گذار دموکراتیک
1.59K subscribers
8.55K photos
3.7K videos
608 files
5.53K links
تلاش برای ایجاد دموکراسی در ایران و چاره یابی مسئلە کورد

آدرس وبسایت ما:
www.kodar.info ✔️
www.kjar.online ✔️
www.pjak.eu ✔️


ارتباط با ادمین:
@gozar_democratic ✔️

🆔 @GozarDemocratic
Download Telegram
PDK û Barzanî çima li Bradostan hatine bicihkirin? -1


Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê nekarîne encam bigrin û her tim têk çûne.



✒️ #GELAWÊJ_EWRÎN


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
PDK û Barzanî çima li Bradostan hatine bicihkirin? -1 Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê…
PDK û Barzanî çima li Bradostan hatine bicihkirin? -1


Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê nekarîne encam bigrin û her tim têk çûne.



✒️ #GELAWÊJ_EWRÎN



Biradost navê eşîr û navê du herêman e. Herêmek li Başûrê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Hewlêrê ye, navçeya wê jî Sîdeka ye. Herêma din jî li Rojhilatê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Urmiyê ye ku wek Somaya Biradost tê naskirin. Eşîra Bradostî bi hezarê salan li sê goşeya Bakur, Başûr û Rojhilat de dijîn. Ev herêm di dîroka Kurdistanê de bi rêveberiya Mîran tê naskirin. Her wiha berxwedaniya wan a li beramber dagirkeriya li ser Kurdistanê jî tê zanîn. Yek ji van berxwedaniyan jî Kela Dim Dimê ye. Di sala 1609 an de Şah Ebas êrîş dibe ser vê herêmê. Li Kela Dim Dimê mîrê Kurd, Xanê Lepzêrîn gelekî bi egîdî li ber xwe dide. Piştî berxwedaniya li Kela Dim Dimê Kurdên eşîra Biradostan ji ber zextên Efşaran neçar dimînin berê xwe bidin herêmên Biradostan ên li Başûrê Kurdistanê ku wê demê di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû. Mîrê dawî yê Biradostiyan Ebdullah Begê Bênarî bû ku li Kela Bênarî ya li ser sînor desthilatdar bû. Mîr Bênarî di şerê sala 1916 an bi Rûsan re roleke wî ya girîng hebûye.

Di dema serhildana Simkoyê Şikak de bi taybet piştî qetilkirina Simko di sala 1920 an de gelek Kurdên herêma Biradostan berê xwe didin Sîdekaya li aliyê din ê xetê ango Başûrê Kurdistanê. Wê demê ew herêm jî di bin desthilatdariya Îngilîzan de bû. Heta niha jî ji wan Kurdan re Muhcir tê gotin. Piraniya Kurdên ji êrîş û dagirkeriyê reviyane û neçar mane koçber bibin li herêma Sîdeka ya îro ku ser bi herêma Soran a Başûrê Kurdistanê ye bicih dibin.

HERÊMA SÎDEKA

Sîdeka bajarokeke ser bi bajarê Soran (Diyana) ye. Dikeve 144 km bakûr rojhilatê bajarê Hewlêrê. Piştî sala 1996 an bi fermî ser bi herêma Biradost hat naskirin.

Ser bi qezaya Soran e û navenda nahiyeya Sîdekan e. Heta beriya sala 1996 an her wek herêma Biradostan dihat naskirin. Ji salên dûr û dirêj ve her tim rêya hatin û çûyîna bazirganî bûye. Dîroka Sîdeka (Biradost) gelekî kevin e. Ji navendên agirgehên pîroz ên serdema Urartuyan ku jê re Musasir dihat gotin li gundê îro yê Micêsera bermahiyên vê agirgeha dîrokî hatiye dîtin. Qiralê Asûriyan Sargonê duyemîn di sala 714 B.Z êrîşî qiralê Musasir ê Urartuyan dike. Cihên pîroz ên vê perestgehê wêran dike. Her wiha dest danîne ser gelek mal û milkên Musasiriyan û wek xenîmeta şer bi xwe re dibe paytexta Asûriyan, Nînovayê. Ketîbeyên nivîskî yên ji Kelaşînê derketine ku niha di mûzexaneya bajarê Urmiyê de ne, her wiha ketîbeyên nivîskî ji Topzava ku di mûzexaneya Hewlêrê de ne, nîşan didin ku herêma Sîdeka ya Biradostan xwedî rabirdûyek dîrokî ya hêja bûye.

Di serdema Ebasiyan de Sîdekan beşek ji Wilayeta Azerbaycan û Mûsilê bûye û ji aliyê walîtiya Mûsil û Azerbaycanê ve dihate birêvebirin. Di serdema Eyûbiyan de jî Sîdekan di bin rêveberiya Eyûbiyan de bûye. Mîrên Zerza yên ku rêveberiya herêma Kelaşînê dikirin, bacên xwe ji Misirê re dişandin. Di pirtûkên dîrokî de gelekî behsa Restaq (Deşta Rostê ya niha ku li binarê çiyayê Helgort e), her wiha gundê Metê ku niha jê re deşta Hêrtê tê gotin, tê kirin. Di dema berxwedaniya Kela Dim Dimê de Sîdeka û Rewanduz di destê eşîra Zerza de bû, paşê ji aliyê Mîrê Soran ve tê dagirkirin. Piştî şer û berxwedaniya li Kela Dim Dimê fermandarê Efsanewî, Xanê Lepzêrîn Mîrayetiya Sîdeka dike. Heta serdema Mîrê Rewanduzê (Paşayê mezin 1830) dikeve bin hukumdariya Mîratiya Soran. Ev herêm her wiha demek dirêj di bin mêtîngeriya Îngilîzan de jî bû. Di salên 1885 an de hêzên artêşa Îranê ji bajarê Şino ve êrîş tîne ser kela Sîdekan. Demekê bi topan ew herêm topbaran dikin lê paşê dema encam nagirin, careke din paşve dikşin. Di dema şoreşa Ebîdullahê Nehrî, sala 1882 an gelek Kurdên ji Urmiye û Şemzînanê ji aliyê din ê sînorê Rojhilat û Bakûr berê xwe dane herêma Sîdeka. Di sala 1917 an de ku leşkerên Rûs êrîşî Rewanduzê kirin, gelek hêzên biyanî xwe li herêma Sîdeka û
گذار دموکراتیک
PDK û Barzanî çima li Bradostan hatine bicihkirin? -1 Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê…
piraniya Biradostan bicih kirin. Bi gotinek din dagirkirin û xistin bin destê xwe. Eşîrên Kurd ên li herêma Biradost li beramber êrîşên Rûsan gelekî li ber xwe dan û destanên qehremaniyê nivîsandin.

Simkoyê Şikak beriya sala 1930 an ku vegeriya Şino û hate qetilkirin li herêma Sîdeka, li gundê Jûjîle yê li quntara çiyayê Bolê dima. Kurdên ku ji neçarî koçber bibûn, heta niha jî ji wan re Muhacir tê gotin.

Di dema şerê Îran û Iraqê, sala 1984 an de yek ji navendên herî zêde şerê di navbera du welatan de lê qewimiye, dîsa herêma Sîdeka bûye. Gelek kurd ji ber vî şerî bûne qurbanî. Heta niha jî ji ber mayînên ku rejîma Sedam wê demê daniye, salê gelek hemwelatî jiyana xwe jidest didin yan jî birîndar dibin.

Di warê erdnîgarî de herêma Sîdeka xwedî av û axek gelekî bi bereket e. Zozanên vê herêmê bi nav û deng in. Mêrge Mîr û Mêrge Dukan, mêrgên herî bedew ên vê herêmê ne. Çiyayê herî bilind ê vê herêmê çiyayê Helgurt e ku dikeve rojhilatê herêma Sîdekan. Çiyayê Hesen Beg li nêzî Diyana, Çiyayê Rebenok li Goşînê, Çiyayê Bolê, Çiayayê Ber bi Zînê, Çiyayê Qelender, Çiyayê Şekîf, Çiyayê Avdil Kêwî, Siyako, Şemaşe, Hacer, Çiyayên Xakûrkê û Berazgir.

Li herêma Bradostan gundê Lolanê wek navendeke herî bi hêz a Şêx Reşîdê Bradostî(Lolanî) bûye. Ji ber zextên hêzên ku dixwestin sulteya xwe li ser vê herêma stratejîk biselmînin, bi taybet di navbera salên 1931-1962 an de vê herêmê şahidî ji gelek berxwedaniyan re kiriye. Lê mixabin herî zêde li vê herêmê şerê di navbera du eşîrên Bradost û Barzaniyan de mohra xwe li rewşa herêmê daye. Şêx Reşîdê Lolanî li Rewanduza herêma Bradostan li dijî vê yekê derdikeve û dixwaze herêmê biparêze. Gelek murîd û alîgirên şêx hebûn û bandora wî ya manevî li ser gelê herêmê gelekî zêde bû. Lolan wek navendeke girîng a olî û siyasî dihat naskirin. Piştî koça dawî ya Şêx Reşîdê Lolanî navenda olî ji bajarê Hewlêrê re hat veguhestin.

Di encama şerê birakujî di navbera Barzanî û Bradostiyan de zêdetirî 2 hezar kes ji herdu aliyan hatin kuştin. Gelek gundên wan hatin şewitandin. Di dema tevgera Mela Mistefa Barzanî de jî ev şer berdewam bû. Di sala 1962 an de bi fermana Mela Mistefa êrîşeke berfireh li ser eşîra Bradostan çêdibe. Eşîra Bradostî neçar man xwe vekişînin sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û heta 1970 li wir man. Bradostiyan gotin qey rewş asayî bûye ji bo wê jî dema careke din vegeriyan ser cih û warê xwe, agirê şer yê di navbera her du eşîran de careke din gur bû. Serokê eşîra Bradostiyan Kerîma Xan û gelek kesên pê re xwe spartin hikûmeta Iraqê. Kerîma Xan li Mûsil ma û paşê wefat kir.

Biradost wek herêm di sê goşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin li Kurdistanê hukum bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê nekarîne encam bigrin û her tim têk çûne. Gelek peyamên dizî û eşkere di navbera dewletên dagirker ên herêmê û hêzên derve de li ser herêma Biradostan çêbûye. Siyaseta herî ber bi çav ku van hêzan bikar anîne jî ew bûye ku Kurd parçe kirine, bi taybet eşîrên Kurd ên li wê herêmê jiyane, berdane pêsîra hevdu û wisa hukmê xwe berdewam kirine. Li Biradostan mixabin berovajî navê xwe yê hêja her dem xiyaneta hundirîn darbeyên mezin li tevger û serhildanên Kurdan daye.

Sibe: Barzanî û sedema hebûna wan li herêma Bradostan



ANF



🆔 @GozarDemocratic
Forwarded from جامعە زنان آزاد شرق کردستان KJAR
🔸"حزبەکان لەبەر بەرژەوەندی خۆیان ئاگایان لە داگیرکاری تورکیا نییە"


🔸کاردانەوەکان دژی داگیرکارییەکانی تورکیا بەردەوامە و چالاکوانانی سیاسی و کەسوکاری شەهیدان لە سنوری ئیدارەی ڕاپەڕین، ڕایدەگەیەن، خەون و ئاواتی شەهیدان بۆ بەدەستهێنانی کوردستانێکی ئازاد بوو، بۆیە دەبێ کەس ڕێگە بە هێرش و داگیرکاری بۆ سەر باشوری کوردستان نەدات و ئەرکی هەموو تاکێکە خاوەنداری لە کوردستان بکات، ڕەخنەش لە بێدەنگی حزبەکان دەگرن.


☑️ #جامعەی_زنان_آزاد_شرق_کوردستان
⬇️⬇️⬇️
🆔 @Kjar2014
Forwarded from جامعە زنان آزاد شرق کردستان KJAR
🔸پەلامارو داگیرکاری دەوڵەتی تورک بۆ سەر باشوری کوردستان بەردەوامە، لە بەرامبەریشدا تادێت کاردانەوەی توێژەکانی کۆمەڵگە دژی ئەو داگیرکارییە بەرفراوانتر دەبێت، لەو چوارچێوەیەشدا چالاکوانانی سیاسی و کەسوکاری شەهیدان لە سنوری ئیدارەی ڕاپەڕینی سەر بە پارێزگای سلێمانی ناڕەزایەتییەکانیان بۆ ڕۆژنیوز بەمشێوەیە خستەڕوو.

زاگرۆس سنە، چالاکوانی سیاسی، دەڵێت: لەشکرکێشی تورکیا بۆ سەر باشوری کوردستان شەرمەزار دەکەم، زۆر بە داخەوە بێدەنگی و بێ هەڵوێستی لایەنە سیاسیەکان جێگای شەرمەزارییە، بەشێک لە حزبەکان تەنیا بیر لە بەرژەوەندی و قازانجی گیرفانی خۆیان دەکەنەوە و بەپێی سیاسەتی دەوڵەتانی داگیرکەری کوردستان هەنگاو دەنێن، ڕۆژنییە بە بۆردومان خەڵک شەهید و بریندار نەکەن، هەموو ڕۆژێک گوند و باخی هاوڵاتیان ئاگر دەدەن و بەشێک لە لایەنە سیاسیەکانیش جگە لە بێدەنگی دەستپێشخەری بۆ هێرەشەکانی دەوڵەتی تورکیای فاشیست دەکەن.



زاگرۆس سنە، ڕونیشیکردەوە کە "پەپەکە، هێزی ڕزگاری خوازی کوردستانە و هیچ بەهانەیەک نییە بۆ ئەوەی بەهۆی بوونی ئەوانەوە سنورکەمان بۆردومان بکرێت، چونکە هەموومان ئەوە دەزانین لە کاتی هاتنی داعش چۆن بەبێ جیاوازی بەرگریان لە گەل و هەموو پێکهاتەکانی کەرکوک، مەخمور و شەنگال کرد، خەڵک دەبێ ڕاست و دروستی و هێڵی خیانەت و هێڵی نەتەوەیی لە یەکتری جیا بکاتەوە، گەل لە بەرامبەر خوێنی شەهیدان و قوربانیدانی ئەنفال و کیمیاباران خاوەنداری بکەن و ئیزن بە هیچ لایەنێک و داگیرکەرێک نەدەن دەستکەوتەکانی قوربانیدان بەو جۆرەی ئەو حزبانە سیاسەت دەکەن بە فیڕۆ بچیت، دەبێ گەل بە یەکگرتوویی و یەکدەنگی لە بەرامبەر بە داگیرکاری دەوڵەتی تورکیا بوەستنەوە".

هەر لەسەر پرسی داگیرکاری کوردستان هەڵۆ، دایکی سێ شەهید و چالاکوانی سیاسی ڕۆژهەڵاتی کوردستان، ڕایگەیاند: لەشکرکێشی دەوڵەتی تورک بە هاوکاری هێزە کوردییەکان شەرمەزار دەکەم، هێرشەکان تەنیا بۆ سەر گەریلا نییە، بەڵکو بۆ سەر تەواوی کوردستانە و دەیانەوێت خاکی کوردستان بە تەواوی داگیر بکەن، ساڵانێکی دوور و درێژە هێرش دەکەنە سەر کوردستان، بەڵام گەلی کورد بەو هێرشانە لەناو ناچێت و خەونی داگیرکردنی کوردستان لە گۆڕ دەنێین.



ئەو دایکی شەهیدە لەسەر دەستدێژی و داگیرکارییەکان زیاتر دواو وتی: پێویستە گەلی کورد لە هەر چوار لای کوردستانەوە لە بەرامبەر بە داگیرکاری دەوڵەتی تورک بێدەنگ نەبن دەبێ هەموو شوێنێک بکەنە گۆڕەپانی چالاکی دژی دەوڵەتی فاشیستی تورک، هەموو کەسێکی وڵاتپارێز دەبێ بۆ پشتیوانی گەریلا و پاراستنی خاکی کوردستان ڕوو بکەنە چیاکانی کوردستان، ئێمە وەک کەسوکاری شەهیدان لە سەر ڕێ و ڕێبازی شەهیدان بەردەوام دەبین تا خەون و ئاواتی شەهیدان بە ئامانج دەگەینین.


ROJNEWS


☑️ #جامعەی_زنان_آزاد_شرق_کوردستان
⬇️⬇️⬇️
🆔 @Kjar2014
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر


قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی تورك به‌جێناهێڵین.»


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی…
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر


قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی تورك به‌جێناهێڵین.»



فه‌رمانده‌ی گشتیی بڕیارگه‌ی ناوه‌ندیی پاراستنی گه‌ل (نه‌په‌گه‌) موراد قه‌ره‌یلان ده‌رباره‌ی هێرشه‌ داگیركارییه‌كانی ده‌وڵه‌تی تورك له‌ باشووری كوردستان و به‌رخۆدانی گه‌ریلا دژبه‌ داگیركاری، بۆ ئاژانسی هه‌واڵی فورات (ANF) دوا.

قه‌ره‌یلان له‌ سه‌ره‌تای چاوپێكه‌وتنه‌كه‌دا سه‌رنجی خسته‌ سه‌ر به‌رخۆدانی مانگرتن له‌ خواردن و ڕۆژووی مردن كه‌ دژ به‌ گۆشه‌گیریی سه‌ر ڕێبه‌ری گه‌لی كورد عه‌بدوڵا ئۆجالان به‌ڕێوه‌چوون. گوتی، «له‌ ئه‌نجامی ئه‌و به‌رخۆدانه‌، چالاكییه‌ گیانفیداییه‌كانی زیندانییان و تێكۆشانی دایكانی له‌چك سپی دیواره‌كانی گۆشه‌گیری له‌ ئیمڕاڵی هه‌ڵوه‌شێنراون‌.» قه‌ره‌یلان ئاماژه‌ی بۆ ئه‌وه‌ش كرد، له‌وانه‌یه‌ به‌ته‌واوی كۆتایی به‌ گۆشه‌گیری نه‌هاتبێت، به‌پێی پڕۆسه‌ سیاسییه‌كان ده‌كرێت بگۆڕێت، به‌ڵام دیواری گۆشه‌گیریی تووند هه‌ڵوه‌شێنراوه‌.

قه‌ره‌یلان به‌ڕێز و منه‌ته‌وه‌ یادی شه‌هیدانی به‌رخۆدانی كرده‌وه‌ و سڵاوی شۆڕشگێڕی ئاراسته‌ی هه‌موو چالاكان به‌تایبه‌ت دایكانی خۆڕاگر كرد. هه‌روه‌ها هیوای سه‌ركه‌وتنی بۆ خواستن له‌ هاوڕێیه‌تیكردنی ئۆجالان.

موراد قه‌ره‌یلان باسی له‌ په‌یامه‌كانی ئه‌م دواییه‌ی ئۆجالان كرد و گوتی، «ڕێبه‌ر ئاپۆ نه‌ك ته‌نیا بۆ كێشه‌كانی توركیا كوردستان، به‌ڵكوو بۆ هه‌موو كێشه‌كانی ڕۆژهه‌ڵاتی ناوین هێزێكی چاره‌سه‌رییه‌. په‌یامه‌كانی ئه‌و جارێكی دیكه‌ ئه‌م ڕاستییه‌ی خسته‌ڕوو. فه‌لسه‌فه‌، ڕوانگه‌ و هێڵی ئه‌و خاوه‌نی تایبه‌تمه‌ندیی چاره‌سه‌ركردنی كێشه‌كانی گه‌لانه‌. ئه‌مه‌ به‌ڕوونی بینرا.»

«ڕێبه‌ر ئاپۆ زۆر هه‌وڵ ده‌دات بۆ ئه‌وه‌ی ده‌وڵه‌تی تورك ڕاكێشێته‌ سه‌ر زه‌مینه‌ی دیموكراتی. له‌م بابه‌ته‌دا به‌سه‌بر و ویسته‌وه‌ تێده‌كۆشێت. جارێكی دیكه‌ بینرا كه‌ به‌ ئیراده‌ و پێداگرییه‌كی گه‌وره‌وه‌ به‌رده‌وامی به‌م تێكۆشانه‌ی خۆی ده‌دات.»

كۆنسێپتی نوێی شه‌ڕ؛ پیلانی له‌ناوبردن له‌ باكوور و پیلانی داگیركاری له‌ ڕۆژاڤا و باشوور

فه‌رمانده‌ی گشتیی نه‌په‌گه‌ موراد قه‌ره‌یلان سه‌رنجی خسته‌ سه‌ر كۆنسێپتی نوێی ده‌وڵه‌تی تورك و گوتی، «ده‌وڵه‌تی تورك به‌هۆی ئه‌وه‌ی له‌ شه‌ڕ و هێرشه‌كانی پێشوو سه‌رنه‌كه‌وت، ده‌ستی به‌ كۆنسێپتێكی نوێی شه‌ڕ كردووه‌. ده‌وڵه‌تی تورك گه‌یشتووه‌ته‌ ئه‌و بڕوایه‌ی ناتوانێت له‌نێو سنووره‌ فه‌رمییه‌كانی توركیا به‌ هێرشه‌كانی ئه‌نجام به‌ده‌ستبێنێت. بۆیه‌ ئیدی نه‌ك ته‌نیا له‌ سنووره‌ فه‌رمییه‌كانی توركیا، هه‌روه‌ها له‌نێو [سنووره‌كانی میساقی میللی] و له‌ ئاستی نێونه‌ته‌وه‌یی به‌رده‌وامی به‌ هێرشه‌كانی ده‌دات. له‌به‌رئه‌وه‌ ناوه‌ڕۆكی كۆنسێپتی نوێ وه‌هایه‌؛ له‌ باكووری كوردستان جێبه‌جێكردنی [پیلانی له‌ناوبردن] له‌ باشوور و ڕۆژئاوای كوردستانیش ته‌واوكردنی هه‌وڵه‌كانی داگیركاری. پێی وایه‌ ده‌توانێت كێشه‌ی سه‌د ساڵه‌ی كورد و كوردستان به‌م شێوه‌یه‌ چاره‌سه‌ر بكات. واته‌ ده‌یه‌وێت به‌ سیاسه‌تی له‌ناوبردن كێشه‌كه‌ نه‌هێڵێت.»

قه‌ره‌یلان هێمای بۆ ئه‌وه‌ كرد، ئه‌وه‌ی سیاسه‌تمه‌دارانی باشووری كوردستان لێی تێنه‌گه‌یشتوون و نایانه‌وێت تێبگه‌ن، ئه‌م كۆنسێپته‌ نوێیه‌ی ده‌وڵه‌تی توركه‌. گوتیشی، «ده‌وڵه‌تی تورك له‌ چێوه‌ی ئه‌م كۆنسێپته‌دا له‌ سه‌ره‌تای ساڵی ٢٠١٨-ه‌وه‌ هه‌وڵ ده‌دات ئه‌م پیلانه‌ی داگیركاری جێبه‌جێ بكات. له‌ عه‌فرین ده‌ستی به‌ جێبه‌جێكردنی پیلانه‌كه‌ كرد. داگیركردنی عه‌فرین، پاشان هێرشه‌ داگیركارییه‌كان له‌ خواكورك و كانی ڕه‌ش، داگیركردنی گردی لێلیكان له‌ مانگی نیسان، هه‌وڵه‌ داگیركارییه‌كان دژبه‌ ڕۆژئاوا و باشووری كوردستان ده‌ستپێكی ئه‌م هه‌وڵه‌ داگیركارییه‌ بوون. سه‌رنجڕاكێشه‌، له‌نێو سنووره‌كانی میساقی میللی-دا له‌ دوو لای كوردستانه‌وه‌ ده‌ستی به‌ هه‌وڵی داگیركاری كردووه‌. به‌ڵام هه‌م له‌ عه‌فرین، هه‌م له‌ خواكورك و هه‌رێمه‌كانی پاراستنی مه‌دیا به‌ به‌رخۆدانی دژ به‌و داگیركارییه‌ ده‌وڵه‌تی تورك زۆری لێ كوژرا. ئه‌مه‌ش ده‌ریده‌خات كه‌ به‌دیهێنانی ئامانجه‌كه‌یان ئه‌وه‌نده‌ ئاسان نییه‌. بۆیه‌ نه‌یانتوانی هه‌وڵه‌ داگیركارییه‌كانیان زیاتر به‌ره‌و پێش ببه‌ن.»

قه‌ره‌یلان جه‌ختی له‌سه‌ر ئه‌وه‌ كردووه‌، ده‌وڵه‌تی تورك له‌م سیاسه‌ته‌یدا گیری خواردووه‌. له‌ عه‌فرین و لێلیكان گیری خواردووه‌ و بۆ ئه‌وه‌ی بتوانێت هه‌بوونی خۆی له‌ لێلیكان بپارێزێت ده‌ستی به‌ داگیركردنی چه‌ند شوێنێكی خواكورك كردووه‌.

«پێویسته‌ هه‌موو هێزه‌ كوردستانیان له‌ دژی داگیركاری بوه‌ستنه‌وه‌»

موراد قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، له‌پێناو به‌رژه‌وه‌ندییه‌ نه‌ته‌وه‌ییه‌كان پێ
گذار دموکراتیک
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی…
ویسته‌ هه‌موو هێزه‌ كوردستانییه‌كان له‌ دژی ئه‌م داگیركارییه‌ بوه‌ستنه‌وه‌. گوتی، «نه‌ك ته‌نیا په‌كه‌كه‌، به‌ڵكوو پێویسته‌ هه‌موو هێزه‌ كوردستانییه‌كان له‌ دژی بوه‌ستنه‌وه‌. كاتێك ئێمه‌ باسی ئه‌وه‌ ده‌كه‌ین، بۆ ئه‌وه‌ نییه‌ بڵێین با بێن هاوكاریمان بكه‌م. نا! ئێستا هه‌وڵێكی داگیركاری له‌ باشووری كوردستان هه‌یه‌، بۆیه‌ وا ده‌ڵێین.»

ده‌رباره‌ی په‌یوه‌ندیی هێرشه‌كانی ده‌وڵه‌تی تورك له‌ خواكورك به‌ هه‌ڵبژاردنی ئیسته‌نبووڵ-ه‌وه‌ قه‌ره‌یلان گوتی، ئاكه‌په‌ ده‌یه‌وێت له‌ كه‌شوهه‌وایه‌كی شه‌ڕدا ئه‌نجامی هه‌ڵبژاردن به‌ده‌ست بێنێت و له‌ ئیسته‌نبووڵ سه‌ركه‌وێت.

«ئه‌م هێرشه‌ هه‌وڵێكی داگیركاریی هه‌میشه‌یییه‌»

فه‌رمانده‌ی گشتیی نه‌په‌گه‌ ده‌رباره‌ی چێوه‌ی هێرشی داگیركاری له‌ خواكورك گوتی، «ده‌مه‌وێت به‌تایبه‌تی ئه‌وه‌ ده‌ستنیشان بكه‌م؛ ئه‌م هێرشه‌ هه‌وڵێكی داگیركاریی هه‌میشه‌ییه‌. هێزی سه‌ربازی و سیاسیی ئێستا به‌شی ئه‌وه‌ ناكات كه‌ ته‌واوی باشوور داگیر بكات، به‌ڵام ده‌یه‌وێت هه‌ر نه‌بێت ناوچه‌یه‌كی تامپۆن دروست بكات. واته‌ به‌ دروستكردنی ناوچه‌یه‌كی تامپۆن له‌ باشووری كوردستان ده‌یه‌وێت كاریگه‌ریی خۆی له‌سه‌ر سیاسه‌تی باشوور زیاتر بكات و به‌م كاریگه‌رییه‌ كه‌ركووك له‌ باشووری كوردستان داببڕێت، باشوور بچووك بكاته‌وه‌ و زیاتر كۆنتڕۆڵی بكات. دوای دروستكردنی ناوچه‌ی تامپۆن ئه‌گه‌ر به‌ ئامانجه‌كه‌ی بگات كه‌ هه‌وڵی بۆ ده‌دات، ئه‌وا داگیركردنی ته‌واوی باشوور لایه‌نێكی ئه‌م پیلانه‌یه‌.»

قه‌ره‌یلان ئاماژه‌ی بۆ ئه‌وه‌ش كرد، ده‌وڵه‌تی تورك بۆ داگیركردنی خواكورك مۆڵه‌تی له‌ ناتۆ و ئه‌مه‌ریكا وه‌رگرتووه‌. هه‌روه‌ها سه‌رنجی ڕاكێشایه‌ سه‌ر چه‌ندین دیداری شاراوه‌ی نێوان ده‌وڵه‌تی ئێران و ده‌وڵه‌تی تورك كه‌ له‌ سه‌ره‌تای ئه‌مساڵ بۆ ئه‌نجامدانی ئۆپه‌راسیۆنی هاوبه‌ش به‌ڕێوه‌چوون.

موراد قه‌ره‌یلان گوتی، «دیاره‌ ئێران ڕازی بووه‌ به‌ داگیركردنی خواكورك. عێراق ده‌وڵه‌تێكی فیدڕاڵه‌، به‌ڵام ده‌وڵه‌تی ئاكه‌په‌ - مه‌هه‌په‌ عێراق زۆر به‌جددی وه‌رناگرن. له‌ وه‌رگرتنی مۆڵه‌ت له‌ عێراق واوه‌تر، مرۆڤ ده‌توانێت بڵێت به‌سه‌ر عێراقدا سه‌پاندوویه‌تی. هه‌ر یه‌كسه‌ر بانگی سه‌رۆك وه‌زیرانی عێراق عادل عه‌بدولمه‌هدی و سه‌رۆك كۆماری عێراق به‌رهه‌م ساڵح-یان كرد بۆ ئه‌وه‌ی بچنه‌ توركیا. دیاره‌ پیلانی داگیركاری به‌م شێوه‌یه‌ به‌سه‌ر عێراقدا سه‌پێنراوه‌. سه‌ردانی به‌رهه‌م ساڵح-یش له‌و كاته‌دا كرا كه‌ هێرشی دژبه‌ خواكورك ده‌ستی پێكرد. ئه‌و كاته‌ی بۆردومانێكی سه‌خت له‌سه‌ر خواكورك هه‌بوو و شه‌ڕ به‌رده‌وام بوو، به‌ڕێز به‌رهه‌م ساڵح له‌ ئه‌نقه‌ره‌ بوو. ئه‌مه‌ش په‌یامێكی جیاوازه‌. ئێمه‌ نازانین ئه‌و چه‌نده‌ لێی تێگه‌یشتووه‌. به‌ بڕوای من دروست لێی تێنه‌گه‌یشتووه. چونكه‌ له‌ چاوپێكه‌وتنێكی خۆیدا ده‌ڵێت، بۆ ئه‌و جێی شانازییه‌ كه‌ توركیا بانگهێشتی كردووه‌. ئه‌مه‌ش ده‌ریده‌خات كه‌ نه‌یتوانیوه‌ نیازی ڕاستی ده‌وڵه‌تی تورك بخوێنێته‌وه‌. هیچ شتێك له‌ ئارادا نییه‌ تا پێی سه‌ربه‌رز و شكۆدار بێت. ده‌وڵه‌تی تورك چاوی بڕیوه‌ته‌ عێراق. عێراقیش وه‌ك جاران به‌جددی وه‌رناگرێت. ده‌وڵه‌تی عێراق هه‌تا سه‌ربازه‌كانی توركیا له‌ باشیك ده‌رنه‌كات ناتوانێت ببێته‌ خاوه‌نی ئیراده‌.»

موراد قه‌ره‌یلان هێمای بۆ ئه‌وه‌ كرد، هێرشی داگیركاریی ده‌وڵه‌تی تورك له‌ خواكورك هه‌وڵێكی داگیركارییه‌ كه به‌سه‌ر‌ ده‌وڵه‌كانی ناوچه‌كه‌دا سه‌پێنراوه‌ و هێزه‌ نێونه‌ته‌وه‌ییه‌كان په‌سه‌ندیان كردووه‌.

ده‌رباره‌ی خه‌مساردیی كاربه‌ده‌ستانی سیاسیی باشووری كوردستان قه‌ره‌یلان گوتی، «به‌تایبه‌تی هێزه‌ ده‌سه‌ڵاتداره‌كان هه‌ڵوێستێك پیشان ناده‌ن كه‌ له‌ ئاستی پێویستدا بێت. بێ هه‌ڵوێستن، بێده‌نگن. ئه‌گه‌ر له‌ به‌رانبه‌ر دۆخێك یان ڕووداوێك بێده‌نگ بێت، دیاره‌ كه‌وتووه‌. ئه‌مه‌ش بۆ سیاسه‌تی كوردان هه‌ڵوێستێكی ڕاست نییه‌. به‌دڵنیاییه‌وه‌ نابێ ئه‌و هه‌ڵوێسته‌ به‌رده‌وام بێت.»

«ئه‌گه‌ر به‌هۆی هاوسه‌نگیی نێوان په‌كه‌كه‌ و ده‌وڵه‌تی تورك نه‌بێت، سیسته‌می باشووری كوردستان ناتوانێت ڕۆژێكیش به‌رده‌وام بێت»

قه‌ره‌یلان ده‌رباره‌ی مه‌ترسییه‌كانی سه‌ر باشووری كوردستان گوتی، «ئه‌گه‌ر به‌هۆی هاوسه‌نگیی نێوان په‌كه‌كه‌ و ده‌وڵه‌تی تورك نه‌بێت، ئه‌مڕۆ سیسته‌می فیدڕاڵی باشووری كوردستان ناتوانێت ڕۆژێكیش به‌رده‌وام بێت. توركیا هێرشی ده‌كاته‌ سه‌ر و ده‌یسڕێته‌وه‌! مه‌گه‌ر ئه‌ردۆغان نه‌یگوتبوو؛ [به‌هۆی هه‌ڵه‌ی ئێمه‌ دۆخێكی وه‌ها له‌ باكووری عێراق هاته‌ ئاراوه‌]. ئه‌گه‌ر بۆی بڕه‌خسێت له‌ناوی نابات؟ به‌هۆی هاوسه‌نگی له‌گه‌ڵ په‌كه‌كه‌ و به‌هۆی ئه‌وه‌ی له‌ تێكۆشانی ئازادیی باكووری كوردستان ده‌ترسێت ناتوانێت ئه‌مه‌ بكات. هێزه‌كانی باشووری كوردستان كه‌ سوود له‌م هاوسه‌نگییه‌ وه‌رده‌گرن، ئێستا به‌ فیدڕاڵی درێژه‌ به‌ مانه‌وه‌ی خۆیان ده‌ده‌ن. با به‌هه‌ڵه‌ نه‌هێته‌
گذار دموکراتیک
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی…
تێگه‌یشتن، بێگومان گه‌لی باشووری كوردستان ده‌یان ساڵ تێكۆشانی ئازادی و سه‌ربه‌خۆیی كرد. باجی زۆر قورسیان دا كه‌ به‌شێكی له‌ دۆخی ئێستادایه‌. به‌ڵام كه‌شوهه‌وای سیاسی، ئیعتیبار و ڕاستیی ئه‌و هێزه‌ی به‌ په‌كه‌كه‌ و تێكۆشانی ئازادیی كوردستان له‌ سێ پارچه‌كه‌ی دیكه‌ی كوردستان به‌ ناوی كوردستان ئافرێنراوه‌، ئه‌وه‌نده‌ ڕوونه‌ كه‌ نه‌شاردرێته‌وه‌. ئه‌گه‌ر سیاسه‌تێكی ڕاست هه‌بێت، ده‌توانێت ڕۆڵێكی زۆر باش بگێڕێت. كاتێك ده‌ڵێین [ده‌ستكه‌وته‌كانی كوردستان ده‌ستكه‌وتی هاوبه‌شن] مه‌به‌ستی ئێمه‌ ئه‌وه‌یه‌.»

قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، سیاسه‌تی ده‌وڵه‌تی تورك ئێستا له‌ لایه‌ن ده‌وڵه‌ت باخچه‌لی-یه‌وه‌ به‌ڕێوه‌ده‌برێت. گوتیشی، «زیهنیه‌تی مه‌هه‌په‌ باڵاده‌سته‌. به‌گوێره‌ی ئه‌م زیهنیه‌ته‌ له‌ ئه‌فریقیاش ده‌وڵه‌تێكی كورد دروست بێت، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌چێت له‌ناوی ده‌بات. ئه‌گه‌ر له‌ دژی ئه‌مه‌ تێكۆشانێكی به‌هێز نه‌كرێت، ئه‌وان هه‌رگیز ده‌سه‌ڵاتێكی كورد له‌ هه‌ولێر په‌سه‌ند ناكه‌ن. پێویسته‌ ئه‌م ڕاستییه‌ ببینن و ده‌ست له‌و ڕۆڵه‌ به‌رده‌ن كه‌ زیان به‌ گه‌ریلا ده‌گه‌یه‌نێت.»

«ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی باشووری كوردستان ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك خۆی ده‌گه‌یه‌نێته‌ هه‌ولێر»

موراد قه‌ره‌یلان ده‌رباره‌ی بێده‌نگی و خه‌مساردیی حكوومه‌تی باشووری كوردستان گوتی، «بێده‌نگی و هه‌ڵوێستێكی ترسنۆكانه‌ كه‌ ڕه‌خنه‌یه‌كیش ناگرێت، ته‌سلیمبوونه‌. ئه‌گه‌ر به‌رده‌وام بن له‌م ڕێبازه‌، سبه‌ینێ توركیا خۆی ده‌گه‌یه‌نێته‌ هه‌ولێر. ئه‌گه‌ر ده‌سه‌ڵاتی ئێستای باشووری كوردستان قورسایی خۆی پیشان بدات ده‌توانێت زۆر شت ئاسته‌نگ بكات. بۆمبارانی گوند و ده‌وروبه‌ری شاره‌كان ده‌كرێت، خه‌ڵكه‌كه‌مان ژیان له‌ده‌ست ده‌ده‌ن. له‌ باشووری كوردستان كارێكی گه‌وره‌ی هه‌واڵگری ده‌كرێت.»

«میت له‌ باشووری كوردستان ته‌نیا له‌ دژی په‌كه‌كه‌ كار ناكات»

فه‌رمانده‌ی گشتیی نه‌په‌گه‌ قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، جموجمۆڵی ده‌زگه‌ی هه‌واڵگریی تورك (میت) له‌ باشووری كوردستان ته‌نیا له‌ دژی په‌كه‌كه‌ نییه‌. گوتی، «ئێستا میت گوێ له‌ كاربه‌ده‌ستانی باشووری كوردستان ده‌گرێت. گوێ له‌ ته‌له‌فۆنه‌كانیان ده‌گرن و چاودێرییان ده‌كه‌ن. ئێمه‌ ئه‌مه‌ به‌ دروست نابینین. ده‌وڵه‌تی تورك هێزێكی مێتینگه‌ر و داپڵۆسێنه‌ره‌. هه‌موومان بینیمان كه‌ له‌ عه‌فرین و جزیر چی كرد. خراپترین شتیش ئه‌وه‌یه‌ هاوكاری ده‌وڵه‌تی تورك ده‌كرێت، جار جار زانیاریی هه‌واڵگری پێ ده‌درێت. ئه‌مه‌ دۆخێكی زۆر ترسناكه‌، هه‌ڵه‌یه‌كی زۆر گه‌وره‌یه‌ بۆ به‌رژه‌وه‌ندییه‌ نه‌ته‌وه‌ییه‌كان. پێویسته‌ به‌په‌له‌ كۆتایی به‌م دۆخه‌ بهێنرێت. ئه‌گه‌ر كۆتایی به‌م هه‌ڵسوكه‌وته‌ نه‌رێنییانه‌ نه‌هێنرێت و له‌ چاره‌سه‌ركردنی كێشه‌كاندا گفتوگۆ به‌ بنه‌ما نه‌گیرێت، له‌وانه‌یه‌ دۆخێكی زۆر مه‌ترسیدار بێته‌ ئاراوه‌. به‌دڵنیاییه‌ ده‌بێ كۆتایی به‌وه‌ بێنین.»

بۆ لایه‌نه‌كانی باشووری كوردستان؛ پێویسته‌ سیاسه‌تێكی نه‌ته‌وه‌یی بئافرێنین

قه‌ره‌یلان بانگی هێزه‌ ده‌سه‌ڵاتداره‌كانی باشووری كوردستان به‌تایبه‌تی په‌ده‌كه‌ی كرد و گوتی، «بۆ ڕێگرتن له‌ ئامانجه‌كانی ده‌وڵه‌تی تورك له‌ باشووری كوردستان، به‌دڵنیاییه‌وه‌ پێویسته‌ سیاسه‌تێكی نه‌ته‌وه‌یی بئافرێنین. له‌م قۆناغه‌ مێژووییه‌دا پێویستترین شت بۆ ئێمه‌ سیاسه‌تێكی نه‌ته‌وه‌یی هاوبه‌شه‌. ئێمه‌ ده‌ڵێین؛ ئه‌وه‌نده‌ باشووری كوردستان له‌ پارچه‌كانی دیكه‌ دامه‌بڕن. هه‌ڵوێستێكی وه‌ها زیان به‌ ده‌ستكه‌وته‌كانی گه‌له‌كه‌مان ده‌گه‌یه‌نێت. مامه‌ڵه‌یه‌كی له‌م شێوه‌یه‌ زیان به‌ ده‌ستكه‌وته‌كانی هه‌موو گه‌له‌كه‌مان ده‌گه‌یه‌نێت. ئامانجی ده‌وڵه‌تی تورك ئه‌وه‌یه‌ له‌نێو كوردان شه‌ڕ هه‌ڵگیرسێنێت. به‌م سیاسه‌ته‌ ده‌یه‌وێت كوردان دابه‌ش بكات. مه‌كه‌ونه‌ ئه‌و ته‌ڵه‌یه‌. ئێمه‌ شكست به‌م پیلانانه‌ی دوژمن دێنین. به‌ پشتیوانیی دیموكراتیی نه‌ته‌وه‌یی ڕه‌فتار ده‌كه‌ین.»

«ئێمه‌ وه‌ك هێزه‌ سیاسییه‌كانی گه‌لی كورد پێویسته‌ ببینین؛ به‌پێچه‌وانه‌ی لێدوانه‌كانی ده‌وڵه‌تی تورك و دوژمنه‌كانی دیكه‌، ئێمه‌ ته‌نیا جڤاتێكی عه‌شیره‌ته‌كان نین به‌ڵكوو ئێمه‌ نه‌ته‌وه‌یه‌كین - گه‌لین. هێزی ئه‌وه‌مان هه‌یه‌ كێشه‌ ناوخۆییه‌كانی خۆمان به‌ گفتوگۆ و ڕێبازی دیموكراتی چاره‌سه‌ر بكه‌ین.»

«یان به‌ئازادی ده‌ژین، یانیش له‌ناومان ده‌به‌ن»

له‌ درێژه‌ی چاوپێكه‌وتنه‌كه‌یدا موراد قه‌ره‌یلان گوتی، «دوو ڕێ له‌ به‌رده‌م گه‌له‌كه‌مان هه‌ن؛ یان له‌ خاكی دێرینی خۆمان ده‌بینه‌ خاوه‌نی مافه‌ سروشتییه‌كان و به‌شێوه‌یه‌كی ئازاد ده‌ژین، یانیش له‌ژێر پۆستاڵه‌كانی دوژمنی سه‌ركوتكاردا له‌ناوده‌چین - كۆمه‌ڵكوژ ده‌كرێین. له‌پێناو ئاینده‌یه‌كی ئازاد به‌ر له‌ هه‌ر شتێك پێویسته‌ به‌رژه‌وه‌ندییه‌ نه‌ته‌وه‌ییه‌كان به‌ بنه‌ما بگرین. پێویسته‌ به‌دڵنیاییه‌وه‌ كێشه‌كانی ئێستا به‌ گفتوگۆ چاره‌س
گذار دموکراتیک
قه‌ره‌یلان: ئه‌گه‌ر حكوومه‌تی هه‌رێم ئه‌وه‌نده‌ بێده‌نگ و ترسنۆكانه‌ ڕه‌فتار بكات، ده‌وڵه‌تی تورك ده‌گاته‌‌ هه‌ولێر قه‌ره‌یلان ڕایگه‌یاند، «دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین. له‌وانه‌یه‌ بتوانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌ی ده‌ده‌ن. یه‌ك گردی كوردستانیش بۆ ده‌وڵه‌تی…
ه‌ر بكه‌ین. ئه‌گه‌ر بتوانین وه‌ها بكه‌ین پیلانه‌كانی دوژمنه‌كانمان پووچه‌ڵ بكه‌ینه‌وه‌، ده‌ستكه‌وته‌كانی گه‌له‌كه‌مان و ئاینده‌ی ئازاد مسۆگه‌ر ده‌كه‌ین.»

«دوژمن له‌كوێ بێت، ئێمه‌ له‌وێین»

فه‌رمانده‌ی گشتیی بڕیارگه‌ی نه‌په‌گه‌ ده‌رباره‌ی به‌رخۆدانی گه‌ریلا له‌ باشووری كوردستان دژبه‌ داگیركاریی ده‌وڵه‌تی تورك گوتی، «ئێمه‌ گه‌ریلاین. ده‌وڵه‌تی تورك ده‌توانێت له‌ گردێك جێگیر بێت. ئه‌مه‌ بۆ ئێمه‌ لاوازی نییه‌. له‌ شه‌كیف-یش ئێمه‌ به‌ ڕێ و ڕێبازێك هه‌ین. واته‌ لێی ناچینه‌ ده‌ره‌وه‌. دوژمن له‌وێ بێت، ئێمه‌ش له‌وێ ده‌بین. له‌نێو یه‌كتردا ده‌بین. له‌وێ ناچینه‌ ده‌ره‌وه‌ و ناچینه‌ هیچ شوێنێكی دیكه‌. له‌م قۆناغه‌دا شتێكی وه‌ها هه‌رگیز نییه‌. دوژمن له‌كوێ بێت ئێمه‌ له‌وێین. ئه‌گه‌ر ده‌وڵه‌تی تورك بڕیار بدات كه‌ له‌وێ بمێنێته‌وه‌، هه‌ر ڕۆژ و سات به‌ سات به‌تووندی باجه‌كه‌ی ده‌دات. هێرشی ده‌كه‌ینه‌ سه‌ر و چالاكیی سابوتاژ ئه‌نجام ده‌ده‌ین و هه‌ڵده‌كوتینه‌ سه‌ریان. وا ده‌كه‌ین باجی هاتنیان بده‌ن.»

«بینیمان له‌ ماوه‌ی ساڵێكدا له‌ لێلیكان چۆن باجه‌كه‌یان دا. له‌ ماوه‌ی ساڵێكدا زۆریان لێ كوژرا به‌ڵام له‌ گه‌لی توركیان شارده‌وه‌. ئێستا گرده‌كانیان زیاد كردوون. له‌ ٥-٦ گردی دیكه‌ جێگیر بوون. ئیدی زیانه‌كانیشیان زیاتر ده‌بن. ئه‌مه‌ به‌م شێوه‌یه‌ به‌رده‌وام ده‌بێت. به‌رخۆدان گه‌وره‌تر ده‌بێت و مێژوویی ده‌بێت. با گه‌له‌كه‌مان گومان و دوودڵ نه‌بێت. دوژمن چه‌نده‌ ته‌كنه‌لۆژیا به‌كاردێنێت با به‌كاری بێنێت، گه‌ریلا به‌ ڕێبازی نوێ هه‌میشه‌ و له‌ هه‌ر كاتێكدا هه‌ڵده‌كوتێته‌ سه‌ریان. له‌وانه‌یه‌ له‌ناكاو له‌ هه‌موو ده‌ڤه‌رێك ڕووبه‌ڕووی سه‌ربازه‌كان ببینه‌وه‌. له‌و شوێنانه‌ی كه‌ ئه‌وان پێشبینییان نه‌ده‌كرد و چاوه‌ڕوان نه‌بوون، گه‌ریلا هێرش ده‌كاته‌ سه‌ریان. ئه‌مه‌ ڕێبازی سه‌ره‌كیی گه‌ریلایه‌ ئێستا. ڕێبازی له‌م شێوه‌یه‌ به‌رفره‌وان و به‌هێزتر ده‌كرێت.»

قه‌ره‌یلان ئاماژه‌ی به‌ پێداگرییان له‌ تێكۆشان كرد و گوتی، ئێمه‌ گردێكی كوردستان بۆ توركیا به‌جێناهێڵین. «ده‌توانن جێگیر بن، به‌ڵام باجه‌كه‌شی ده‌ده‌ن. چونكه‌ هێزێكی داگیركه‌ره‌. بێگومان ئێمه‌ به‌رخۆدان ده‌كه‌ین. به‌رخۆدان له‌پێناو ئازادی و دیموكراتی ئه‌ركی ئێمه‌یه‌. ڕۆڵه‌كانی ئه‌م گه‌له‌، كچ و كوڕانی ئه‌م گه‌له‌ به‌م تێگه‌یشتنه‌وه‌ به‌رخۆدان ده‌كه‌ن.»



ANF




🆔 @GozarDemocratic
Forwarded from اتچ بات
🔹نمایندگان آیینی به دیدار با کنشگران سپر انسانی رفتند
🔻نمایندگان آیینهای مختلف جنوب کردستان به دیدار با کنشگران سپر انسانی رفتند و از آنها حمایت کردند.

🔻 هیئتی متشکل از نمایندگان آیینی مسلمانان، ایزدیان، کاکەی ها و زردشتی ها و اعضای طریقت نقشبندی به دیدار با کنشگران سپر انسانی رفتند.

🔻 به نمایندگی از این هیئت ملا نادر علی سخن گفته و اعلام کرد، " دولت ترکیه در شمال کردستان و ترکیه ظلم وستم را بر تمامی کردهای آزادی خواه تحمیل می‌کند. این را کافی ندانسته و اکنون نیز سعی دارد با اشغال جنوب کردستان دستاوردهای خلق کرد را در جنوب کردستان نابود کند. از اینجا از سازمان ملل متحد، حکومت عراق و اقلیم کردستان درخواست می‌کنیم در برابر اقدامات ویرانگری که غیرنظامیان را کشته و یا زخمی می‌کند و محیط زیست منطقه را به آتش میکشد سکوت نکنند. برای جلوگیری از اقدامات خودسرانەی دولت ترکیه عمل کنید تا کردستان را بمباران نکرده و شهروندان را قربانی نکند."

🔻 نادر علی در ادامه سخنان خویش اعلام کرد، " برای حمایت از جوانان و محافظت از خاک، آب و شرافت خویش به اینجا آمدەایم. از تمام جهان اسلام و خلق‌های آزادی خواه درخواست می‌کنیم در برابر حملات و اشغالگری دولت ترکیه موضعی اتخاذ نموده و از آن جلوگیری نمایید.

🔻 جوانان با استقبال از این هیئت اعلام کردند، " دشمنان بدانند که همیشه قندیل و برادوست به سپری برای کردها مبدل شدەاند، ما؛ جوانان آمدەایم این سپر را تقویت نماییم. "

ANF


🆔 @GozarDemocratic
#ئۆجالان بۆ گەریلا: بە ئاسانیی شەهید مەبن


''من دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانیی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن، ئێوە دەچن تۆڵەی خۆتان لە دووژمن بکەنەوە بۆیە وا شەهید مەبن'' ئەمە پەیامی ئۆجالانە بۆ گەریلا، کە لەبیروەریی #جیهان_ئەرەن-دا ماوەتەوە.


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
#ئۆجالان بۆ گەریلا: بە ئاسانیی شەهید مەبن ''من دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانیی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن،…
#ئۆجالان بۆ گەریلا: بە ئاسانیی شەهید مەبن


''من دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانیی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن، ئێوە دەچن تۆڵەی خۆتان لە دووژمن بکەنەوە بۆیە وا شەهید مەبن'' ئەمە پەیامی ئۆجالانە بۆ گەریلا، کە لەبیروەریی #جیهان_ئەرەن-دا ماوەتەوە.



جیهان ئەرەن، ئەندامی کۆمیتەی باوەڕیی کۆما جڤاکێن کوردستان-کەجەکە لە ڕێپۆرتاژێکی ڕۆژنیوزدا، باس لە سەرەتای ئاشنابوونی بە پەکەکە و یەکەم دیداری لەگەڵ ئۆجالان دەکات، هەروەها تیشک دەخاتە سەر جیاوازیی و تایبەتمەندیی هزری ئۆجالان و ڕۆڵ و کاریگەریی لەسەر کۆمەڵگا.



سەرەتای ناسینی پەکەکە

جیهان ئەرەن، ساڵی ١٩٧٦ لە شارۆچکەی گمگمی شاری مووش-ی باکوری کوردستان لەدایکبووە، ساڵی نەوەدەکان کاتێک دەچێتە زانکۆ لە ئەستەنبوڵ دەبێتە ئەندامی یەکێتی گەنجانی وڵاتپارێزی کوردستان و بە شاراوەیی ڕۆژنامەی ''سەرخۆبوون'' گۆڤارەکانی ''ئۆزگور هەلك'' و ''ئۆزگور ئولکە''-یان دەخوێندەوە، هەروەها، گۆرانیە شۆڕشگێڕیەکانی گرووپی ئاگرین کە لە ڕۆژئاوای کوردستان دەوتران، هەڵسەنگاندنەکانی عەبدوڵا ئۆجالان، هەندێ گفتوگۆی ئۆجالان لەگەڵ ڕۆشنبیران و ڕۆژنامەڕۆژنامەنووسان بە نهێنی دەگەیشتە دەستی ئەندامانی گروپەکە و دەیانخوێندەوە، هەموو ئەمانەش وەک پەرورەد سودیان لێوەردەگرتن.

جیهان ئەرەن، دەڵێت: ئەمانە بۆ ئێمە ئاستێکی هۆشیاری باشی بۆ دروست دەکردین ئیتر دەمانزانی ئێمە کێین و دەبێ چی بکەین؟ پەکەکە بۆچی دەستیپێکرد و چی دەکات؟.

جیهان ئەرەن، لە مانگی ٦ی ١٩٩٦دا بڕیاری بەشداربوونی لە ڕیزەکانی گەریلا ددەدات، لە مانگی ٧ی هەمان ساڵدا لەگەڵ کۆمەڵێک گەنج دەچێتە وڵاتی یۆنان و پەروەردەی ئایدۆلۆژیی و سەربازیی دەدات، دواتریش لەسەر داوای عەبدوڵا ئۆجالان، ڕێبەری پارتی کرێکارانی کوردستان دەچنە "گۆڕەپانی سەرۆکایەتیی" لە سوریا، پێش ئەوەی بچنە سوریا، ئۆجالان بە تەلەفۆن قسەی لەگەڵ ئەو گەنجانەدا کردبوو.

جیهان ئەرەن و هاوڕێکانی ڕۆژی ٢٨/٥/١٩٩٧ بەرەو سوریا بەڕێکەوتن و ڕۆژی دواتر گەیشتنە ئەو شوێنەی، کە ئۆجالانی لێیە، هەر کەسێک، کە ڕووی لەوێ دەکرد، سەرەتا لەلایەن ئۆجالانەوە پێشوازیی لێدەکرا و یەکتریان دەناسی، دواتر کاریان پێدەسپێردرا، جیهان و هەڤاڵەکانیشی بەجۆشوخرۆشێکی زۆرەوە چاوەڕێی بینینی ئۆجالانیان دەکرد.

ئەرەن چۆن وێنای ئۆجالان دەکات؟

جیهان ئەرەن، لە خەیاڵی خۆیدا وێنای مامەڵەکردنی ئۆجالان دەکات، وا بیردەکاتەوە، کە وەک هەر سەرۆکێکی دیکە سەدان کاروانی ئۆتۆمبێلی بەدواوەیە و سەدان پاسەوانی هەیە، لە بەرزاییەوە سەیری خەڵک دەکات و پۆشاکی فەرمیی لەبەردایە، بەڵام هەموو خەیاڵەکانی پێچەوانە دەبنەوە.

ماڵەکە دەنگە دەنگی زۆری تێدابوو، دەنگی منداڵ، دایک، پیاو، تەلەفیزیۆن، هەموو دەنگەکان تێکەڵ بووبوون، بۆیە جیهان گومان دەکات، کە ئۆجالان لە جێگایەکی لەوجۆرەدابێت، لەناکاو دەنگی گەریلایەک بەناوی (عادل) جیهان لە خەیاڵەکانی دادەبڕێت، کە دەڵێت"سەرۆک هەڤاڵان ئامادەن بۆ بینینت"، ئەم ڕستەیە بەتەواویی جیهان سەرسام دەکات و لە دڵی خۆیدا دەڵێت'نابێت سەرۆک لەم ژوورەدا دانیشتبێت، چۆن شتی وا دەبێت!، ئەمە دەبێتە یەکەم شکانی خەیاڵەکانی پێشووی، کە بەرامبەر کەسایەتیی سەرۆک هەیبوو.

گەنجەکان دەچنە ژوورەوە بۆ بینی ئۆجالان، لەپێش جیهان ئەرەن گەنجێکی دێرسیمی بەناوی دەلیل دەچێتە ژوورە، کەسێکی بێدەنگ، سادە، هێمن و شەرمن بوو، هەر بەبینی ئۆجالان بە دەنگێکی بەرز دەڵێت"ئەی لاوی هەژاری کورد چییان بەسەر هێناون!''، گەنجەکان هەموو سەریان دەسوڕمێ، "سەرۆك چۆن وا زوو زانی، کە دەلیل کەسایەتیێکی وای هەیە!"، دواتر نۆبەی جیهان دێت، سڵاوی لێدەکات و مستەکۆڵەیەک لە پشتی دەدات، بەمەش دیسان جیهان سەرسام دەبێت"چۆن ڕێبەرایەتیی بەو جۆرە گاڵتە لەگەڵ کادیرەکانیدا دەکات!"، لە خەیاڵی خۆیدا سادەیی ئۆجالان بەراورد بە سەرۆکەکانی دیکە دەکات و دەڵێت، "من لە هیچ شوێنێک شتێکی لەو شێوەیەم نەبینیوە".

"بە هەموو شتێک سەرسام بووم"

جیهان بەردەوام دەبێت لە گێڕانەوەکانی"سەیری ژەوورەکە، ماڵ، فەڕشی ماڵەکە، جلەکانی سەرۆك سەیری هەر شتێکم دەکرد، هاوشێوەی ماڵی کرێکارێک بوو، لە یادمە بلوسەکەی سەر سەرۆك کەمێکیش دڕا بوو، دواتر شتێکی تر سەرنجی ڕاکێشام هەم لەگەڵ ئێمەدا قسەی دەکرد هەمیش لەگەڵ میوانەکانی، لەم لاشەوە چاوی لەسەر تەلەفزیۆن بوو و سەیری کەناڵێکی ئەو دەمەی تورکیای دەکرد بەناوی ''ستار'' کە دەنگوباسی دەخوێندەوە، لەو کاتەدا لە دەستیشیدا ڕادیۆك هەبوو گوێی لێدەگرت من بە خۆمم دەوت 'چۆن دەتوانێت هەموو ئەمانە بە هاوسەنگی و ڕێکوپێکی بکات؟، لەگەڵ ئەو هەموو قەڵەباڵخیەشدا پشیلەێك هەبوو هەر سەرە خولەکێک دەچوو بۆ سەر چۆکی سەرۆك و سەرۆکیش بە دەستی بەلایەوە دەنا و دەیگوت''بچە لۆ'' دیسانەوە پشیلە
گذار دموکراتیک
#ئۆجالان بۆ گەریلا: بە ئاسانیی شەهید مەبن ''من دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانیی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن،…
کە دەهاتەوە و دیسانەوە سەرۆك لایدەبرد...منیش سەرسوڕمانەکەم هەر بەردەوامە هەر سەیری ئەوم دەکرد لە ناکاوێکدا لەژێر چاویدا سەیرێکی کردم و لەناکاودا وتی: جیهان ئەمە چی دەڵێت مەبەستی لە چییە؟ (لە تەلەفزیۆندا باس لە ئۆپەراسیۆنێکی لەسەر گەریلا دەکرا)...بە هەرحاڵ من هەم ترسام هەمیش ویستم کە وەڵامەکەی بدەمەوە وتم 'سەرۆکم دەیەوێت بڵێت کە ئەو ئۆپەراسیۆنەی کردمان بە ئەنجام بووە و ئیتر پاشەکشێ دەکەین'. ڕێبەر ئاپۆ بەشێوەێك سەیری کرد وەك چۆن بڵێیت کە پێم بڵێ'' ئەوەندە لەخۆڕازی مەبە''، دواتریش هەر سەیری کردو وتی'' لەوانە وابێت!''، بەم وتانەی سەرۆك من زۆر ئاسودە بووم وەك چۆن بڵێیت، کە هەستی کرد من ناکۆکیم بۆ دروست بووە و دەیەوێت بە وتەکانی خۆی و قسەکردن لەگەڵمدا من ئاسودە بکات.

نزیکەی ٦ مانگ و ١٧ ڕۆژ لە "گۆڕەپانی ڕێبەر ئاپۆ"دا مانەوە، لەوێ تێگەشتن ئۆجالان تەنیا کەسایەتییەک نییە، "کاتێک باسی ئایدۆلۆژی، فکر و فەلسەفە دەکەین، تێدەگەین بنەمای سەرەکیی بۆ ژیان و تێکۆشانمان ڕێبەرمانە، چونکە هزری ڕێبەرمان ڕابردووی وا پڕ لە مێژوو کردووە و ئەمڕۆی بۆ دروست کردووین و داهاتووش پڕشنگدار دەکات".

جیهان ئەرەن، لەسەر هزری ئۆجالان، زیاتر وتی:"ئەوەی کە کۆمەڵگا، نەتەوە و وڵات ئازاد دەکات هزرێکی لەم شێوەیەیە، نمونەی زیندووی ئەمە ئێستا لە ڕۆژئاوایە، بیری ڕێبەر ئاپۆ داگیرکاری و زوڵم دەڕوخێنێت هەر بۆیەش دووژمنان گۆشەگیریی لەسەر ئەو ئەنجامدەدەن".

هەروەها، وتی:" پەیوەندیی ڕێبەر ئاپۆ لەگەڵ هەڤاڵانیدا پەیوەندیی شێخ و مورید، ئاغا و خێڵ نییە بەڵکو پەیوەندییەکی فکریی و ئایدۆلۆژییە، ئێستاش ئەم هزرە لەناو کوردستاندا جێگەی خۆی گرتووە ئەگەر کورد خیانەت لەم هزرە نەکات ئەوا سەرکەوتن بۆ گەلەکەمانە ڕێبەر ئاپۆ ئەمەی لە ساڵانی ١٩٩٠ وە گوتوە کە ''هەبوونی بە جەستەی هەبێت یان نا، گرنگ هزر و ئایدۆلۆژیای منە''.

ئەرەن، سەرسامییەکانی خۆی بۆ ڕێبەرەکەی دەهێنێتە زمان و چەند نمونەیەک باس دەکات: کۆتایی پەروردە بە سەرۆكم وت، کە بە چ جۆش و خرۆشێکەوە ویستوومە لە ڕاستی ڕێبەرمان تێبگەم و چ ناکۆکیێکم هەبووە! سەرۆک بە ویستێکی زۆرەوە چەندین جار ئەم ڕستەیەی دووبارە کردەوە: جیهان بینیت، بینیت، ڕاستی ڕێبەریەتیت بینی؟! بەڕاستی ڕێبەرمان زۆر ویستی ئەوەی هەبوو کە هەموو کەس بە ئەندازەی قوڵایی هزر و ئایدۆلۆژیاکەی ئەو بناسێت و لێی تێبگات. زۆر حەزی دەکرد کە هەموو کەس بزانێت لەبارەی شتەکانەوە چۆن بیر دەکاتەوە بۆ نموونە لەبارەی وڵات، گەنج، ژن، شۆڕش...هتد پێناسەی ڕێبەر چۆنە؟.

تێڕوانینی ئۆجالان بۆ ژن

سەبارەت بە بۆچوونی ئۆجالان لەسەر ژن، جیهان ئەرەن وتی: لای هەر پیاوێکی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و کورستانیش، ژن واتە هاوسەرگیریی و خزمەتکردن و منداڵ هێنان، بەڵام ڕێبەر ئاپۆ ئەمەی نەوت لە شێوەی پەندە پێشینەیەکانی خاوەن ئەزموون و بە تەمەنەکان: ''شێر شێرە چ ژن چ مێرە'' واتە نەبوونی جیاوازیی لە نێوانی ژن و پیاو، لەڕاستیدا لەلای ڕێبەر ئاپۆ ژن واتە شۆڕشگێڕ، ئازادیی، تێکۆشان، ئەخلاق، زانابوون و ئیرادەی کۆمەڵگا.

کۆتا دیدار

ئەرەن، بە حەسرەتەوە باس لە کۆتا دیداری لەگەڵ ئۆجالان دەکات، ''ئیتر کاتی ماڵئاوایی لە سەرۆکمان دەهات پەروردەکەمان کۆتایی پێهاتبوو، وەك هەمیشەی تایبەتمەندیی ڕێبەرمان بۆ هەر هەڤاڵێك کۆبوونەوەیەكی گشتیی کرد و تا شوێنی دەرچوون لە گۆڕەپانەکە لەگەڵمان بوو، مەبەستی ڕێبەرمان لە وتوێژەکانی لەگەڵ هەڤاڵاندا تێگەیشتبوو لە ئەنجامی پەروەردە و ویستی ڕۆشتنە خەبات، بە چەندین پرسیار هەڵسەنگاندنی بۆ ئەو کەسە دەکرد، وتوێژی لەگەڵ منیشدا کرد ئەوەندەی کە من تێگەیشتم ئەوە بوو کە باش بوو واتە ئەرێنی بوو؛ سەرۆك بە منی وت'ئەو شتانەی کە لێرە فێربوویت دەبێت بچیتە وڵات و بە هەڤاڵانی بڵێت واتە ڕاستی سەرۆك نیشانی هەر کەسێك بدەیت، وە من چاوەڕوانی سەرکەوتنی تۆم!' تا ئێستاش ئەو بابەتەی کە ئازاری من دەدات ئەو وتەیەیە، کە منیش نەبووبمە وەڵامدەرێکی باش بۆ ئەو سەرکەوتنەی کە سەرۆك لە منی داواکرد، ئەمەش وەك بابەتێکی تەواو پێکنەهاتوو لە دڵی مندا ماوەتەوە!.

ئۆجالان ماڵئاوایی لێکردن

گەریلا جیهان ئەرەن باس لە چۆنیەتی ماڵئاوایی کردنی ئۆجالان لە کادیرەکا دەکات و دەڵێت: بە تەواویی لە ١٦-١٧ مانگی ١٢ی ١٩٩٧ گروپەکەمان کە ٥٠-٥٥ کەس بوو ئامادەی ڕۆشتن بووین ئۆتۆمبێلەکان هاتن و سەرۆك ئیتر یەك بە یەك پرسیاری دەکرد پێویستیەکانتان هەموو تەواون یان نا پێویستێکی کە پێکنەهاتبێت هەیە یاخود نا؟، خاوەنی ئیردە و بڕوایت بچیتە وڵات و خەبات بکەیت یاخود نا؟..... وە زۆر پرسیاری تر. ڕێبەرایەتی یەك بە یەك ئۆتۆمبێلەکانی کۆنتڕۆڵ کرد و پرسیاری ئەوەيشی کرد کە ئۆتۆمبێلەکان خاوێنن یان نا بێ کێشەن؟ شۆفێرەکان کێن؟ هەموو ئەم شتانەی لە هەڤاڵانی بەڕێوەبەری پرسیار کرد. هەرە کۆتایش هەموومانی لەباوەش گرت و ماچی کردین و تاکە وتەیەکی هاوبەشی بۆ هەموو هەڤاڵان هەبوو ئەویش ئەوە بوو:''من
گذار دموکراتیک
#ئۆجالان بۆ گەریلا: بە ئاسانیی شەهید مەبن ''من دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانیی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن،…
دەزانم کە شەڕە شەهید بوونیش هەیە، بەڵام تکایە هەرزان و بە ئاسانی شەهید مەبن ئەوە بزانن کە هەر یەکێکتان کە وا بە ئاسانیی و هەرزانی شەهید دەبێت پارچەیەک لە جەرگی من دەبەن ئەم ئازارەم پێمەکێشن و خۆتان بپارێزن ئێوە دەچن تۆڵەی خۆتان لە دووژمن بکەنەوە بۆییە وا شەهید مەبن''، بەم وتانە ئیتر هەمومان چووینە ناو ئۆتۆمبێلەکان ڕێبەر ئاپۆ هەر لە دەوربەری ئۆتۆمبێلەکە بوو هەڤاڵێك لەگەڵ مان بوو ناوی ڕێزان بوو ئێستاش لەناو خەباتی گەریلادا لە تێکۆشان بەردەوامە بە دەنگێکی بەرزەوە وتی'سەیر بکەن سەیرکەن ئێوە دەبینین سەرۆك دەگری ....سەرۆك دەگری!'، ئێمە سەیرمان کرد بەڕاستی سەرۆك چاوەکانی پڕ بوو لە ئاو بە بینینی ئەم دیمەنەوە ئیتر کۆتای بە دیداری ئێمە و ڕێبەر ئاپۆ هات ئەمە کۆتا دیدارم بوو دیدارێك کە هیچ کاتێك لە یادم ناچێت و هەر لەیادمە، ئیتر دوابەدەوای دابڕان لە سەرۆکمان ئێمە کەوتینە ڕێ بۆ هاتنە وڵات و ڕوومان لە هەرێمی ''مەتینا'' کرد و ئیتر خەباتی گەریلاچیەتیمان لەناو شاخەکانی کوردستاندا دەستی پێکرد.


ROJNEWS


🆔 @GozarDemocratic
Forwarded from aryentvfarsi
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
👆صحبت های سیامند معینی ریاست مشترک پژاک برای هیئتی از احزاب و جریانات سیاسی روژآوای کردستان در مناطق حفاظتی #مدیا

@aryentvfarsi
🔹وکلای اوجالان جزئیات دیدار با اوجالان را اعلام کردند- تکمیلی
🔻دفتر حقوقی سده جزئیات دیدار ۱۸ژوئن / ۲۸ خرداد با رهبر خلق کرد عبدالله اوجالان را اعلام کردند.

🔻دفتر حقوقی سده جزئیات دیدار ۱۸ژوئن / ۲۸ خرداد با رهبر خلق کرد عبدالله اوجالان را اعلام کردند.

🔹 متن بیانیه به شرح زیر است:
◾️ " روز ۱۸ ژوئن//۲۸ خرداد با موکل خویش آقای اوجالان در زندان امرالی دیدار کردیم.

آقای اوجالان همانند دیدارهای پیشین بسیاری از مسائل را ارزایابی نموده و نظرات خود را بیان داشتند. بیشتر به ارزیابی مسائل اعتصاب‌های غذا، ارتباطات میان کرد و ترک، فرهنگ، شخصیت و تاریخ کردها، پیشامدها و وضعیت سوریه و شمال سوریه، فرصت و راه‌های سیاست دمکراتیک – توافق دمکراتیک، سیاست روزانه و تحولات پیشرو پرداختند.

در همان وقت آقای اوجالان مکتوبی را درباره سیاست‌های روزانه و تحولات پیشرو نوشتند. درخواست کردند این متن در ابتدا با ه.د.پ در میان گذاشته شود. چون مخاطب اصلی آن‌ها هستند. در چهارچوب درخواست آقای اوجالان پس از این دیدار، ارزیابی و مکتوب را با مسئولان و شورای ه.د.پ درمیان گذاشتیم و سپس قرار گرفتیم در ۲۱ژوئن/۳۱ خرداد به اطلاع افکار عمومی برسانیم. اعلام می‌داریم بغییر از مخاطبانی که به آن‌ها اشاره نمودیم، شخص دیگری را مطلع نساخته‌ایم.

هنگامیکه در راستای برنامه‌ریزی خویش دیدارهایی انجام می‌دادیم، در رسانه‌ها شخصی به نام علی کمال اوزجان را دیدیم. وی ادعا کرده است که عصر روز پنجشنبه سعی در تماس با وکلای دفترمان داشته است و همچنین ادعا کرده است که به امرالی رفته است. بغییر از وکلا اطلاعی از رفتن کسی دیگر به امرالی نداریم. از ۲مه تاکنون و در تمامی دیدارهایمان پیام‌های موکل خویش را ابتدا به مخاطبات اصلی آن رسانده و سپس به اطلاع افکار عمومی رسانده‌ایم. از اهمیت موقعیت موکل خویش در چهارچوب اجتماعی و سیاسی آگاه هستیم. به همین دلیل در بیانیه‌های خویش سعی داریم بر مبنای این مسئولیت اقدام نماییم. بویژه درباره‌ی دیداری که اوزجان ادعا کرده است، نحوه‌ی اشتراک‌گذاری آن و مفاهیمی که بکار برده است به وی مربوط است. تا زمانی ما با موکل خویش دیداری نداشته باشیم نمی‌توانیم تایید کنیم و یا پاسخ دهیم.

مکتوب آقای اوجالان که در دیدار روز ۱۸ ژوئن نوشتند، در ضمیمه‌ی این بیانیه به اطلاع افکار عمومی خواهیم رساند.

آقای اوجالان اظهار داشتند هر متنی از شرح کتابی بوده و در چهارچوب متن کتاب پیشنهادات و نظرات خویش را بیان کردند.

اظهار داشتند که برای چاره‌یابی، پیام‌هایی گسترده خواهد داشت که به آن‌ها "امید" می‌گوید. بار دیگر با اشاره به زبان دوقطبی(متناقض) که در دیدارهای پیشین به آن اشاره کرده بودند، اعلام کردند که باید خط سوم حفظ شود.

آقای اوجالان در چهارچوب گفت‌وگو‌های روزانه اعلام کردند که نباید درباره‌ی اتحاد دمکراسی ترددی داشت و اظهار داشت، باید ه.د.پ راه سوم را اساس گرفته و از آن محافظت کند. اعلام کرد، وضعیت دو قطبی از زمان تأسیس جمهوری تاکنون وجود داشته است، در این شرایط تشکیل و مدیریت اتحاد دمکراسی و ه.د.پ که حزبیست بر مبنای خط سوم ، کاری خطرناک و شجاعانه است. گفتند، باید ه.د.پ بمانند اتحادی دمکراتیک با شجاعت و عاقلانه به عنوان یک کاتالیزور، سیاست چاره‌یابی و مذاکرات دمکراتیک ایجاد کند، تا تمامی سازمان و احزاب سیاسی دمکراتیزه شوند.

آقای اوجالان اظهار داشتند، اندیشه‌ی اتحاد دمکراتیک که در ه.د.پ شکل گرفته است نباید به بخشی از سیاست‌های روزانه‌ی انتخاباتی مبدل شده و اعلام کردند که هدف ایشان اتحادی اجتماعیست و نه گسترش دو قطبی گری. به نظر ایشان سیاست قطبی سازی با گفتمان حقیر و عوام فریب خود سیاست جنگ را اعمال می‌کند، ه.د.پ باید مسیر خود را حفظ کند. اعلام کردند بایستی در این موارد با ه.د.پ مشورت کرد. همچنین گفتند، علی‌رغم این‌ها ه.د.پ فعالیت‌هایش را انجام داده و خودش نیز تصمیم‌گیری می‌کند.

آقای اوجالان اظهار داشتند ه.د.پ حزب اتحاد دمکراتیک و مذاکرات دمکراتیک است، برای دستیابی به آن بایستی ه.د.پ بمانند حزب اتحادها از راه توافق‌های خود سیاست‌ خود را قدرتمند گرداند. گفتند، از کوچکترین سازمان‌های جامعه، از روستا تا بالاترین سطح مشکلات بسیاری وجود دارند. مجموع این مشکلات در حوزه‌ی سیاست بوده و باید در سیاست راهکاری دمکراتیک را ایجاد نمود.

اظهار داشتند، سیاست دمکراتیک باید بر اساس ۳ مبنای اتحاد دمکراتیک، سیاست آزاد و قوانین جهانی ایجاد شده و برای قوانین جهانی، مفهوم توافق قانون اساسی دمکراتیک را پیشنهاد کردند. اعلام کردند، در میان قانون جهانی می‌توان قانون اساسی دمکراتیک را یافت. همچنین خاطر نشان ساختند که در اعلامیه‌ی متشکل از ۷ ماده‌ توافق دمکراتیک وجود دارد.
ایشان در مسئله‌ی ترک- کرد همانند دیدارهای اخیر، ارزیابی‌های خویش را ادامه دادند. اعلام کردند رابطه‌ی ترک و کرد همانگونه که پیشتر اظهار داشته‌اند هم‌سو است. ترک‌ بدون کرد وجود نداشت. کرد‌ها بودند که از ملازگرد درهای آناتولی را بر ترک‌ها گشودند. همچنین ترک‌ها با توافق با کرد‌ها در چالدران و مارجیدابک پیشروی کردند. اظهار داشتند، این وضعیت تنها یکجانبه نبوده بلکه برای کردها نیز سنخیت دارد. به نظر آقای اوجالان بایستی تحقیق کرده و معلوم گردد که توافق میان کردها و ترک‌ها از سوی چه کسی، چه زمانی و چگونه پایان یافته است و کدامین نیرو سبب آن شده است. اعلام کردند که پس از این توافقات قیام‌‌های بسیاری شکل گرفتند، قتل‌عام‌های بسیاری انجام شدند. اظهار داشتند، روش ایشان متفاوت است، باوجود تمامی اتفاقاتی که در چهل سال گذشته رخ داده‌‌اند، همیشه از قتل‌عام‌هایی بزرگ‌‌تر جلوگیری کرده‌اند و همه به این امر واقفند.

آقای اوجالان در این دیدار درباره‌ی روش سیاست خویش گفتند، تا به امروز با اندیشه، انتخاب و خلاقیت خواهان سیاست ورزی بوده و مشکلات را حل نماید. وی با اشاره به هزاران تنی که وفاداری خود را به وی اعلام کرده‌اند، بویژه در اعتصاب‌های غذا و روزه‌ی مرگ نشان داده شد، گفتند با وجود تمامی این‌ها نباید به این اندزه کار‌ها و مشکلات اجتماعی حل نشده باقی بمانند. اعلام کردند، تمامی بار بر دوش وی بوده و تنها فداکاری کافی نیست، با فکر، خلاقیت و سیاستی‌که مشکلات را حل می‌نماید هر کس قادر است بر سر بعضی از مسائل تمرکز کند. برای مثال گفتند، بسیار کنجکاو هستند که در آینده شهرداری دمکراتیک تا چه حد پیشرفت خواهد کرد.

ایشان علام کردند، این مسئله را مهم می‌بیند که کرد‌ها باسیاست سازنده همراه با اعراب و دیگر خلق‌ها، چگونه دولت سوریه را برای راه‌حلی در قانون اساسی قانع خواهند کرد. اظهار داشتند، این راه تنها راه ممکن برای جلوگیری از تخریب و انهدام‌های محتمل است.

ایشان در مسئله‌ی فرهنگ و تاریخ کردها نظرات خویش را در دیدارهای پیشین ادامه داده و در مسائل مم و زین و جزیره ارزیابی‌هایی انجام دادند. گفت، با وجود گذشت ۴۰۰ سال اما هنوز هم سایه‌ی مم و زین بر جزیره قرار دارد. در زمان ارزیابی فرهنگ، جغرافیا و تاریخ جزیره به دختر کرد ایزدی بریوان اشاره کرد که در تاریخ جزیره شخصیتی مهم بود و بدین شکل نظرات خویش را درباره‌ی ایزدیان بیان داشت. آقای اوجالان اعلام کرد،‌ فرهنگ کرد به شکلی درست آموخته نشده، زندگی نشده، وضعیتی خوفناک است که کردها به فرزندانشان فرهنگ کردی نمی‌آموزند.

۲۱.۶.۲۰۱۹
با احترام
دفتر حقوقی سده

پیام رهبر خلق کرد عبدالله اوجالان

به افکار عمومی

در مسئله‌ی ابتکار عمل شخصی خویش که برای پایان دادن به روزه‌ی مرگ و اعتصاب‌های غذا استفاده کردم، لازم دیدم که این بیانیه را منتشر نمایم.
درباره‌ی موضعی ژرف‌تر و روشن‌تر نسبت به کارزار چاره‌یابی صحبت کردم. از این دیدگاه به تحولات جاری نگاه کردم. وضعیتی که مهر خود را به روند پس از کارزار چاره‌یابی زد، آنچه به تردد سنتی ترکیه تداوم می‌بخشد، راه را بر جنگ و دو‌قطبی‌گری می‌گشاید و تمامی مسائل اجتماعی و بویژه مسئله‌ی کرد را تشدید می‌کند، با واقعیتی که توافقات جمهور و ملت، گزینه‌ی توافق دمکراتیک که در ه.د.پ آشکار شده است و مذاکرت دمکراتیک را اساس می‌گیرد در تضاد است.

بایستی درک گردد که در آینده مسائل اجتماعی داخلی، مسائل منطقه‌ای و اجتماعی بیشتر می‌شوند، به همین دلیل بسیار مهم و با معناست که از موضع خط سوم محافظت شود. در این چهارچوب اندیشه‌ی اتحاد دمکراتیک که در ه.د.پ عیان گشته است نباید به مسئله‌ای در سیاست روزانه‌ی انتخابات مبدل گردد. بایستی اتحاد دمکراتیک و معنای تاریخی آن را در دوقطبی‌های موجود دخالت نداده و همانگونه تاکنون انجام شده است در انتخابات بر خط بی‌طرف خویش اصرار نمود.

خط مشی بر مبنای ۳ مفهوم، اتحاد دمکراتیک، سیاست آزاد و قوانین جهانی، صحیح‌ترین پلاتفورم سیاسی و گزینه‌ی نتیجه‌ بخش است. از تمامی قدرت‌های مرتبط درخواست می‌کنم در این چهارچوب هشیار باشند.

۱۸.۰۶.۲۰۱۹ زندان بسته‌ی امرالی

عبدالله اوجالان"◽️

🆔 @anfpersian
مرکز نشر اثار و اندیشە‌های عبدالله اوجالان تقدیم میکند

مانیفست تمدن دموکراتیک -۱-


✍🏻 #عبداللە_اوجالان



مرکز مطبوعات #پژاک از طریق کانال #گذاردموکراتیک این اثر با ارزش رهبر #آپو را با صدای رفیق #باران_بریتان در چند بخش و به صورت MP3 تقدیم به آزادیخواهان و میهن دوستان میکند



🆔 @GozarDemocratic

⬇️⬇️⬇️
Audio
مرکز نشر اثار و اندیشە‌های عبدالله اوجالان تقدیم میکند

مانیفست تمدن دموکراتیک -۱-


✍🏻 #عبداللە_اوجالان



مرکز مطبوعات #پژاک از طریق کانال #گذاردموکراتیک این اثر با ارزش رهبر #آپو را با صدای رفیق #باران_بریتان در چند بخش و به صورت MP3 تقدیم به آزادیخواهان و میهن دوستان میکند

بخش اول



🆔 @GozarDemocratic