Radio Rojava
4.93K subscribers
23.3K photos
4.41K videos
69 files
406 links
Download Telegram
Şandeyek ji Rêxistina Jin a Partiya Demokratî Pêşverû Kurd li Sûrî bi pêşengiya Mizgîn Berekat endama serkreteriya navendî ya partiya Pêşverû, her wiha ji endamên partî Hêlîn Osê, Şukriya Mihemed, Wan Berekat û dayka Ciwan bi boneya 8’ê Adarê cejna jinên cîhanê serdana biryargeha giştî ya YPJ kirin. Endama fermandariya giştî ya YPJ Rohilat Efrîn, Endama Konseya Leşkerî ya YPJ Kurdistan Dêrik û fermandara Yekîneyên Jinên Ermen Sûsê Serkîs pêşwaziya şandeyê kirin.
Şandeya jin a partiya Pêşverû piştgiriya xwe ya bi şervanên YPJ re raberkirin û dan zanîn ku “YPJ hêza parastina hemû jinên Sûrî ye û çavkaniya hêza me ye”.
Endama Fermandariya YPJ Rohilat Efrîn jî têkoşîna jinan a li her qadê silav kir û da zanîn ku divê bi wesîleya roja 8’ê Adarê asta têkoşîn û rêxistinbûna jinan bilintir bibe. Ev wê hevgirtin bibe wesîleya avakirin û parastina civaka Demokratîk û aştiya bi rûmet.
Şandeya jin a partiya demokratî pêşverû Kurd li Sûrî bi boneya 8 Adarê û piştgiriya berxwedaniya YPJ Xelatek diyarî YPJ kirin.
Rojava FM
4
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Dewlata tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarokê Sirinê Çerxerêya (Mefreka) Sirinê topbaran kir.

Rojava FM
😢3
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
#Lezgîn
Dewlata tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran dike.

Rojava FM
😢3
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Coşa gel ya li Bendava Tişrînê.

Rojava FM
6
#Lezgîn
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Rojava FM
😢1
Jinên Girkêlegê ji bo minasebeta 8’ê Adarê şahiyek lidarxist.

Rojava FM
5👍1
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Roja 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be.
نبارك يوم الـ 8 من آذار على جميع نساء العالم.

Rojava FM
4👍1
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
3👍1
Radio Rojava
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
Roja Berxwedan û Cenga Azadiyê li Tevahî Jinan Pîroz Be
Ji Tevahî Jinan û Raya Giştî re!
Em 8'Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinên têkoşînvan, kedkar û berxwedêr, her wiha li lêgerînvanê azadiya jinê Rêber APO ku eşqa jiyaneke azad xiste dilê me de, pîroz dikin. Hemû jinên ku ji destpêka dîrokê de ta roja îro li hember her cure destdirêjî, êşkence û tundiyê serî rakirin û li berxwedan, di hafîzeya civakê de bûn cihê bîrewerî û serbilindiyê, silav dikin. Clara bi tekoşîna xwe, Hîpatya bi zanista xwe, Newal El-Sadawî bi pênûsa xwe, Sakîne Cansiz bi şerkeriya xwe bûn rênîşana rêya azadiya jinê. Di şexsê van jinên qehreman de em şehîdên cenga giran a Rojava fermandar şehîd Arjîn Kobanê, Ronahî Yekta, Bêrîtan Şoreş, Jînda Botan, Arjîn Efrîn, Bêrîtan Ereb û hemû şehîdên azadiya jinê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber dilwêrekiya wan ditewînin. Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ çawa ku me li ser hîmê parastina jin û gelan xwe bi rêxistin kir û 14 sal bi têkoşîn, şer û fedekariyeke mezin li ber xwe da, emê ji vir û şunde jî liberxwe bidin û sala 2025'an veguherînin sala azadî, aştî û wekheviya gelan.
Çanda berxwadanê ya 8 Adarê îro li bakur-rojhilatê Sûriyê di pêşengiya YPJ’ê de dewam dike. Di hemû qadên jiyanê de bi fedekarî, lehengî û berxwedaniyeke bêhempa jin li berxwe didin xwe û civaka xwe diparêzin. Li ser vê xakê bi hezaran canên bedew di oxira têkoşîna azadiyê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ji her aliyê cîhanê û ji çar perçeyê Kurdistanê jin ref bi ref ber bi şoreşê ve herkirîn û bi wêrekiya xwe destan nivîsandin. Ev xakên berxwedêr bi ruhê netewa demokratîk, pîrozî li ser pîroziya xwe zêde kir. Careke din hemû bawerî, komên etnîk û mirovên ji rengên cuda ji nûve hevdû hembêz kirin û şahidî ji vê têkoşîna dîrokî re kirin. Bi bawerî, zanist, îrade û hêza jinê wê ev têkoşîna domdar, bi serkeftinê tacîdar bibe.
Jina ku bi paradîgmaya Rêber APO xwe ava dike û ronî dibe, çawa ku duh ji bo înşakirin û parastina civaka demokratîk li berxwe da, îro û sibe jî wê mîsyona pêşengiyê bigre ser milê xwe. Ev jî bi pêşeniya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ve pêkan dibe. Di van kêliyên ku şer lê didome, di kêliyên ku em cejna xwe ya 8’ê Adarê pîroz dikin, jinên têkoşînvan, hevrêyên me di qadên cengê de bi bombardûmaneke giran re rû bi rû tên. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojane bi rêka balafirên şer, balafirên bêmirov, bi tang û topên xwe êrîşê qadên me dike. Ango ruhê berxwedêr ê 8’ê Adarê îro ji herdemê zêdetir bilind bûye û êrîşên dagirkeriyê vala derdixe.
Banga Rêber APO coş û kelecaneke mezin di dilê tevahî gel û jinan de avakir. Ev kelecan bi ruhê 8’ê Adarê re bilindtir dibe. Em banga Rêber APO watedar û bi nirx dibînin, guftûgoyên ku îro di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de tên meşandin, ji nêz ve dişopînin. Îro dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên giran ên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê asta dilsozî û samîmiyeta xwe ya li hember pêvajoyê nîşan dide.
Li Sûrî di nava 14 salên dawî de êş û birînên giran hatin jiyîn, ev êşên civakê ne pêkane bi HTŞ û serkêşê wê Colanî re werin dermankirin. Hukûmeta ku xwe bi xwe li Şamê xwe avakir nikare bi hişmendiya cîhadîst û selefî pirsgirêkan çareser bike. Nikare hilweşandin û êşa 14 salan ji holê rake. Dijberî wê îro li seranserî Sûrî êrîş, tundî û qirkirin bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Gelê Durzî rastî zext û êrîşan tê, gelê Elewî bi qirkirinê re rû bi rû dimîne û gelê Kurd tê înkarkirin. Her wiha gelê Ereb bê vîn û bê çare tê hiştin. Hişmendiyeke ku her kesî neçarî bêdengiyê û serî tewandinê dike, çawa ku nikare pirsgirêkan çareser bike, nikare xwe ji aqûbeta hatiye serê rejîma Baas jî xilas bike. Lewma yên ku heman rê û rêbazê weke çareserî ji xwe re esas bigrin, dawiya wan jî wê weke dawiya rêjîma Baas be.
5
Radio Rojava
Fermandarıya Gişti ya YPJ bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.
Di vê wateyê de ji bo demokratîkbûna Sûriyê, em amade ne bi erka xwe rabin. Di vê derbarê de çareserî û projeyên me jî amade ne. Pêdiviya civakê bi demokrasî, wekhevî û azadiyê heye. Bi pergaleke ku hemû reng, hemû ziman û hemû baweriyan di nava xwe de dihewîne, Sûriye dikare li ser bingehek demokratîk jinûve were avakirin. Sûriyeke bi vî rengî hêvî û daxwaza her kesî ye. Pêşenigya vê jî wê jin bikin, ji ber ku qurbaniyên herî mezin ên vî şerî jinin û jin dikarin dawî li vî şerî bînin.
Em ne tenê hêza parastina bakur-rojhilatê Sûrî ne, di heman demê de em parêzvanên hemû gel, bawerî, ziman û çandên li tevahî Sûrî ne. Di vê wateyê de heya ku êrîşên hovane li ser gelê me yê bakur-rojhilatê Sûrî hebin, ne pêkane kes ji me çek berdanê hêvî bike. Di dema ku jin, gelê me û ev xak di bin gef û xeteriyan de be, mafê me yê herî rewa, mafê xweparastinê ye. Mafê xweparastinê, mafê jiyanê ye, kes nikare jinan û vî gelî neçarî bê parastiniyê bike.
Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedanvaniya jinê em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û em bawerin wê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê. Ev têkoşîn wê me berbi serdema civaka demokratîk a di pêşengiya jinê de bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz dikin.
Bijî 8’ê Adar
Bijî Rêber APO
Jin Jiyan Azadî

Fermandariya Giştî ya YPJ
07 Adar 2025
9