Radio Rojava
4.91K subscribers
23.4K photos
4.41K videos
69 files
409 links
Download Telegram
بالصور:
أهالي مدينة قامشلو يشيعون جثمان الشهيد محمد خلف ( محمد كرباوي) المقاتل في صفوف وحداية حماية الشعب وعضو كونفدراسيون جرحى الحرب , الذي استشهد في الـ 18 آذار الجاري نتيجة مرض عضال , إلى مثواه الأخير في مزار الشهيد دليل ساروخان بمدينة قامشلو.
Bi wêneyan:
Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed Xelef (Mihemed Girbawî) Şervanê Y.P.G û endamê Fedirasyona gaziyên şer ku di 18’ê Adarê de di encama nexweşiyê de şehîd bibû li goristana Ş. Delîl sarûxan oxir kirin.
❤‍🔥2
بالصور:
أهالي حي قدور بك في مدينة قامشلو يحتفلون بـ #نوروز 2024.
Bi Wêneyan:
Şêniyên taxa Qedûr Beg a bajarê Qamişlo #Newroza 2024’an pîroz kirin.
Rojava FM
❤‍🔥51
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
الشبيبة الثورية في تل تمر وبمشاركة العشرات من المدنيين يوقدون شعلة نوروز في بلدة تل تمر.
Ciwanên şoreşger ên Til Temirê bi beşdariya bi dehan welatiyên sivîl agirê Newrozê li bajarokê Til Temir pêxistin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
من احتفال اهالي ناحية عين عيسى بقدوم عيد النوروز.
Ji pîrozkirina Newerozê li navçeya Eyn Îsa.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji Rojava FM Newroza we pîroz be. ✌️💚❤️💛
أسرة روجآفا اف ام تهنئكم بقدوم عيد النوروز. ✌️💚❤️💛

Rojava FM
❤‍🔥4
Radio Rojava
Photo
HPG - Kurmancî, [20/03/2024 10:29 ص]
Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re!


Em cejna azadî û vejînê ya gelê xwe Newrozê bi bihareke nû pêşwazî dikin. Cejna Newrozê beriya her tiştî li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me, bi hezkirin û hurmeteke mezin Rêberê xwe silav dikin. Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê yê leheng ê ku di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe, li gelên xwişk û bira, li dostên gelê me û hemû mirovahiya demokratîk a ku ji vê kevneşopiyê bawer dike, pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de ku ev roja meşaleya azadî û eykîtiya me bi agirê Newrozê di bedena xwe de hîn bi wate kir, hemû şehîdên leheng bi minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê nobedarên ala serketinê ya şehîdên xwe bin, di nava têkoşîna 'Rêbertiya azad, Kurdistana azad de' xwedî li bîranîna wan derkevin.

Tê zanîn, dewleta Tirk a qirker a ku bi salan e li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me di her astê de êrîşan dike, rewşa jeo–stratejîk a Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dike û bi piştgiriya siyasî, leşkerî û teknîkî ya ku ji hêzên herêmî û navneteweyî werdigirin, hewl dide li dijî têkoşîna me serwer be. Rejîma faşîst a AKP–MHP'ê bi tecrîdkirina gelê me û tevgera me ji cîhanê, bi bêparhiştina gelê me ji dostên xwe, dixwaze encamekê bi dest bixe. Lê mîna di hemû mijarên din de, di vê mijarê de jî dewleta Tirk a qirker mêtinger li hemberî doza mafdar a gelê me nekariye encama dixwaze bi dest bixe.

Di vî şerê topyekûn ê li dijî tevgera me de, dewleta Tirk herî zêde pişta xwe bi SÎHA (Balafirên bê mirov ên bi çek) germ kir, ku bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî karîbû çêbike. Rejîma AKP–MHP'ê bi van amûran êrîş bir ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê me yê welatparêz û jê bawer kir ku bi vê çeka teknîka dawî ya serdemê dikare encamê bi dest bixe. Bi taybetî bi van makîneyên mirinê di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojava li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh bi dehan êrîş kir, bi sedan mirovên me qetil kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê beriya her tiştî bi pêngavên taktîkî bersriv da van êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger û bi berxwedana xwe ya mezin a li ser bingeha ruhê Newrozê nîşan da, plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk bir. Li gel vê yekê, tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuze ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê. Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi SÎHA'yan tîne, li her deverê propagandaya wê dike, xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA'yan bêbandor bikin. Ji 13'ê Sibata 2023'an û vir ve hêzên me 15 SÎHA'yên bi cûreyên cuda anîn xwarê.

HPG - Kurmancî, [20/03/2024 10:30 ص]
Li gorî vê yekê;

🔸 13'ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

🔸 18'ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

🔸 8'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA

🔸 14'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê BAYRAKTAR TB2

🔸 21'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Garê ANKA

🔸 22'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê AKSUNGUR

🔸 5'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê AKINCI

🔸 8'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

🔸 17'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA

🔸 30'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê AKINCI

🔸 15'ê Tebaxa 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ANKA

🔸 5'ê Mijdara 2023 li ezmanên Zap / Şikefta Birîndara BAYRAKTAR TB2

🔸 6'ê Mijdara 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê AKSUNGUR

🔸 28'ê Kanûna 2023'an li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê BAYRAKTAR TB2

🔸 1'ê Adara 2024'an li ezmanên Zap / Çiyareş balafira bêmirov a bi çek a bi tîpa ANKA ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
❤‍🔥2👍1