên Kurd de, tenê di xizmeta dijminên me de ye û dibe sedema perçebûna yekrêziya me û lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.
Tê zanîn ku ji sala 2011 heya niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şerek diqewime. Ji ber vî şerî hejmarek Kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna hinek hêzên Başur de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKSê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cîhê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de pêşmergeyên roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e.
Li gor zanyariyên heyî, hinek hêzên Başur ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma pêşmergeyên roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gêrîla wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîddî ye û ji bo me cîhê şermê ye. Gêrîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gêrîla erka herî li pêş a hemû Kurdan e. Şerkirina li hember gêrîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.
Em li vir li ciwanên xwe yên ku li başûrê Kurdistanê, di nav pêşmergeyên roj de ne bang dikin û dibêjin: Ji bîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê brakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin.
Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û biratî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.
Di dawiyê de, em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku Kurdistana me ji hemû ziyanan biparêze û me ji rêya silametî û aramiya gelê me û neteweya me dernexe.
Serok û Rûspiyên eşîrên Kurdên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê
👍1
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
👍1
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
الثلاثاء 02 تموز/ يوليو 2024.

Rojava FM
👍1
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla li rojavayî bajarê Til temirê bi obîsan topbaran dike.

Rojava FM
👍1
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
👍1
اسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
الاربعاء 03 تموز / يوليو 2024.

Rojava FM
👍1
TEV-DEM'ê 12'mîn salvegera xwe li Bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo pîroz kir Rojava FM
3❤‍🔥2