Rojava FM
4.58K subscribers
25.4K photos
4.7K videos
70 files
447 links
Download Telegram
نظم مزارعون من عامودا وريفها، اليوم الإثنين، وقفة احتجاجية أمام مديرية الزراعة والري في المدينة، احتجاجاً على تأخر تسليم كامل مخصصاتهم من المازوت الزراعي، مطالبين الجهات المعنية بالإسراع في توزيع الكميات المتبقية لضمان استمرار أعمالهم الزراعية خلال الموسم الحالي.

وعبر المحتجون عن استيائهم من استمرار تأخر التوزيع، مؤكدين أن عدم استلام كامل المخصصات ينعكس سلباً على محاصيلهم ويهدد سير العملية الزراعية، لا سيما في هذه المرحلة الحساسة من الموسم.

Cotkarên ji Amûdê û gundewarên wê li ber Rêveberiya Çandinî û Avdanê ya bajêr xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza dayîna mafê wan yê sotemeniya çandiniyê ya ku ji wan re hatiye veqetandin kirin. Wan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku belavkirina mîqdarên mayî bilezînin da ku di demsala niha de berdewamiya karê wan ê çandiniyê misoger bikin.

Rojava FM
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
بالرغم من العودة الجزئية للمهجرين إلى قراهم في ريف تل تمر ، إلا أن الواقع التعليمي يفتقد للبنية التحتية التي دمرها القصف التركي خلال السنوات الماضية ، عدسة روجآفا أف أم ترصد حجم الأضرار في مدرسة قرية الدردارة بريف تل تمر
Tevî vegera qismî ya xelkê koçber bo gundên xwe yên li gundewarê Til Temirê, sektora perwerdeyê ji binesaziya ku di salên dawî de ji ber bombebarana Tirkiyê wêran bûye bêpar e. Kamera Rojava FM zirarên dibistana gundê Dirdara li gundewarê Til Temerê tomar dike.

Rojava FM
Îro 28 şervanên YPJ”ê ku di zindanên Hikûmeta Demkî de dihatin dîlgirtin, hatin berdan.

تم إطلاق سراح 28 مقاتلة من وحدات حماية المرأة كانوا محتجزين في سجون الحكومة المؤقتة.

Rojava FM
نظم أهالي وذوو الأسرى، إلى جانب عدد من الأسرى المفرج عنهم، اليوم الاثنين، وقفة احتجاجية عند دوار المرأة الحرة في مدينة عامودا، للمطالبة بالكشف عن مصير الأسرى المتبقين لدى الحكومة السورية المؤقتة، والعمل على إطلاق سراحهم.

Xelkê bajarê Amûdê her wiha dîlgirtiyên ku hatine berdan daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên li gel Hikûmeta Demkî kirin.

Rojava FM
1
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
Rewşa Hewayî ji Rojava FM 🌦🌺
Forwarded from YPG Press Office
Em Hevrêyên Xwe Têkoşer û Şorşeş Bi Rêz Û Minetdarî Bibîr Tînin
Forwarded from YPG Press Office
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Şoreşa Rojava, şoreşeke gel e ku bi bedelên giran hatiye afirandin. Ji çar beşên Kurdistanê jin û xortên çeleng beşdarî têkoşîna li Rojava bûn.

Hevalê Şoreş û Hevalê Têkoşer jî di sal û cihên cûda de beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û di şoreşa Rojava de pêşengiya gelê xwe kirine. Hevalê Têkoşer di encama nexweşiyê û hevalê Şoreş jî di encama qezayekê di dîrok û cihên cûda de gihaştine şehadetê.

Ji ber şehadeta hevalên xwe, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û ji herdû malbatên xwe re dixwazin.

Hevalê Têkoşer Amed, li Amedê jidayik bûye û ji eşîra Omeriyan e. Salên dirêj di nav ciwanên şoreşger de xebatan dimeşîne. Ji ber vê jî 5 caran tê binçavkirin. Tevî komek hevalên xwe li ser navê ‘Mertalên Zindî’ di sala 2005’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi salan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe û ji lingê xwe ve birîndar dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê yên bi ser gelê Rojava de, di sala 2014’an berê xwe dide Rojava û ji destpêka şerê Kobanê heta rizgarkirina gundewarên Kobanê di pêngavan de dimîne û pêşengiya şer dike. Hevalê Têkoşer Amed, li cihê lê dima pir dihat hezkirin, şerker bû, bi her hevalekî/ê re li hev dikir û xwedî sekneke rêxistinî ya gihaştî bû. Bi coş û moral li seranserê herêmên Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê xebatan meşandiye. Gelê me yê Efrînê piştî sala 2018’an ji cih û warê xwe koçber bûn. Hevalê Têkoşer, li Helebê salên dirêj di nav xebatên parastina gelê me yê Efrînê de cih girt.

Hevalê Şoreş Andok, bi eslê xwe ji Mûşê û ji eşîra Xî’ye. Lê ji ber zordariya dewleta Tirk, malbat koçî bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê bûye û hevalê Şoreş li vî bajarî jidayik dibe. Bi gotinê Hevalê Şoreş; ‘‘hatin û bê sewal û pirs gundê me şewitandin, xaniyên me xerakirin û li ber çavên min li dayika min dan. Dayika min xistin binçavan. Min vê yekê qet qebûl nekir û ev mijar bû sedema min a herî mezin a têkoşînê.’’ Hevalê Şoreş herçiqas li xerîbiyê mezin bûbe jî kok, dîrok û zilma ku li ser malbat û gelê wî hatiye sepandin jibîr nekir û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê ya bi ser gelê Rojava de berê xwe dide Rojava û li Kobanê di pêngavên şikandina DAIŞ’ê de cih digire. Beşdarî pêngavên; Girê Spî, Bendeva Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Berxwedana Serdemê dibe û di şerê Minbicê de ji lingê xwe birîndar dibe. Hevalê me Şoreş Andok, salên dirêj li Helebê di nav xebatên parastina gel de xebatan dimeşîne.
Herdû hevalên me, di dema li ser kar û xebatên xwe yên li Helebê bûn de, Hevalê Têkoşer Amed ji ber nexweşiyê û Hevalê Şoreş jî di encama qezayekê de gihaştin şehadetê.

Em herdû şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Di serî de ji gelê xwe yê welatparêz û ji herdû malbatên xwe yên hêja re sersaxiyê dixwazin.


Navenda Ragihandina YPG
2’ê Hezîrana 2026
2
Forwarded from YPG Press Office
Nav û Paşnav: Muharem Kurt
Nasnav: Têkoşer Amed
Navê Dayik û Bav: Ayşe-Mehmet
Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1979
Dîroka Şehadetê: 17.11.2021
2
Forwarded from YPG Press Office
1
Forwarded from YPG Press Office
Nav û Paşnav: Mücahit Ayten
Nasnav: Şoreş Andok
Navê Dayik û Bav: Feryaz-Mustafa
Dîroka Jidayikbûnê: 04.05.1997
Dîroka Şehadetê: 25.10.2021
2
Forwarded from YPG Press Office
1