Radio Rojava
4.95K subscribers
23.3K photos
4.39K videos
69 files
403 links
Download Telegram
بالصور
أهالي مدينة قامشلو يشيعون جثمان الشهيدة نارفين هوكر , المقاتلة في وحدات حماية المرأة نارفين هوكر والتي استشهدت بتاريخ 22 نيسان، نتيجة حادث سير على طريق صرين, إلى مثواها الأخير في مزار الشهيد دليل ساروخان.
Bi wêneyan
Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ Narvîn Hogir a ku di 22’ê Nîsanê de di encama qezayeke trafîkê de li ser rêya Sirînê Şehîd bibû, li mezarê şehîd Delîl Sarûxan oxirkirin
Rojava FM
👍2🙏1
بالصور:
إحياء الذكرى السنوية الـ 109 للإبـ ـادة الأرمنية التي التي ارتٌكبت بحق الشعب الأرمني , على أراضي الدولة العثمانية من قبل حكومة جمعية الاتحاد والترقي في 24 نيسان عام 1915 , وذلك خلال مراسم أٌقيمت في كنيسة هاكوب قديس بمدينة قامشلو.
Bi Wêne:
salvegera 109mîn a qirkirina Ermeniyan ku di 24'ê Nîsana 1915'an de ji aliyê Osmaniyan ve pêk hat , Bi merasîmekî li Dêra Hagob Qiddîs a qamişlo bibîr hat
Rojava FM
🙏2🍾1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
إحياء الذكرى السنوية الـ 109 للإبـ ـادة الأرمنية التي التي ارتٌكبت بحق الشعب الأرمني على يد الدولة العثمانية من قبل مجلس المجتمع الأرمني وذلك في صالة سردم للثقافة والفن بمدينة الحسكة.
Salvegera 109`mîn a Komkujiya Ermeniyan a ku li ser destê Împaratoriya Osmanî li dijî gelê Ermenî pêk hat, ji aliyê Meclîsa Civaka Ermenî ve, li hola Çand û Hunerê ya Serdem a bajarê Hesekê hate bibîranîn.

Rojava FM
🙏2
😢21
Radio Rojava
Photo
Em şehîdên Qereçoxê bi hemû rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê bi pêş ve biçin û bibin dengê gelê xwe û hêzên xwe.

Ji raya giştî re

Di 25’ê Nîsana 2017’an de beriya 7 salan dewleta Tirk a dagirker bi zêdetirî 25 balafirên şer êrîşî nuqteyên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, Navenda Radyoya Rojava û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel kirin.
Di encama êrîşê de hevrêyên me û damezrînerên Radyoya Rojava “Şîlan-Heqî-Rêwan” jî di nav de 20 pêşeng û şervanên Yekîneyên Parastina Gel û jin şehîd bûn.

Bi êrîşa hovane ya terorîstan, bi taybetî hedefgirtina baregehên Radyoya Rojava, rejîma AKP-MHP ku li pêşberî serkeftinên hêzên me yên wê demê li dijî rêxistinên terorîst bê hêz bû, xwest ku Dengê Rastiyê ji xwe re bike hedef û nehêle ku radyoya me weşana xwe bidomîne, nemaze piştî ku di şopandina bûyeran de û li kêleka şervanan li hemû eniyên şer rawestiya û destanên wan ên lehengiyê tomar kir, bû riyeke ji bo yekirina dengên pêkhateyên herêmê, ji ber vê yekê rejîma faşîst a Tirk bi armanca ku me ji raghandina heqîqetê bêdeng bike dest bi êrîşan kir, lê me dewamkirina peyama xwe kir û dikin: “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Hûn nikarin me ji şopandina heqîqetê dûr bixin û em ê bibin vedenga dengê pêkhateyên herêmê.”

Rêhevalên me yên şehîd Heqî-Rêwan-Şîlan di parastina gotina azadiyê bi awayekî bêwestan erka xwe ya dîrokî lîstin û tevî derfetên xwe yên kêm karîbûn di xebatên xwe de bi ser bikevin ji berk u di karê xwede dilsoz bûn û ji gelê xwe û welatê xwe hez kirin û di avakirina raghandina demokratîk û azad a herêmê de beşdar bûn.
Îro Radyoya Rojava ji saetên sibê heta nîvê şevê dixebite û bernameyên xwe yên civakî -ciwanî-jin-çandî-hunerî-siyasî-nûçe û geşedanên dawîn bi saetan diweşîne û dengê me li herêmên Başûrê Kurdistanê-Şengalê-Çiyayên Azadiyê û li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji Dêrikê heta Kobanê-Şehba-Helebê û hinek ji derdora Şamê tê bihîstin, û li gorî xwestekên alîgirên me û şopînerên me, qada weşanê berdewam dike û radyoya me ji bo parastina nasname - çand û zimanê ku ji aliyê rejîm û hêzên dijî demokratîkbûnê tên tunekirin, têdikoşe û dixebite.

Dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku piştgirî û piştevaniya wê dikin hedefgirtina çapemeniya azad û têkoşîna li dijî saziyên çapemeniyê yên ku bi xîret û aktîf kar dikin, bi mebesta pêşîgirtina li eşkerekirina rastiyan û eşkerekirina kiryarên xwe yên terorîstî yên li dijî mirov û xwezayê, didomînin fişare li ser welatan kir ku ji bo vê yekê piştgiriyê bikin, ta berî çend rojan baregehên kanalên Stêrk û Media Hebar TV ji aliyê hikûmeta Belçîkayê ve hatibûn armancgirtin û berî wê jî tirimbêleke kanala Jin TV, di meha Îlonê ya borî de di riya balafireke bê mirov hat hedefgirtin. ji bilî vê yekê ku rasterast xebatkarên raghandinê di dema rûmalkirina êrîşên ku di mehên borî de binesaziyê herêmê kiribûn armanc hedefgirt, ji bilî êrîşên teknîkî yên rojane li ser kanalên tilvizyonê, radyo û medyaya civakî û herwiha girtina rojnamevanan li bakurê Kurdistanê ku wan dixin zindanan û îşkenceyê li wan dikin berdewam e..

Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî PDK`ê li pêşiya çapemeniya azad astengiyan derdixe û rê li ber xebatkarên çapemeniyê asteng dike û wan digire, ji ber ku heta niha çarenûsa hevrêyê me Silêman Ehmed ne diyar e ku 6 meh in ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hatiye girtin. bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd, em van kiryaran şermezar dikin û bang dikin ku demildest bê berdan.

Di heftemîn salvegera êrîşa hovane ya ku li Çiyayê Qereçoxê hat kirin de, em her sê hevrêyên xwe yên leheng ên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê bi pênûsa xwe û bi lensa kamerayên xwe rabûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em piştrast dikin ku xewnên wan bi xebat, biryardarî û şopandina li hemû qad û çeperan bi cih bînin.

Radyoya Rojava, 25.04.2024
🙏2