Radio Rojava
5.09K subscribers
22.8K photos
4.34K videos
69 files
394 links
Download Telegram
Encumena rêvebir a Rêveberiya Xweser ya kantona Cezîrê û Meclisa kantona Qamişlo tîma Agirkujê ya Qamişlo ji bo xizmeta wan û taybet parastina werzê çandiniyê ya 2024`an xelat kirin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi armanca balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî konferansek li bajarê Hesekê li dar xist.

Rojava FM
❤‍🔥1
Lezgîn;

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û navîn gundê Til Turin ê Rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin. Di topbaranê de ji baregeha Kirediye yê gundê Tel Turînê hat hedefgirtin û di dema hedefgirtina bi çekên navîn de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Hêjayî gotinê ye ku ev gund neştecihin

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Der barê rizgarkirina zarokek û 2 jinên ciwan ên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin, YPJ`ê soza amadebûna xwe ya her tim ji bo parastina hemû jinan da.

Rojava FM
4
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Bab û Ezazê çalakî lidarxistin. 9 çete hate kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.
Di vê çarçoveyê de:
1- Di roja 29’ê Tîrmehê de, li xeta Babê, tîmekî me diçin dikevin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bi bandor li dagirkerên heyî hate xistin. Mevzî û çeperên heyî bi temamî tên îmhakirin. Di vê çalakiya heyî de bi giştî, 5 çete tê kuştin û 6 çete jî birîndar dibe.
 
2- Di roja 30’ê Tîrmehê de, du çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê tê lidarxistin. Di encama van çalakiyên heyî de jî, 2 çeteyên dagirker tê kuştin.
 
3- Di roja 31’ê Tîrmehê de, li xeta Şêrewa, navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder, hêzên me bi çalakiyekî taybet li kombûna dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya heyî de, 2 çete tê kuştin û 2 çete jî birîndar dibe.
 
Bi giştî, di çalakiyên hêzên me de, 9 dagirker tê kuştin û 8 jî birîndar dibe.
 
Hêzên Rizgariya Efrînê
02’ê Tebax 2024

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke.
LEZGÎN;
Dewleta Tirk a dagirker
Di saet 16:00’an de li gundê Xanaserê ya girêdayê Dêrikê nêzî şîrketa çîmentoyê bi balafirê çek a bêmirov êrîş kirin. Di heman demê de seyarekî li ber deriyê şîrketê jî xwestin hedef bigirin, lê ji ber îsabet negirtina seyare tiştek ji seyare nehat. Di encama êrîşan de ji bilî zirara madî, windahî çênebû. Hate zelalkirin ku balafira keşfê hîn jî li ser esîmana Dêrikê û gundewarên wî diger e.
Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulmecîd El-Elwan li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin.

Rojava FM
🕊2👍1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Girtina dewreya komandos TOL ku 120 şervanî cihê xwe têde girt û 3 mehan berdweam kir, şervanên ku beşdar bibûn têde waneyên leşkerî û idyolojî birin.

Rojava FM
👏10❤‍🔥11
Bi minasebeta salvegera jenosayda 3'ê Tebaxê ya li ser gelê Êzîdî Li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê a gundê Ehrezê ku dikeve kantona Şehba mûm li ser gorên şehîdan hate pêxistin.

Rojava FM