Radio Rojava
5.1K subscribers
22.8K photos
4.34K videos
69 files
394 links
Download Telegram
Radio Rojava
Di encama Topbarana li ser Qampa Şehba a ku dikeve Şêrewa keçika bi navê Lîlav Elî Bekir ê Temenê xwe15 birîndar bû. Navê Dayik: Eliye Navê Bav: Elî Bekir
Ji danê siharê ve li xeta Şêrewa Gundê Meyasê, derdora Gundê Birciaqasê, Soxanekê, Bênê, derdora Gundê Ziyaretê, derdora Dêrjimêl, Derdora Qampa Şehba ev qamp li Kiştiharê ye, Tinib, Kiştihar, Xeta Şera Şêwarqa,Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat û derdora wî Gundê Miniq, Eyn Deqnê, Bêlûniyê Topbaran dike.
🤬1
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê 2 balafirên keşfê ( Diron) yên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Rojavayê Minbicê xistin xwarê.
Rojava FM
Hêzên hikumeta Şamê merasîma oxirkirina şehîdên komkujiya li rojhilatê Dêrazorê, topbaran kirin.

Rojava FM
🤬4
Li gorî agahiyan duh bi şev leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xişxaş ya ser bi Herêma Berwarî ya Başûrê Kurdisrtanê, agir berdane erazî û piştre jî goristana gund şewitandine.

Rojava FM
🤮2🤬1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
بيان قبيلة #العكيدات بخصوص هجمات قوات النظام السوري على الريف الشرقي لدير الزور والمجازر التي ارتكبها بحق المدنيين.
Rojava FM
👍1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Xelkê Hecînê daketin qadan û êrîşên rêjîmê şermezar kirin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Di êrîşên komên çekdar ên Hikûmeta Şamê de ji malbatekê 2 zarok birîndarbûn û 2 zarokên din tev dayîk û metka zarokan hatin qetilkirin.
Her wiha zarokê bi navê Meddah Hesen Abdallah di roja yekemîn a êrîşa çekdarên rejîma şamê de birîndar bû.

Rojava FM
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gunde On Eldadat û gunde Çat ê bakurê kantona minbicê bi obîsan topbaran kir.

Rojava FM
2 dronên întîxarî ji hêla Iraqê ve hatin û li baregeha Amerîkayê (DYA) ya ku li gûndê Xirab Cir a girêdayî Rimêlanê ya Dêrikê dimîne, êrîş kir. Dronekî xwe di nava baregehê de teqandiye û dronekî jî hîn li hewayê de ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve hate îmha kirin.

Rojava FM
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
السبت 10 اغسطس/ آب 2024.

Rojava FM
Radio Rojava
Photo
Em hevrêyê xwe Soro Berxwedan bi rêzdarî bi bîr tînîn
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyê me Soro Berxwedan ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe li herêma Efrînê dida meşandin, di dîroka 9’ê Tebaxa 2024’an de dema li ser erka xwe bû, tevlî karwanên nemiran bû.
Rêhevalê me Soro Berxwedan li warê berxwedana serdemê, li bajarê Efrînê di malbatekî welatparêz ku xwedî çand û kevneşopiya kurdewariyê ne, ji dayik dibe. Rêheval Soro jî weke her ciwanekî Kurd ên xwedî wijdan dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir, li ser gelê me û pêkhateyên heyî êrîş hatin destpêkirin, berê xwe dide nava refên şoreşê û bi erkên xwe yê welatparêziyê radibe. Bi taybetî piştî ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bajarê Efrînê li pêş çavê cîhanê hate dagirkirin û gelê me ji ber kiryarên dermirovî ên dagirkeran hatin neçar man ku ji warê xwe koçî cihekî din bibe. Ji ber van sedemên heyî hîn bêhtir kîn û hêrsa tol girtinê di dil û mejiyê hevrê Soro de xurt dibe, ji bo vê daxwaz û armanca xwe pêk bîne jî tevlî nava refên hêzên me dibe. Rêheval Soro bi taybetmendiyên xwe yên balkêş ku bala hemû hevrêyên xwe dikişand, hevalekî ku çi erk û wazîfe jê ra hate diyarkirin bi coş û kelecanekî mezin pê ra rabû, xwe ti deman neda aliyekî. Rêhevalek fedakar û kedkar bû. Hewl da di her milî de xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên bîrdozî re hem di aliyê fikrî hem jî di aliyê pratîkê de, xwest ku ji daxwazên demê re bibe bersiv. Bê rawestan, li her deveran bi karê şoreşgertiyê rabû, heya kêliya xwe ya dawî jî her demê bi îrade û baweriyekî xurt ji bo rizgarkirina Efrînê û deverên din ên dagirkirî têkoşiya.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê malbata hêja ya rêheval Soro Berxwedan de, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke hevrêyên wî careke din soz didin ku em ê erkên şoreşê yên ku hevrêyê me Soro radestî me kir bi cih bînin, di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Soro Berxwedan
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 9’ê Tebaxa 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê
10’ê Tebaxa 2024
❤‍🔥21