YPJ MEDIA CENTER
20.3K subscribers
2.33K photos
985 videos
5 files
1.01K links
Official Telegram channel for the Women’s Defense Units (YPJ) in Rojava - Northern Syria Federation
Download Telegram
Şoreşa me ya ku bi keda Fermandar û hevrê Sosin Bîrhatan heya roja îro hat wê bi soza ku me ji şehîdên xwe re daye zêdetir mezin be û xurt bibe. Bi vê wesîleyê em di salvegera yekemîn a şehadeta Fermandar û hevrê Sosin de careke din soza xwe ya azadiya welat misogerkirinê dubare dikin. #YPJ
Ji Raya Giştî û Saziyên Pêwendîdar Re!
Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya hêzên YPJ’ê, keda gelê herêmê û bi xwîna dehan şervanên enternasyonal ve pêk hat, her dem bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ew feraseta faşist bi alîkarî û fînansekirina çeteyên DAİŞ’ê, bi êrîşên dagirkeriyê heya hedef kirina pêşengên şoreşa Rojava, êrîşkariya xwe bi awayekê şênber raxistiye ber çavan. Dewleta Tirk a faşist bi van êrîşan hewl dide tola DAİŞ ji hêzên YPJ’ê bigre û DAİŞ ji nû de zindî bike.
Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya hêzên YPJ’ê de çeteyên DAİŞ têk çûn û bi vê serkeftinê şoreşa Rojava mezin bû û destkeftiyên YPJ’ê wisa avabûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çete di sala 2016’an û vir de li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî dîsa li herêmên dagirkirî bi tacîz, tecawiz, revandina mirovan, ziyanê madî û manewî, guhertina demografya, kiryarên asimilasyonê, tehrib û tunekirina cihên dîrokî, talankirina xwezayê heya êrîşên tang, top û balafirên keşfê ve her cure êrîşê pêk tîne û mafê mirovan binpê dike. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çete li ber çavê hemû cîhanê têne jiyan kirin û heya roja îro li hember van êrîşên hovane jî, di milê tu sazî û dezgehan ve helwest nehatiye raber kirin.
Li ser vî esasî bangawaziya me ji gelê me, sazî û dezgehên demokrasîxwaz ew e ku herkes li hember van êrîşan li hember dewleta Tirk a kujer û çete doz vebikin. Heman demê de em ji Konseya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re dibêjin van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çete bixine rojevên xwe û li hember van sûcan helwestên şênber û ku van êrîşan bide sekinandin raber bikin. Dîsa hemû kesên parêzkar, parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derbikevin û parêzeriya vê dozê bikin.
Di dema herî nêz de navê welatî, zarok û pêşengên şoreşa Rojava ên ku şehîd û birîndar bûne wiha ne:
Sosin Birhat 19.08.2021 Şehîd bû
Rênas Rojhilat (Selahettin Şehabî) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Egîd Girkêlegê (Bêvan Remedan) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Rûbar Hesekê (Eli Elxirze) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Seyfallah Ehmed (Seyfallah Newaf Ehmed) 19.08.2021- Şehîd bû.
Yusuf Gulo-85 salî - 09.11.2021 - Şehîd bû.
Mazlûm Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Mihemed Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Dilar Heleb (Ranya Henan)-20.04.2022 Şehîd bû.
Ronahî Kobanî (Rodîn Ebdilqadir Mihemed)-20.04.2022 Şehîd bû.
Kobanî (Cihan Nidal Elî)-20.04.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Botan (Rahime Xezali)-30.05.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Kobanê (Siham Mislim)-02.07.2022 Şehîd bû.
Jiyan Tolhildan (Selwa Yusif)-22.07.2022 Şehîd bû.
Roj Xabûr (Ciwana Heso)-22.07.2022 Şehîd bû.
Barîn Botan (Ruha Beşar)-22.07.2022 Şehîd bû.
Dîna Osman 6 sali-04.08.2022 Birîndar bû.
Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Cemal Qasim 7 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Avrîn Ebdurrehman Heyder 13 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Orîvan Mihemed Ebdo 15 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Beyrem Elîko 43 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Sebah Henan Hemo 10 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Azriya Ehmed Reşo 23 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Ronahi Silo 27 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
20.08.2022
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Li kampa Holê pêngava duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehî destpêkir. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Kêliyên ji pêngava duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehî ya kampa Holê. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Operasyona kampa Holê di roja duyemîn de didome. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Di roja Duyemîn a Pêngava dûyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ji aliyê hêzên ewlekariya hûndirîn ve 4 tûnelên ku bi armanca xwe veşartinê ya ku ji aliyê çeteyan ve hatine çêkirin, hate ditîn. #YPJ
Pêngava dûyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de wêneyên tunelên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ve hatine dîtin. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Di operasyona Mirovî û Ewlehî de şervanan çeteyên DAİŞ girtin û tunel dîtin. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
The “ Humanity and Security” Operation continues with great vigilence by the fighters. #YPJ
Wêneyên ji operasyona Mirovî û Ewlehî. #YPJ
Di roja çaremîn a Pêngava operasyona Mirovî û Ewlehî a Kampa Holê de cilên leşkerên Tirk û ala dewleta Tirk a dagirker hate dîtin. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
The ''Humanity and Securit'' Operation in Al-Hol Camp continues its fifth day with finding many equipments. #YPJ
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
The ‘’ Humanity and Security ‘’ Operation continues on its sixth day with finding many equipment. #YPJ