Forwarded from YPG Press Office
Rêheval Yaşar, taybetmendiyên kesayeta şoreşger her gav di xwe de dida jiyandin. Di nava refên azadiyê de ji wan şerên ku jê re pêşengtî dikir, çend caran birîndar bû. Lê ev birîndariyên heyî her çiqas di laşên Wî şop hiştibin jî, ev ji bo Rêheval Yaşar nebû sedemeke ku; xwe ji têkoşînê paş de bihêle. Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser xeta Kerkuk-Maxmurê de jî Rêheval Yaşar di berxwedaniya ji wir re pêşengtî kir û cardin birîndar bû. Ruxmî pêwîstiya xwe bi dermankirinên demdirêj hebû jî vê yekê nepejirand û di ji bo azadiya gelê xwe her dem pêşengtiya bêqisûr kir.
Rêheval Yaşar, her çiqas fermandarekî şer bû ewqas jî şervanek jîr û bi pîvan bû. Ji bo her devera ku kar û barên şoreşgerî lê heyê; xwe ji tevahî erkan re amade dikir. Bi berpirsiyartiyeke xwezayî ku ji şoreşgertiya xwe ve kiribû para kesayeta xwe, di ber hemû erkên şoreşê de xwe berpirsiyar didît. Bi têgihiştina ku ‘’erka biçûk yan a mezin nîne, tevahî erk di ber xizmeta gel û şoreşê de ne” nêzî erkên ku jê re dihat re nêz dibû. Rêheval Yaşar, bi feraseta şoreşgeriya yekpare xwest kesayeta xwe ava kir û li gorî wê jiya. Barê azadiya welat hilgirt li ser milê xwe û ti caran newestiya ango westandin di ferhenga jiyana Wî de nebû.
Şoreşgerê welat û fermandarê wêrek, herî dawî li herêma Helebê bi erka fermandarê herêmê xebat dimeşand. Di van xebatên xwe yên li Helebê de jî bi heman pîvan û rêgezan tevgeriya. Di dîroka 13.11.2024’an de dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ve li Helebê gihaşt asta şehadetê.
Em wekî Fermandariya YPG, ji malbata hêja û welatparêz ya Rêheval Yaşar Berçelan, rêhevalên Wî û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza xwe ya rêhevalî didin ku xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
07.09.2026

YPG: Em Şoreşgerê Welat û Fermandarê Wêrek
Rêheval Yaşar Berçelan Bi Bîr Tînin.
وحدات حماية الشعب YPG: نستذكر القائد الشجاع، رفيقنا ياشار بيرجلان.
#Rojava_Post

😢7🤬4🕊1