Radio Rojava
4.94K subscribers
23.3K photos
4.41K videos
69 files
406 links
Download Telegram
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Roja 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be.
نبارك يوم الـ 8 من آذار على جميع نساء العالم.

Rojava FM
4👍1
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
3👍1
Radio Rojava
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
Roja Berxwedan û Cenga Azadiyê li Tevahî Jinan Pîroz Be
Ji Tevahî Jinan û Raya Giştî re!
Em 8'Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinên têkoşînvan, kedkar û berxwedêr, her wiha li lêgerînvanê azadiya jinê Rêber APO ku eşqa jiyaneke azad xiste dilê me de, pîroz dikin. Hemû jinên ku ji destpêka dîrokê de ta roja îro li hember her cure destdirêjî, êşkence û tundiyê serî rakirin û li berxwedan, di hafîzeya civakê de bûn cihê bîrewerî û serbilindiyê, silav dikin. Clara bi tekoşîna xwe, Hîpatya bi zanista xwe, Newal El-Sadawî bi pênûsa xwe, Sakîne Cansiz bi şerkeriya xwe bûn rênîşana rêya azadiya jinê. Di şexsê van jinên qehreman de em şehîdên cenga giran a Rojava fermandar şehîd Arjîn Kobanê, Ronahî Yekta, Bêrîtan Şoreş, Jînda Botan, Arjîn Efrîn, Bêrîtan Ereb û hemû şehîdên azadiya jinê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber dilwêrekiya wan ditewînin. Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ çawa ku me li ser hîmê parastina jin û gelan xwe bi rêxistin kir û 14 sal bi têkoşîn, şer û fedekariyeke mezin li ber xwe da, emê ji vir û şunde jî liberxwe bidin û sala 2025'an veguherînin sala azadî, aştî û wekheviya gelan.
Çanda berxwadanê ya 8 Adarê îro li bakur-rojhilatê Sûriyê di pêşengiya YPJ’ê de dewam dike. Di hemû qadên jiyanê de bi fedekarî, lehengî û berxwedaniyeke bêhempa jin li berxwe didin xwe û civaka xwe diparêzin. Li ser vê xakê bi hezaran canên bedew di oxira têkoşîna azadiyê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ji her aliyê cîhanê û ji çar perçeyê Kurdistanê jin ref bi ref ber bi şoreşê ve herkirîn û bi wêrekiya xwe destan nivîsandin. Ev xakên berxwedêr bi ruhê netewa demokratîk, pîrozî li ser pîroziya xwe zêde kir. Careke din hemû bawerî, komên etnîk û mirovên ji rengên cuda ji nûve hevdû hembêz kirin û şahidî ji vê têkoşîna dîrokî re kirin. Bi bawerî, zanist, îrade û hêza jinê wê ev têkoşîna domdar, bi serkeftinê tacîdar bibe.
Jina ku bi paradîgmaya Rêber APO xwe ava dike û ronî dibe, çawa ku duh ji bo înşakirin û parastina civaka demokratîk li berxwe da, îro û sibe jî wê mîsyona pêşengiyê bigre ser milê xwe. Ev jî bi pêşeniya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ve pêkan dibe. Di van kêliyên ku şer lê didome, di kêliyên ku em cejna xwe ya 8’ê Adarê pîroz dikin, jinên têkoşînvan, hevrêyên me di qadên cengê de bi bombardûmaneke giran re rû bi rû tên. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojane bi rêka balafirên şer, balafirên bêmirov, bi tang û topên xwe êrîşê qadên me dike. Ango ruhê berxwedêr ê 8’ê Adarê îro ji herdemê zêdetir bilind bûye û êrîşên dagirkeriyê vala derdixe.
Banga Rêber APO coş û kelecaneke mezin di dilê tevahî gel û jinan de avakir. Ev kelecan bi ruhê 8’ê Adarê re bilindtir dibe. Em banga Rêber APO watedar û bi nirx dibînin, guftûgoyên ku îro di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de tên meşandin, ji nêz ve dişopînin. Îro dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên giran ên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê asta dilsozî û samîmiyeta xwe ya li hember pêvajoyê nîşan dide.
Li Sûrî di nava 14 salên dawî de êş û birînên giran hatin jiyîn, ev êşên civakê ne pêkane bi HTŞ û serkêşê wê Colanî re werin dermankirin. Hukûmeta ku xwe bi xwe li Şamê xwe avakir nikare bi hişmendiya cîhadîst û selefî pirsgirêkan çareser bike. Nikare hilweşandin û êşa 14 salan ji holê rake. Dijberî wê îro li seranserî Sûrî êrîş, tundî û qirkirin bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Gelê Durzî rastî zext û êrîşan tê, gelê Elewî bi qirkirinê re rû bi rû dimîne û gelê Kurd tê înkarkirin. Her wiha gelê Ereb bê vîn û bê çare tê hiştin. Hişmendiyeke ku her kesî neçarî bêdengiyê û serî tewandinê dike, çawa ku nikare pirsgirêkan çareser bike, nikare xwe ji aqûbeta hatiye serê rejîma Baas jî xilas bike. Lewma yên ku heman rê û rêbazê weke çareserî ji xwe re esas bigrin, dawiya wan jî wê weke dawiya rêjîma Baas be.
5
Radio Rojava
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
Di vê wateyê de ji bo demokratîkbûna Sûriyê, em amade ne bi erka xwe rabin. Di vê derbarê de çareserî û projeyên me jî amade ne. Pêdiviya civakê bi demokrasî, wekhevî û azadiyê heye. Bi pergaleke ku hemû reng, hemû ziman û hemû baweriyan di nava xwe de dihewîne, Sûriye dikare li ser bingehek demokratîk jinûve were avakirin. Sûriyeke bi vî rengî hêvî û daxwaza her kesî ye. Pêşenigya vê jî wê jin bikin, ji ber ku qurbaniyên herî mezin ên vî şerî jinin û jin dikarin dawî li vî şerî bînin.
Em ne tenê hêza parastina bakur-rojhilatê Sûrî ne, di heman demê de em parêzvanên hemû gel, bawerî, ziman û çandên li tevahî Sûrî ne. Di vê wateyê de heya ku êrîşên hovane li ser gelê me yê bakur-rojhilatê Sûrî hebin, ne pêkane kes ji me çek berdanê hêvî bike. Di dema ku jin, gelê me û ev xak di bin gef û xeteriyan de be, mafê me yê herî rewa, mafê xweparastinê ye. Mafê xweparastinê, mafê jiyanê ye, kes nikare jinan û vî gelî neçarî bê parastiniyê bike.
Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedanvaniya jinê em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û em bawerin wê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê. Ev têkoşîn wê me berbi serdema civaka demokratîk a di pêşengiya jinê de bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz dikin.
Bijî 8’ê Adar
Bijî Rêber APO
Jin Jiyan Azadî

Fermandariya Giştî ya YPJ
07 Adar 2025
9
#LEZGÎN

Dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Rojava FM
8 ê Adarê lı jinên cîhanê Pîroz be.

Rojava FM
👍4
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Bi boneya 8 Adarê Fermandariya YPJ ê , bi Merasîmeke Eskerî û Şahiyekî Mazin rv roj li hemû jinan pîroz kir.

هنأت القيادة العامة لوحدات حماية المرأة يوم الثامن من آذار بمراسم عسكرية.


Rojava FM
6👍2
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
8'ê Adarê roja azadiya hemû jinên cîhanê ye.

يوم الـ 8 من آذار هو يوم حرية جميع نساء العالم .

Rojava FM
6
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Axaftina Berdevka Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin Rûken Cemal bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan.

كلمة المتحدثة بأسم مركز إعلام وحدات حماية المرأة روكن جمال في اليوم العالمي للمرأة.

Rojava FM
8🔥2
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Yekîneyên Parastina Jinê 8’ê Adarê bi Rêzeçalakiyan Pêşwazî Kirin

بمناسبة الثامن من آذار، قامت وحدات حماية المرأة بسلسلة من العمليات

Rojava FM
5
Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi Heyeta Îmraliyê re peyamek ji jinan re şand.
🫡32👍1🔥1
Radio Rojava
Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi Heyeta Îmraliyê re peyamek ji jinan re şand.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

"Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe. Meseleya azadiya jinê hêj jî girîngeya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun e. Heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îstapkirin, heya ku çanda serdest a mêr di kûrahiya civaka serdema nû de neyê fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekê re diyar bû. Kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna mêrekî bi pêwendiya wî ya bi jinekê re girêdayî ye.

Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Mêr jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinê ye. Ji bo jinan min birdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendayan di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yek xweda bi Babîlê destpê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di navbera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinê têkçûyîn destpêkir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan ve jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832’yan de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîlîzan dawî li vê çandê anîn.
2🫡2❤‍🔥1🔥1
Radio Rojava
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: "Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye! Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda.…
Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga ‘'Aştî û Civaka Azad’' di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim û 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.

Bi silav û hezkirinên xwe "
2🫡2
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Jinên li Bendeva Tişrînê daxuyaniya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan.

Rojava FM
🫡21
#Lezgîn
Di van kêliyan da dewleta tirk a dagirker bi belafirê şer dû caran derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Rojava FM
😢2
Jinan li Bendava Tişrînê bi cilûbergên neteweyî 8'ê Adarê pîroz kirin.

Rojava FM
🫡2