کانیا دل
1.24K subscribers
1.46K photos
451 videos
302 files
680 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
derdê merxê


Hevbeş bi birînên kûr
Tim derdên giran sa min
Hevpara xemên karî
Êşa biviran sa min

Ez dareke merxê bûm
Serberza zinarek dûr
Xema min kewa tî bûy
Bê hêlîn û bê hedûr

Derdên dilê êvaran
Êşên li berêvarî
Dosto min nedîtî tu
Wenda li şevên tarî

Wek rêwiyek bê doz im
Rê dûr e û pê westî
Çav li rêyeke nenas
Çawa gerê rawestî

Te derdê giran da min
Bê hest im û bê awat
Wenda li xeyalên reş
Şewtîm û şevek din hat

Nîka bi qêrîn û derd
Nakim ji te ez gazî
Gava ku dibînim te
Nexwastim û naxwazî

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
ئەی دارە بەڕووەکان
پێم بلێن
لە جەستەی کام منداڵی کورد
ڕواون
دەمەوێت
سنوورەکانی کوردستان
دیار بکەم!

***

ای درختان بلوط
بە من بگویید
بر نعش کدام کودک کورد
روییدید
میخواھم
مرزھای کوردستان را مشخص کنم!

#Mecîd_Rehwerd
Ez...

Şev, îşev mame bê te zar û bêdeng
Çiqas hêstir dibarin ser dilî teng
Ez im helbesta bê te maye li dil
Ez ew derda ku sa min bûye aheng

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Helbesta diljan

Ez im şevtir ji çavên te
Ku te girt û
Min nabînî
Ez im helbesteke diljan
Ku te bi hêsiran sitrand
Ew derda ku wekî zarokeke bê dê
Li bê dayîktiyê de dît
Şeva sar yê evîndarek
Ku çû nema Evîna wî
Ez im
Êşa dema ji hev cidabûnê
Ku xatir xwest
Lê dil cih hêşt
Ez im bê te tenê mayî û diltezîn
Gula ku cilmisî
Bê şûn û bê xwedî
Li bin baranê jî hişk bû.
Ez im
Dara Evîna bê ber û hasil
Ez im helbestvanê dil
Ez im ew şûşeya xwînê
Bi çavên şil!

#Mecîd_Rehwerd
@kaniyadil
Oldar

Û min darişt
Ji hesta evînê
Kevnebawer
Felsefe
Hem Erdnigarî
Mentiqek pîroz
Ku bawer kî tu
Hestek her heyî
û her dimîne...
Tu, were
Ya eşhed o enne bi navê te
Ji vir şûn ve
Oldar im
Bi çavê te

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Ez bi qasî lîstika
Wan du pepûlên şewtî bask
Hem bi qasî mûmika belavbûyî
Ser erda tal
Tay sipêdê
Westiya me bê mecal
Bê zimanên hevziman
Her dikin
Min
Kal û kal.

#Mecîd_Rehwerd
Forwarded from Mecîd Rehwerd
Ez ew cûya ku
Diltengê te bûme
Weqes dilteng û dilteng
Mame û mam
Ji perça wê şewatê bûme rûbar.
Kerenga ji hînikbayê filitî
Ji cile rakirim bahozê dîsaan
Weqes dora xwe da gerîm û gerîm
Wekî bengîtiya piştî şerabê
Dilê min şengijî
Peqiyam û bûm ka.
Ez ew hêsîr çûçik
Li destê bazê
Dizanim ku dimirim şa me dîsan
Di emra kurt a xwe ser çiqlên daran
Weqes îro ji jor
Dunya nedîtbû.
Ez ew me, ew tenê mayî û weylan
Tenê li xwe dinêrim û dinêrim
Ku ta wenda bim û
Peyda bikim te.

#Mecîd_Rehwerd
Daxwaz

Şevekî
Şê'rxwir bike min
Dixwazim bi peyvan bimirim
Tenê mame
Dirust wekî rêçûna
bi pêlavên cêbicêhbûyî
Li mizgeftê
Di nav parkekê tijî gul de...

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Xwîna dil*

Ji ser me, birrî te ava simarê
Ava ku hêstirên min bûn sa yarê
Xwîna dil bû tevî xwîna tirî ew
Ku te rijand û ser jê kir bicarê

خوینا دل

ژ سەر مە، بڕی تە  ئاڤا  سمارێ
ئاڤا کو ھێسترێن من بوون سا یارێ
خوینا دل بوو تەڤی خوینا تری، ئەو
کو تە رژاند و سەرژێ‌کر ب‌جارێ!


*پێشکش بۆ مامۆستەیێ دەلال و وێرەک؛
مھەمەد قوربانی.


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Jinek bi navê helbestê...

Jinek, navê wê sitran bû
Çiqas aram dimeşîya
Nema rêya têda diçû
Jinek baran bû, çavên wê
Jinek baran bû, li malê
Ji avis hewra sersalê...

Jinek tekbîretol'êhram
ji bo ku, ez nimêj kim ser gulîyên wê
Û qedqamet li ser lêvan
Jinek can bû
Mîna jînê
Mîna beybûngulên mêrgan
Wekî teyr û wekî bazan
Lê, dûr ji kerb û ji kîn ê
hat û derdê mi wenda kir
Gilî-gazî hilanî bir
Gulek maye şûnê, li vir

Gerê dîsa xwe peyda kim
Bi vê gulê xwe dilşa kim
Evîndar im, evîndar bim
evîndarî, xwedêxwest e;
Jinek; navê wê helbest e...


#Mecîd_Rehwerd
*

ژنەک ب ناڤێ ھەلبەستێ


ژنەک، ناڤێ وێ ستران بوو
چقاس ئارام دمەشیا
نەما رێیا تێدا دچوو
ژنەک باران بوو، چاڤێن وێ
ژنەک باران بوو، ل مالێ
ژ ئاڤس ھەورا سەرسالێ...

ژنەک تکبیرەالاحرام
ژ بۆ کو، ئەز نمێژ کم سەر گولیێن وێ
و قدقامت ل سەر لێڤان
ژنەک جان بوو
مینا ژینێ
مینا بەیبوونگولێن مێرگان
وەکی تەیر و وەکی بازان
لێ، دوور ژ کەرب و ژ کینێ
ھات و دەردێ من وەندا کر
گلی-گازی ھلانی بر
گولەک مایە شوونێ، ل ڤر

گەرێ دیسا خوە پەیدا کم
ب ڤێ گولێ خوە دلشا کم
ئەڤیندارم، ئەڤیندار بم
ئەڤینداری، خوەدێ خوەستە
ژنەک؛ ناڤێ وێ ھەلبەستە

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Tenê qijikên reş...

Min; dilxweşî
Ji tu kes nedît
Bi tenê
Qijikên reş
Yên ser darên hişk
Bi min re gotin
Niha Êvar e...

#Mecîd_Rehwerd


تەنێ قژکێن رەش...

من؛ دلخوەشی
ژ تو کەس نەدیت
ب تەنێ
قژکێن رەش
یێن سەر دارێن ھشک
ب من رە گۆتن
نھا ئێڤارە...

#مەجید_رەھوەرد

@Kaniyadil
Ez, tu me

Ez bi salan li te digerim;
Di pelên darê de
Çemê gurr
Li ser strana çivîka li quncikê banî
Li ser lêgerîna kewek di nîvika geliyê de
Li ser hîrehîra hespê
Nikila teyr û bazan
Û li ser xwe, çi ku bûm.
Ez vejîna xwe me
Tenasoxa xwe
Di hembêza te de
Û bi qasî 'min' ek
Li ser mezinahîya çavên te.
Riha min
Di te de mir
Min tu anî dinyayê
Û ser te kenîyam û gîrîyam
Ez tu me
bi qasî te
Li ser perçeyek ji xwe

#Mecîd_Rehwerd

ئەز، تو مە

ئەز ب سالان ل تە دگەرم؛
د پەلێن دارێ دە
چەمێ گوڕ
ل سەر سترانا چڤیکا ل قونجکێ بانی
ل سەر لێگەرینا کەوەک د نیڤکا گەلیێ دە
ل سەر ھیرەھیرا ھەسپێ
نکلا تەیر و بازان
و ل سەر خوە، چ کو بووم.
ئەز ڤەژینا خوە مە
تەناسۆخا خوە
د ھەمبێزا تە دە
و ب قاسی 'من' ئەک
ل سەر مەزناھیا چاڤێن تە.
رھا من
د تە دە مر
من تو ئانی دنیایێ
و سەر تە کەنیام و گیریام
ئەز تو مە
ب قاسی تە
ل سەر پەرچەیەک ژ خوە.
..

#مەجید_رەھوەرد

@Kaniyadil
Gulîyên xwe
Li ber rêya şemalê ba bide yarê
Ku firmêskên min ên mayî
Di nav gulîyên te hêsîr in
Dixwazin car caran
Herin seyra cîhana te
Tenê carê
Ji çavên xwe
Bibêje tu şevek
Tenê yek şev
Bibarîn min
Bi ser biskên xwe de
Ez im ew rondikên mayî li wir
Wekî avek li rûbarê
Bibarim ez
Ku ramîsim
Dev û rûyê bedew
Lêvên sor
Bibim avşarikek firmêsk
Ta birêjim Ser sîngê te
Ew baxçê beharê
Were demsala min be tu
Ku hewrên dil
Bi nalîn û birûska xwe
Bi gazî û bi qêrînê
Bibêje ez, ez im rondik di çavên te
Neke hêsîr min û zûtir werîn xwarê.

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil