Radio Rojava
5.2K subscribers
22.5K photos
4.27K videos
66 files
385 links
Download Telegram
Bi wêne
Yekîtiya Ragihandina Azad Şehîdên Çapemeniyê yên ku di meha Cotmehê de di êrişên çe.teyên D.AI.Şʹê û Dewleta Tirk a dagırker a li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bibûn, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de , bı dehan Rojnamevan û Malbatên Şehîdên Ragihandinê beşdar bûn. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê Şehîdan dest pê kir paşê lı ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin, tê de soza bi Şehîdan re hate nû kirin. pişt re seredana Ggorên Şehîdan " Mihemed Reşo – Hogir Qamişlo – Seyd Evran " hate kirin.
Rojava FM
Bi wêne
Encumena Jîngehî ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya 1'mîn li bajarê Qamişlo li darxist. Di civînê de avakırına Encumenê û giringiya wê jı bo herêmê hat nîqaşkirin û nirxandin.
Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” komek helbestvan û hunermend li bajarokê Til Temirê beşdarî şeveke helbestê ya li ser Rêber Ocalan bûn.

Rojava FM
Bi Wêne: Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 435 Xwendekaran li parka Azadî a bajarê Qamişlo Şahiyek li darxist.

Rojava FM