گذار دموکراتیک
1.6K subscribers
8.55K photos
3.7K videos
608 files
5.53K links
تلاش برای ایجاد دموکراسی در ایران و چاره یابی مسئلە کورد

آدرس وبسایت ما:
www.kodar.info ✔️
www.kjar.online ✔️
www.pjak.eu ✔️


ارتباط با ادمین:
@gozar_democratic ✔️

🆔 @GozarDemocratic
Download Telegram
گذار دموکراتیک
Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. 🆔 @GozarDemocratic
Di nav şerê herêmê de cih û rewşa Kurdistanê hûn çawa dinirxînin. Metirsiya şerekî navxweyî di rojevê de ye. Di vê barê de bangawazî û nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê birêz Murad Karayilan jî çêbûn, wek PJAK hûn vê rewşê çawa dinirxînin

Şerê li Rojhilata Navîn herî zêde li Kurdistanê gur dibe, hemû hêzên di nav vê pêvajoyê de ji bo Kurdistanê jî xwedî polîtîkayeke taybet in. Di van salan de pêşketinên tevgera Azadiyê û têkoşîna gelê Kurd destketiyên girîng bi xwe re anî. Ev destketî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan bi tevahî qezencên pir girîng bûn. Herî zêde jî hevgirtina Kurdan di têkoşînê de serdemeke nû ji bo gelan îfade kir. Li beramberî vê hêzên herêmî, cîhanî û bi taybet jî dagirkerên Kurdistanê ketin nav tevgerê ku van destketiyan tune bikin, pêşiya yekîtî û yekgirtina Kurdan û projeya demokratîkirina herêmê û yekîtîya gelan bigirin. Di vir de roleke berçav ji Tirkiyê re hatiye dayîn. Dewleta faşîst qirker ya Tirkiyê dixwaze sînorên Mîsaqî Millî zindî bike û dubare li herêmê bibe hêzeke serdest. Ev şer ne tenê li beramberî PKK’ê di esas de di kesayeta PKK’ê li dijî hemû gelên azadîxwaz û di serê wan de jî gelê Kurd tê meşandin. Di esas de ev şer di navbera hêza netew-dewletê ya ku ji hêla sîstema desthilatdar ya cîhanî ve tê xwedîkirin û hemû aliyên berxwedêr ên netewa demokratîk ku PKK û tevgera azadiyê pêşengtiya wê dike, tê meşandin. Ev şer li sêgoşeya Îran, Iraq û Tirkiyê asê bûye û zemînê êrîş û mudaxeleya ji bo Îranê jî zêde û amade dike. Pir hêz jî hene ku dixwazin ji vî şerî fayde bigirin.

Li beramberî şerê li Kurdistanê gerîlayên azadiyê bi berxwedaniyeke birûmet û vîndar têdikoşin û şer dikin. Teknîkeke berfireh û rêbazên pir hovane û derveyî mirovahiyê li ser gerîla tê meşandin. Ji ber şer di navbera nirxên mirovahiyê ku gelê Kurdistanê wan diparêze û hêzên dagirker û dij-demokrasiyê tê meşandin, lewre xwedîderketin li gerîla û tevgera azadiyê erka herî sereke û bingehîn îfade dike. Divê were zanîn ku hebûna tevgera azadiyê tê wateya hebûna Kurdê/a azad û xwedî îrade û nasname. Ji ber vê sedemê metirsî li ser hemû hebûna Kurdan e. Jixwe di vî şerî de tu sînor û pîvan nehatiye hiştin. Êrîşê Rojava, Şengal, Mexmûr, gel, jinan, ciwanan tê kirin. Tirkiyeya dagirker êrîşê herêmên me, gerîlayên me jî dike, beriya çend rojan 2 rêhevalên me yên YRK’ê di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk ya faşîst hatin şehîdkirin. Qetilkirina Denîz Poyraz ku jineke siyasetmedar bû, asta qirkirin û xeteriya şerê heyî nîşan dide. Ev şer yekparçe û bitûnî li dijî gelê Kurd û nirxên vî gelî tê birêvebirin. Doza girtina HDP’ê di hêla dadgeha Tirkiyê jî parçeyek ji vê komkujî û şerî ye.

Li Kurdistanê huqûqkeke derveyî exlaq û edaletê tê meşandin. Şerekî hovene û bêpîvan tê meşandin. Ji ber hêzên dagirker çi dixwazin dike biryar û didin sepandin. Lê Kurdistan êdî bêxwedî û hêza parastinê nîne, êdî wek sedsal berê nîne ku çi xwestin li ser Kurdan xistin meriyetê û kesê pêşiya wan negirt. Ev 40 sale muazem têkoşînek tê meşandin, tevger û hêzeke muazam ya parastinê heye. Ev hêzên dagirker pêwîste vê rastiyê êdî bibînin, qebûl bikin û ger qebûl nekin jî bi bersiva têkoşerên azadîxwaz re rûbirû dibin û wê têk biçin.

Ger em wiha li vî şerê tund û dijwar binêrin, divê em gelê Kurd, tevger û rêxistinên Kurdî û azadîxwaz di hemû astê de aliyê xwe bidin diyarkirin ku dikare were gotin gelê me û aliyên azadîxwaz xwedî bertek û bersiv bûne. Lê di rewşeke wiha de, yê ku zemîn dide vî şerî, yê ku xwedî dike û hêz didê PDK ye û ev yek jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ya ku di vê demê de bi Kurdan dide wendakirin neyekbûn û parçebûn e. Bi ser de jî rewşeke ku PDK niha di nav de ye ne tenê parçebûn e, herwiha dîjîtiya destkeftiya gelê Kurd dike. Ev siyaset bi gelê Kurd dide wendakirin. Li ser gelê Kurd dagirkerî û zilimeke pir giran tê kirin, li beramberî vê berxwe nedayîn, welat û axa xwe neparastin, têkoşîn nekirin zilma herî mezin e ku gelê Kurd li xwe bike. Derî li dagirkeriyê vekirin zilma herî mezin li xwe ye. Ji ber vê ev şerê rûmet û azadiyê, şer hebûna azad e.
گذار دموکراتیک
Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. 🆔 @GozarDemocratic
Raste! Li beramberî îhtîmala şerê navxweyî bangewaziya rêveberiya PKK’ê çêbû. Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, çalakvanên siyasî û civakî helwesta xwe ango aliyê xwe pir eşkere diyar kirin û xwestin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe. Ev yekemîn pêngav bû, girîng bû. PKK eşkere danî holê ku şerê navxweyî nake û naxwaze. Lê divê gel û ev aliyên welatparêz israr bikin û vê ferz bikin ku PDK jî helwesta xwe ya ku dê şerê birakujî neke, raber bike. Hin alî jî hene ku diyar dikin “Em tevlî şerê birakujî nabin”, ev helwesteke zelal nîne. Divê li beramberî şerê birakujî û aliyê ku vî şerî pêş dixîne helwest hebe. Em wek PJAK, ne tenê li dijî şerê birakujî ne, herwiha li beramberî yên vî şerî bike jî helwesta xwe eşkere datînin holê.

Li beramberî vê yekê Rojhilatê Kurdistanê xwedî çi helwestê ye?

Wek hemû beşên din ên Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê jî ciwanên leheng tevlî nava refên tevgera azadiyê dibin. Di şerê dawî yê dagirkeriya Tirkiyê de jî şehadetên giranbuha yên Rojhilat jî çêbûn. Ji Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtî rêheval fermandar Hewram Rojhilat, Egîd Îlam, Dîlan Maku, Erdal Urmiye li beramberî vê dagirkeriyê şer kirin û gihîştin şehadetê. Ev raberkirina helwesta Rojhilatê Kurdistanê li dijî şerê faşîzma Tirkiyê ye. Di vê qonaxê de li beramberî nêzîkatî û siyasetên ku hevkarî û hevalbendiya dagirkeriyê dikin, bersiva ku divê were nîşandayîn ev e. Gelê Rojhilat jî bi berdêldayîn zarokên xwe yên herî qehreman helwesta xwe diyar kiriye. Malbatên şehîdan jî li Rojhilat ruxmî hemû zext û pêkutiyan, xwedî li şehîdên xwe derketin. Malbata Ş. Egîd û gelê Îlamê bi rastî pir bi heybet û bi rûmet xwedîtî kirin. Ev helwesteke di cih de û di esas de peyama gelê Rojhilat bû. Gelê me yê welatparêz û şoreşger yê Rojhilat jî vî şerî li dijî xwe dibîne, bi tu şêwazî qebûl nake û dê ji bo pêşiya dagirkeriyê were girtin û şerê birakujî rû nede, di her astê de têkoşîna xwe bilind bike. Ji xwe Rojhilat xwedî tecrûbeyên pir bi êş û tal ên şerê birkujî bûye, dê bi tu awayî qebûl neke ku di vê demê û piştî ewqas destkeftin û nirxan, dubare her tişt heba biçe û vala derkeve.

Hilbijartinên li Îranê bi dawî bû, ev pêvajoya hilbijartinê çawa bû û dê encamên wê bi demdirêjî û demkin çi bandorekê bide kirin?

Li Îranê piştî damezirandina Komara Îslamî, sîstema rêvebirin, huqûq û dariziyê li ser bingeheke otokratîk, teokratîk, zayendperest, nîjadperest, mezhebperest hatiye rûniştandin. Ji ber wê siyaset, qanûn, dad, aborî, dîplomasî û hwd. li gor vê rastiyê tê birêvebirin. Sîstema hilbijratina Îranê jî parçeyek vê ye. Berê tim bi hinceta tehdîtên derve û bi çêkirina senaryoya dijmin, gel dikişandin ser sendoqên dengdayînê. Diyar bû ku ev senaryo êdî encam nade û gel dê tevlî nebe. Ji 60 milyon dengdêran ji nîvê wê zêdetir hilbijartin baykot kirin. Dengên xwe bikar neanîn. Jixwe dihate zanîn ji namzetan dê Îbrahîm Reîsî were hilbijartin. Ji ber ev kes ji hêla saziya rêbertiyê (Elî Xameneyî) ve hatibû diyarkirin. Di sîstema rêveberiya Îranê de tim wiha bûye ku kesê ji hêla Xameneyî ve tê erêkirin, ew tê hilbijartin jî. Bi hilbijartina şeklî ya Reîsî re saziyên meclîs, serokomarî û Vîlayetê Feqî rêveberî kete destê yek-destiya beşên muhafezekar.

Namzetên din yên Serokkomariyê ji ber dizanîn ku wê di vê pêşbirkê de bi ser nekevin û serokomar diyar bibû, pir bê îdea derketin pêşbirka hilbijartinê. Aliyê reformxwaz jî pir bi parçe û belav tevlî hilbijratinê bûn. Ango çi gelê Îranê, çi jî hin derdorên cuda yên di nav sîstemê de yên ne muhafezekar, dizanîn ku dê dawiya vê hilbijartinê çi be. Encam ji pêş ve hatibû diyarkirin. Civaka Îranê, ji karger heya mamoste, sendîkevan, jin û ciwan, jîngehparêz, mezheb û baweriyên cuda hemû pir yekgirtî, eşkere û vekirî helwesta xwe li dijî vê hilbijartina formalîte û şeklî nîşan dan. Gel jixwe ji vê rejîmê û polîtîkaya wê bêzar e, lewre hilbijartinên wê yên antîdemorkatîk ku ji tu cudahî û meylên siyasî yên cuda re rê nade, nerazîbûna xwe bi boykotê raber kir.
گذار دموکراتیک
Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. 🆔 @GozarDemocratic
Piştî hatina ser kar ya Îbrahîm Reyîsî, dê rewşa Îranê hîna xirabtir bibe. siyaseta Îranê ya hundir û derve li herêm û cîhanê hate meşandin têk çûye. Niha li ser Îranê bêtirî hezar ambargo tê meşandin. Ji bo rakirina vê ambargoyê neçare tewîzan bide. Pêvajoya tewîzdayînê li ber Îranê heye. Nexwe krîza aborî û siyasî dê girantir bibe.
Di siyaseta navxweyî de jî, hatina Reyîsî li ser hukûmetê bi xwe re dê çi biguhere, ev elbet dê pêşerojê zelaltir bibe. Lê dîrok û karneya Îbrahîm Rîyîsî di 1367 (1988) pir xirab û kujer e. Ji ber wê tu hêvî û bendewarî ji Reîsî tune ye. Hukûmeta Ruhanî bi qasî 8 salan ewqas wede dane civakê, yek jî pêk nehat. Ji ber wê bendewariyên gel êdî ji serokkomaran nemaye. Pirsgirêka Îranê ya esas di sîstemê de ye, sîstemeke netew-dewlet ya antî demokratîk e. Ji bo pêkhatina daxwaz û pêwîstiyên civaka îro ya Îranê, divê guhertin bingehîn bibin. Qabûna Bingehîn û pergal demokratîk bibe. Êdî civak jî gihîştiye vê zanebûnê.

Di çend salên dawiyê de bi rastî gelê Îranê têkoşîneke pir xurt meşand û bi neçûna ser sendoqên hilbijartinê û boykotê ev berçavtir nîşan da. Di esas de ji zext û pêkutiyên derve zêdetir, helwest û têkoşîna gelê Îranê rejîmê dixîne rewşeke zor û zehmetiyê.

Li Rojhilatê Kurdistanê, hilbijartina çawa pêşwazî bû?

Kurd ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, çandî û bawerî rastê neheqî û bêdadî, herwiha zextên rejîmê tên. Herwiha gelên Ereb û Beluç jî di heman rewşê de ne. Ji mafên xwe bêpar in. tucar pergala hilbijartinê ji bo van beşên etnîkî vekirî nebûye. Lewre eleqe û baweriya van gelan bi hilbijartinan nehatiye û piranî boykot kirine. Li Rojhilat ji ber realîteya siyaseta ku tê meşandin û nêzîkatiya îdeolojîk ya pergalê, tu kes nikare li erkên xwe yên xwezayî bêyî ku bedelên giran bide, xwedî derkeve; ne welatparêz, ne mamoste, ne jîngehparêz, ne huqûqnas, ne têkoşera jin, ne rewşenbîr an jî hunermend nikare xwedî li erkên xwe derkeve. Ji ber ger hewldaneke piçûk bike jî wek tewanbarekê tê bidestgirtin û sizadayîn. Kê/kî li erka xwe yê civakî û wîjdanî xwedî derkeve wek ku li dijî pergalê derketiyê tê bidestgirtin. Civak û ferdên wê yan teslîm bibin û bêdeng bimînin, an jî werin kuştin û wendakirin. Atmosfer di Rojhilat û herêmên din ên wek Beluçistan û Ehwazê wiha bûye. Ruxmî vê jî gelê Kurd tim lîstok û planên dagirkeriya Îranê ferq kiriye, ruxmî hemû bê îmkanî û zextan jî xwedî li nirx, bawerî û nasnameyên xwe derketiye. Herî zêde jî jinên Kurd di sekna bi îrade de li pêş bûne. Pir caran jî bi eşkere û netirs têkoşînê kirine. Em di vê qonaxa hilbijartinê de bûne şahid ku gelê Rojhilat hilbijartin bi piranî boykot kir. Îran pêwîste peyam û bersiva gelê Rojhilat bibîne. Meşrûbûna hilbijartin, hukûmet û serokkomariyê di Kurdistanê de tune ye, rewabûna xwe wenda kiriye. Divê êdî rejîm vê rastiyê bibîne ku êdî ji hêla gel ve nayê qebûlkirin.

Perspektîfa we ji bo gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di warê têkoşînê de çiye?

Sîstem jiberxwe ve naguherin, an jî tune nabin, bi têkoşînên civakê têne guhertin. Civak hefteyekê bênavber û topyekûn, hevgirtî çalekî bikin dê sîstemên herî mezin û xurt ên cîhanê hilweşînin. Lê ji ber têkoşînên heyî belav e, qut qut ne û komî nînin, ji ber wê encama hewce nadin. Li beramberî hilbijartinan li Ewrûpa û derveyî welat gelê me li ber balyozxaneyan têkoşîneke pir girîng meşandin. Lê ji ber li Îran, Rojhilat û derveyî welat bi hevgirtî û yek-dest nehate meşandin, tam encama tê xwestin nadin. şoreşê cîhanê di encama serhildanên girseyî û domdar pêk hatine. Îro jî ger em şoreşê û guhertina pergalê dixwazin pêwîste çalekî û berxwedan pir berfireh û yekgirtî be. Hefteyekê her kes kar bide rawestandin, hefteyekê herkes li derve be, serhildan bike, rejîm dê neçarê guhertinê bimîne.

Jin di vê mijarê de pêşenga sereke ye. Di demê borî de ji girtîgehan heya hemû qadên jiyanê xwedî têkoşîn bû. Rastê zextan hat, lê bêdeng nemaye. Ji ber jin wek însan nayê dîtin, ji hemû mafên xwe bêpar dimîne. Ji ber wê sedemên jinê yên têkoşîn û serî rakirinê bêsînor in. Li Îranê her der û her tişt ku zayendperestî tê de bi kok e, dikare ji jinê re bibe meydana têkoşînê.
گذار دموکراتیک
Zîlan Vejîn: Eger gelên Îranê hefteyekê li ber xwe bide, wê rejîm biguhere Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. 🆔 @GozarDemocratic
Jixwe jinên Îranî wêrek û xwedî cesareteke mezin in. Îro jî bi heman cesaretê ji bo bigihîjin daxwazên xwe helwesteke xurt ya şoreşgerî divê raber bikin. Beşên din ên civakî jî wek ciwan, xwendekar, karker, kedkar, cotkar û hwd. pêwîste demokrasiyê wek mijareke jiyanî û lezgîn bibînin, divê bi radîkal li ber vê pergala desthilatdar bisekinin.

Pêşketin û guhertina sosyolojîk û hizrî ya gelê Îranê di wê astê de ye ku ji sosyalîzm û pergala demokrasiyê re pêşengtî bike. Ji her demê bêtir îro gelên Îranê xwedî derfetin. Ger em bi ramana azadiyê, sosyalîzm û demokrasiyê, sîstema xwe ya azad û demokratîk pêş bixin, em dikarin li dijî desthilatdariyê şoreşa azadiyê biser bixin. Ger em gelên Îranî û di serî de jî gelê Kurd bi hevgirtî û yekîtî têbikoşin, bi tecrûbeya salan ya têkoşîna borî, em ê bikaribin serketinê misoger bikin.




ANF




🆔 @GozarDemocratic
بۆ مه‌سرور بارزانی

جه‌ناب هه‌موو ڕۆژێ فڕۆكه‌ جه‌نگێكانی توركیا بۆردوومانی گوند وناوچه‌ سنووری و غه‌یره‌ سنووریەكانی هه‌رێمی كوردستان ده‌كه‌ن نه‌ك هه‌ر نقه‌ت لێوه‌نایه‌ به‌ڵكوو شه‌رعیەتیشی پێ ده‌ده‌ی و به‌فیتی فراكسیۆنه‌كه‌تان و به‌هۆی ئه‌و هه‌موو پۆستانه‌ی هه‌تانه‌ له‌ به‌غدا هه‌ر له‌ ( جێگری دوومی سه‌رۆكی په‌رله‌مان و ئه‌مینداری گشتی په‌رله‌مان و وه‌زیره‌كانتان و به‌ڕێوه‌به‌ره‌كانتان ) , له‌ به‌غدا كه‌ ده‌ستان خستۆته‌ ناو ده‌ستی حه‌لبوسی یه‌وه‌ زۆربه‌ی ئه‌و موداخه‌لاتانه‌‌ی له‌ ناو هۆڵی په‌رله‌مان به‌نده‌ ده‌یكا ده‌رباره‌ی بۆردوومان و له‌شكركێشی توركیا بۆ ناو خاكی هه‌رێم وئه‌و هه‌موو قوربانیه‌ی لێی ده‌كه‌وێته‌وه‌ بڕیاری سڕینه‌وه‌ی بۆ ده‌رئه‌كرێ ئێستا جه‌نابت هاتووی له‌ به‌رئه‌وه‌ی دوو فڕۆكه‌ی بێ فڕۆكه‌وان هاتوونه‌ته‌ سه‌ر ناوچه‌كه‌تان داوای ئه‌وه‌ ده‌كه‌ی له‌ هه‌موولایه‌نه‌ عێراقیەكان كه‌وا هه‌ڵوێسته‌كانیان ( ته‌نها له‌ چوارچێوه‌ی ده‌ركردنی به‌یاننامه‌ی ئیدانه‌كردن نه‌بێ به‌ڵكو ئه‌و كاره‌ به‌ مه‌ترسی بۆسه‌ر ئاسایشی عێراق هه‌ژمار بكرێ و كاری جدی بۆ دووباره‌ نه‌كردنی بگیرێته‌ به‌ر ) ؟!

بۆ حاڵی خۆتان له‌ هه‌وڵێكی ئاوه‌های شكستخواردوو زندقتان چووه‌ به‌ڵام شعورتان نییه‌ ئه‌و هه‌موو فڕۆكه‌ جه‌نگیانه‌ی توركیا ڕۆژانه‌ بۆردوومانی خه‌ڵكی سڤیلی ناوچه‌ سنووری و غه‌یره‌ سنووریەكانی ئه‌م هه‌رێمه‌ ده‌كه‌ن ؟!

ئه‌گه‌ر مه‌ترسی هه‌بێ بۆ سه‌ر هه‌ر چوار پارچه‌ی كوردستان و بۆ سه‌ر ئاسایشی عێراق ته‌نها سیخوڕه‌كانی ئه‌تاتوركن بۆیه‌ پێویسته‌ خه‌ڵك دەرك به‌ ئه‌م مه‌ترسی یه‌ بكه‌ن و له‌ ناوبردنیان به‌سه‌رچاوه‌ی خۆشگوزه‌رانی وئارامی ناوچه‌كه بزانن وكاری جدی بۆ بكه‌ن .

یوسرا ڕه‌جه‌ب
ئه‌ندامی
ئه‌نجوومه‌نی نوێنه‌رانی عێراق



🆔 @GozarDemocratic
ساڵیادی شەهید ئاریوان شۆڕشگێڕ بەرزڕاگیرا

یەکەمین ساڵیادی شەهیدبوونی شەهید ئاریوان شۆڕشگێڕ گەریلای پژاک لە شاری سلێمانی بەرزڕاگیرا، کە ساڵی ڕابردوو لە هێرشێکی ئاسمانیی دەوڵەتی تورکدا لە ناوچەی کونەماسیی سنووری پارێزگای سلێمانی شەهیدبوو.

ئێوارەی دوێنێ کۆمیتەی شەهیدانی پارتی ژیانی ئازادی کوردستان-پژاک لە پارکی هەواری شاری سلێمانی بەبۆنەی یەکەمین ساڵیادی شەهیدبوونی گەریلا ئاریوان شۆڕشگێڕ-ەوە مەراسیمێکی بەبیرهێنانەوەیان ڕێکخست.



لە مەراسیمەکەدا یادی هەریەک لە شەهیدان هەورام و عەگید ڕۆژهەڵات و زاگرۆس مانی و عەگید چیا و ژمارەیەکی دیکە لە شەهیدانی ڕۆژهەڵاتی کوردستان بەبیرهێندرانەوە، هاوکات دروشمی “شەهید نامرێ” “بژی سەرۆک ئاپۆ” دەوترانەوە.

کاروان سەقز بەیاننامەی کۆمیتەی شەهیدانی پژاکی لە مەراسیمەکەدا خوێندەوە و تیایدا هاتبوو: هەڤاڵ ئاریوان وەک گەنجێک خوێندنەوەی جیاوازی بۆ پرسی گەلەکەی کردبوو، هەربۆیە ڕێبازی شەهیدان عاکیف زاگرۆس، دلێر بۆکان و دڵگەش هەڵدەبژێرێت و وادەکات لەناو هەڤاڵانیدا بەرز و خۆشەوست بێت.


ئەوەش هاتبوو: هەوڵدەدەین ببینە لایەقی ڕێگە و ڕێبازی پڕ لە شانازییان، ڕژێمەکانی تورکیا و ئێران بە ئەقڵییەتی فاشیستییانەوە دەیان کادر و پێشەنگی گەلەکەمانیان شەهیدکردووە، ئەگەر دوژمنان پێیان وایە بە شەهیدبوونی پێشەنگەکان دەتوانێت بزووتنەوەکەمان لاوازبکات، بێگومان خەیاڵێکی خاوە و هەرگیز ئەنجامگیر نابن.

هەروەها، جووتیار زانا، بەیاننامەی چالاکوانانی ڕۆژهەڵاتی کوردستانی خوێندەوە و تیایدا جەختکرابووەوە: پێویستە گەمارۆدانی ناوچەکانی گەریلا لەلایەن پەدەکەوە کۆتایی پێبێت و لایەنە پەیوەندیدارەکانی ئەم دۆخە خولقێندراوە بەزووترین کات بێنە سەرخەت و ئەرکی مێژوویی خۆیان بەجێبهێنن.


شەهید ڕێبوار قولیزادە ناسراو بە ئاریوان شۆڕشگێڕ، لەدایکبووی شاری بۆکانی ڕۆژهەڵاتی کوردستانە و گەریلای پارتی ژیانی ئازادی کوردستان-پژاک بوو، ڕۆژی ٢٥ی حوزەیرانی ٢٠٢٠ لە هێرشێکی فڕۆکە جەنگییەکانی دەوڵەتی تورکدا لە گوندی کونەماسی ناوچەی شارباژێڕی سەر بە سلێمانی شەهیدبوو.


ڕۆژنیوز



🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
عەگید: تکۆشانی پ.ک.ک تێکۆشانی ڕۆژهەڵاتی ناوینە
گەریلایەکی هەپەگە بەناوی #فەرهاد_عەگید کە خەڵکی شاری ڕەقایە و بە ڕەگەز عەرەبە، سەبارەت بە هۆکاری بەشداربوونی بۆ ناو ڕیزەکانی گەریلا دەڵێ: "هۆکاری سەرەکی بەشداربوونم بریتیە لە بەرپرسیارێتیم بەرامبەر بە وڵاتەکەم."


🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
نا بۆ داگیرکاریەکانی دەوڵەتی فاشیستی تورکیا


🆔 @GozarDemocratic
زانیاریی مەترسیدار لەسەر سەری ڕەش لە زاری ناوەندێكی تورکییەوە


ناوەندی لێکۆڵینەوەی شەڕی تایبەتی تورکیا (SETA)، ئاشکرای کردووە، کە دەوڵەتی تورک لە سەری ڕەشی هەولێر، لەگەڵ پەدەکە لەنزیک بارەگای بارزانی، ناوەندێکی هاوبەشی بەڕێوبردنی شەڕیان لە دژی پەکەکە دامەزراندووە.



🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
زانیاریی مەترسیدار لەسەر سەری ڕەش لە زاری ناوەندێكی تورکییەوە ناوەندی لێکۆڵینەوەی شەڕی تایبەتی تورکیا (SETA)، ئاشکرای کردووە، کە دەوڵەتی تورک لە سەری ڕەشی هەولێر، لەگەڵ پەدەکە لەنزیک بارەگای بارزانی، ناوەندێکی هاوبەشی بەڕێوبردنی شەڕیان لە دژی پەکەکە دامەزراندووە.…
زانیاریی مەترسیدار لەسەر سەری ڕەش لە زاری ناوەندێكی تورکییەوە


ناوەندی لێکۆڵینەوەی شەڕی تایبەتی تورکیا (SETA)، ئاشکرای کردووە، کە دەوڵەتی تورک لە سەری ڕەشی هەولێر، لەگەڵ پەدەکە لەنزیک بارەگای بارزانی، ناوەندێکی هاوبەشی بەڕێوبردنی شەڕیان لە دژی پەکەکە دامەزراندووە.


لە ڕاپۆرتێکی کۆمەڵەی لێکۆڵینەوەی سیاسەتی ئابووریی و کۆمەڵاتیی ناسراو بە (SETA)ی تورکیا کە ناوەندێکی شەڕی تایبەتی سەر بە ئاکەپە-مەهەپەیە، گەلێک زانیاریی گرنگ و مەترسیدار لە سەر پیلانەکانی تورکیا لەسەر هەرێمی کوردستان و هاوکارییەکانی پەدەکە بۆ شەڕ لە دژی پەکەکە، ئاشکرا کراوە.

بەرپرسی پەیوەندییەکانی (SETA) لە زاری سەرچاوەیەکی دەوڵەتی تورکیاوە ئاشکرای کردووە، کە پەدەکە هێزەکانی زێرەڤانی و گوڵانی جووڵاندووە بۆ هەرێمەکانی گەریلا و لەسەر ئەو ڕێگانەی کە لۆجستیک و خۆراک دەگەیەندرێنە هەرێمەکانی گەریلا، بازگەیان داناوە.

ئەو بەرپرسە تورکە ئەوەشی ئاشکرا کردووە، کە ئەوان مەزندەی ئەوە دەکەن لە ماوەیەکی نزیکدا شەڕێک لەنێوان پەدەکە بە هاوکاریی تورکیا لە دژی پەکەکە لەو هەرێمانە ڕووبدات و بەو مەبەستەش ناوەندێکی فەرماندەیی هاوبەشیان لە سەری ڕەش لە هەولێر، نزیک لە بارەگای بارزانی بە بەڕێوبەردنی پیلان و شەڕەکانیان دروست کردووە.

لە ڕاپۆرتەکەدا بە ئاشکرا باس لەوەش کراوە، کە بە فەرمان و ئاڕاستەی تورکیا، پەدەکە هێزی بۆ مەتینا ڕەوانە کردووە.

چەند خاڵێکی مەترسیدار کە لە ڕاپۆرتەکەی (SETA)دا باسی لێوەکراوە:

١.تورکیا نزیک لە بارەگای بارزانی لە سەری ڕەشی هەولێر، ناوەندێکی بەڕێوبەریی و فەرماندەیی هاوبەشی لەگەڵ پەدەکە بۆ شەڕ لەدژی پەکەکە دامەزراندووە.

٢.تورکیا لە شەڕی پەکەکەدا، هەولێر وەکو شەریکی ڕاستەقینە سەیردەکات و لە ئۆپەراسیۆنی چنگدا دەیەوێت بە پێشەنگایەتی نێچیرڤان بارزانی بە هەماهەنگی لەگەڵ هەولێر، ئۆپەراسیۆنەکە بەڕێوەببات و ئەنجامی ئەرێنی بەدەست بهێنێت.

٣.لەوانەیە ئاڵۆزییەکانی نێوان پەدەکە و پەکەکە، لە ماوەیەکی نزیکدا پەیەدە و یەپەگەش بگرێتەوە، کە ئەگەر ئەمە سەربگرێت بەو واتایەدێت لەشەڕ دژبە پەکەکەدا دەستکەوتی گەورە بەدەستهاتووە.

٤.لەم کاتەدا بەشداریی پێشمەرگە لەگەڵ سوپای تورک، پەکەکە بۆ شەڕ هان دەدات، گەمارۆدانی کامپەکانی پەکەکە لەلایەن هێزەکانی پێشمەرگەی زێرڤانییەوە، هەڵمەتێکی زۆر گرنگە و پێویستە بەڕێوبەریی هاوبەشی نێوان تورکیا و پەدەکە گەورەتر بکرێت.

٥.فشارەکانی هێزە تایبەتەکانی پەدەکە لەسەر پەکەکە، تاکو دەچێت زیاد دەکات و ئەمەش پەکەکەی تەنگەتاو کردووە، هەر بۆیە لە شەڕی دژ بە پەکەکەدا، پەدەکە بۆ تورکیا دەبێتە هاوکارێکی زۆرگرنگە و پێویستە تورکیا بە هەماهەنگی لەگەڵ پێشمەرگەکانی پەدەکە، گەریلاکانی پەکەکە لەو هەرێمانە وەدەر بنێت.

٦.لە ئەنجامی فشار و ئاڕاستەکردنەکانی تورکیا، پەدەکە زیاتر هاوکاریی تورکیا دەکات، بەو مەبەستەش پەدەکە لە دژی پەکەکە بە هاوکاری تورکیا، هەنگاوی جۆراجۆر دەنێت، هەر بۆیە تاکوو دەڕوات، ئاڵۆزی نێوان پەکەکە و پەدەکە زیادتر دەبێت، هاوکات پەدەکە لە بواری هەواڵگرییشدا ڕۆڵێکی زۆر بەرچاو دەگێڕێت لە شەڕ دژ بە پەکەکەدا.

جیگای وەبیرهێنانەوەیە کە پەدەکە لە ٥ی حوزەیراندا، هێزێکی تایبەتی لە چەکدارەکانی خۆی، ڕەوانەی مەتینا کردبوو و کامپێکی گەریلاکانیان گەمارۆ دابوو، هەر لەو ڕۆژەدا هێرشکرایە سەر زرێپۆشێکی پێشمەرگەکان و چەند پێشمەرگە گیانیان لەدەستدا، پەدەکە، گەریلاکانی پەکەکەی تۆمەتبار دەکرد، کە ئەوان ئەو هێرشەیان پێکهێناوە، هەپەگەش وێڕای ڕەتکردنەوەی ئەو تۆمەتانە، داوای لە شاندێکی پسپۆڕی بێ لایەن کردبوو کە بڕۆن و لێکۆڵینەوە لەو هێرشە بکرێت، بەڵام پەدەکە پێش چوونی شاندێک بۆ مەتینا، پێشوەخت زرێپۆشەکەی لە شوێنی ڕووداوەکە لابردبوو و هیچ ئاسەوارێکی شەڕەکەی نەهێڵابوو.

ئەوەش لەکاتێکدا کە میدیاکانی پەدەکە سەرەتا بڵاویان کردەوە کە ئەو هێرشە بۆ سەر پێشمەرگەکان، لە لایەن فڕۆکەی تورکیاوە پێکهاتووە.



ڕۆژنیوز



🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
سیڤان سەعید: جاهیلکردن و ئاساییکردنەوە چەکی دەستی فاشیزمن

سیڤان سەعید، پرۆفیسۆری یاریدەدەری کاروباری ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست، پێیوایە ئەوجۆرە فاشیزمەی ئێستا لە تورکیادا هەیە، تەنها بە دەسەڵاتەوە سنووردار نەماوە، بەڵکو تەشەنەی کردووەتە ناو تاکەکانی کۆمەڵگاش، بە ڕێگای ‘جاهیلکردنی’ کۆمەڵگا و ئاسایی کردنەوەی کردەوەکان، خۆی بەڕێوە دەبات.


ڕۆژنیوز



🆔 @GozarDemocratic
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî


Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî.




🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî. 🆔 @GozarDemocratic
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî


Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî.



Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a 19'ê Hezîrana 2021'ê ya li Şarbajar ku 2 gerîlayên YRK'ê şehîd bûn, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Weke tê zanîn 19-6-2021 li gundê Asosê, girêdayî Şarbajar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker çêbûbû, di vê êrîşê de du hevalên me yên jin gihaştibûn şehadetê. Wekî tê zanîn ev her du hevalan dema ji erka xwe vedigeriyan, rûbirûyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hatin û şehît ketin. Derbarê her du hevalên me yên şehîd de agahî bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Mahiye Açik
Kod: Ada Îmrali

ADA ÎMRALI

Heval Ada, li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê çavê xwe li dinê vedike, di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên gerîla dibe. Bi sekn û tevlîbûna xwe ya xurt di gerîlatî de zû pêş dikeve, weke jineke Kurd li beramberî her cure nêzîkatiyên sîstemê xwedî sekneke xurt bû, bi coş û moraleke bilind tevlî dibû û hem di têkoşîna xwe ya li hemberî seknên kevneşop de hem jî têkoşîna li beramberî dijmin de xwedî israr û îradeyeke xurt bû. Ji ber vê di temenê xwe yê ciwan de bi berpirsiyar û fedakar tevlî her xebat dibû. Weke gerîlayeke jin a Kurdistanê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên hevalên xwe yên şehîd bi bîr û baweriya Rêber Apo têkoşîn meşand. Di pîvanên jina azad û jiyana azad de xwedî sekneke berbiçav û israr bû.

Nav û Paşnav: Roha Racî
Kod: Ekîn Rojava

EKÎN ROJAVA

Heval Ekîn li bajarê Şoreşa Mirovahiyê Rojava, Hesekê ji malbateke welatparêz tê dinê. Di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadî nas dike û di nav şoreşê de mezin dibe. Li vir rastiya Kurd û rastiya dijminê xwe bi rengekî pir sotîner dibîne, pêwîst dibîne ku mîna jin û ciwaneke Kurd çi berpirsiyartî dikeve ser milê xwe pêk bîne. Di pêvajoyeke wisa de ku dijminên dagirker li beramberî gerîlayên Kurdistanê êrîşeke topyekûn bi rê ve dibin ku gerîlayên azadiyê ji hemû mirovahiyê re bûye hêviya jiyaneke azad, bêteredut berê xwe dide wargehên azadiyê. Çawa ku jinên Kurd, jinên Rojava ji bo hemû jinên mirovahiyê re bûn hêvî û sembola paşerojeke azad, Heval Ekîn biryar dide ku pîvanên milîtantiya Apocîtî bi rengekî herî xurt di kesayeta xwe û hevalên xwe de ava bike û baş dizanî ku li beramberî dijminên dagirker encax sekneke bi vî rengî dikare ser bikeve.

Heta roja şehadetên xwe jî heval Ada û heval Ekîn li ser esasî avakirina jiyana azad û bûyîna layiqê şehîdên qehreman bi israr û îdîa têkoşîn meşand û ji bo hevalên xwe bûn çavkaniya hêz û moralê.

Em jî weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê careke din ji malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin, ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza bilindkirin û serxistina têkoşîna wan didin.

DERBARÊ ŞEHADETA 3 GERÎLAYÊN LI ŞAHO ŞEHÎD KETÎ DE

Bi taybet demekî ye, dewleta dagirker a Îranê bi rêya komplo û cehşên herêmê hewl dide, derbe li hevalên me bide. Her çi qas gerîlayên me ji bo pevçûnek dernekeve hewl bidin jî cih cihana rûbirûyê komplo, kemîn û êrîşên dewleta dagirker a Îranê re tên. Wek tê zanîn di dîroka 15-6-2021’î de li gundê Sûreto girêdayî Şaho, dema hevalên me li ser erka xwe ya rêxistinî ne, rûbirûyê êrîşa dijmin tên. Dijmin destpêkê bi çekên giran û topbaranê û piştre jî bi gelek leşkeran êrîş dike. Di vê demê de navbera hevalên me û dijmin de pevçûnek diqewime. Di vê pevçûnê de sê hevalên me heta dawî bi qehremanî şer dikin û şehîd dikevin. Navên hevalên me yên ku şehîd ketine wisa ne: Şehîd Şêrko Rojhilat, Şehîd Sîrwan Alanî û Şehîd Hêja Sine ye. Her wiha derbarê wendahiyên dijmin de agahiyeke zelal nîn e.

ŞÊRKO ROJHILAT
گذار دموکراتیک
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî. 🆔 @GozarDemocratic
Heval Şêrko Rojhilat di sala 2015’an de beşdarî refên gerîla dibe, bi taybet piştî sêdarekirina Mamoste Ferzad Kemanger dikeve nav lêgerînê, ji ber mamosteyekê Kurd bo zarokên Kurd perwerde dike û hewl dide erkê xwe yê welatparêziyê pêk bîne, ji aliyê sîstema faşîst ve tê sêdarekirin. Ev li ser Şêrko bandorekî pir kûr ava dike û ji xwe re soz dide ku di rêya Mamoste Ferzad Kemanger de têkoşîn bimeşîne. Helbet di heval Şêrko de bi civakîbûna xurt a mîna şagirtê Şehîd Ferzad Kemanger di nav gerîla de pir zû pêş dikeve û bi rûyê xwe yê rûken û hevaltiya xwe ya germ, ji aliyê her hevalekî û gelê Kurd ve di demekî kurt de tê hezkirin. Bêhesap tevlîbûn û dilpak û dirûst nêzîkbûna xwe ya li beramberî her erkê rêxistinê di demekî kurt de bû milîtanekî rast ê Apoyî. Dîsa kîn û nefreta wî ya beramberî dijmin hebû û li beramberî her cure kêmasiyan bi wêrekiyeke mezin tevdigeriya û tawîz nedida. Di giştî gerîlabûna xwe de tu carî bi dudilî hareket nekir, bi israr û îradeyeke xurt gerîlatî meşand û ew jî wek hevalên xwe yên şehîd bû pêşengekî gelê Kurd.

SÎRWAN ALANÎ

Hevalê me heval Sîrwan Alanî di nav malbatekî welatparêz de tê dinê, mîna her ciwanê Kurd, zulm û zordariya dijmin qebûl nake û berê xwe dide refên gerîla. Heval Sîrwan bi rihê xwe yê welatparêziyê û girêdanbûna xwe ya jiyanê û hevaltiya xwe ya bi xurt dihate nasîn. Ji ber vê yekê di nav gerîla de di demekî pir kurt de pêş dikeve û berpirsiyartiyên girîng digire û her erka ku rêxistinê dayê, bêyî îtîrazek bike an jî dudilî bêjî bi serkeftî bi cih tîne. Di nav gerîla de bêwestandin û bi sebreke mezin gerîlacîtî kir û li hember jiyana şehîdan bi tu awayî kêmasiyek qebûl nedikir, ji ber wê hevalên wî her tim wî weke serhildêrek pênase dikir. Ev serhildêriya wî dihişt ku li hemberî dijmin seknekî xurt ava bike û pêşengatiya serdemê bigire ser milê xwe.

HÊJA SINE

Ji bo heval Hêja Sine ji bajarê xwînawî Sinê ye û di sala 2016’an tevlî refên gerîla dibe. Bi taybet hê di temenê xwe yê biçûk de dikeve nav lêgerînan. Dema li malê behsa Tevgera Azadiyê tê kirin bi meraq û heyecaneke pir mezin dixwaze, rêxistinê di demekî kurt de nas bike. Ew jî weke her zarokê Kurd, bi çîrokên qehremanî û Kurdistanê mezin dibe. Ev dibe sedem ku hem dijminê xwe zêdetir nas bike û hem jî ji bo bikaribe vê çarenûsê biguherîne dikeve nav lêgerînan. Hevalê me yê heval hêja di temenê xwe yê biçûk de tevlî kar û xebatan dibe û xewn û xeyalên xwe bi tevlîbûna gerîla yanî refên azadiyê pêk tîne. Di nav gerîla de bi coş û heyecana xwe her tim ji hevalên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Heval Hêja li beramberî jiyana partî her tim bi edelat û mutevazîbûna xwe xwedî sekneke mînak bû û lewma bi kedekî mezin tevlî kar dibû û erzan jiyankirinê ne ji bo xwe ne jî ji bo tu kesî bi tu awayî qebûl nedikir. Her çi qas heval di temenekî ciwan de bi qehremanî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir bû jî di nav gerîla de di demekî pir kurt de bû sembola tolhildan û têkoşîna ji bo jiyana azad.

Em weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê di serî de malbatên heval Şêrko, Sîrwan û Hêja û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin."



ANF





🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî. 🆔 @GozarDemocratic
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî


Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî.




🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî. 🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
YRK'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî


Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê 2 gerîlayên jin ên 19'ê Hezîrana 2021'ê li Şarbajar şehîd bûn û 3 gerîlayên 15'ê Hezîranê li herêma Şaho şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî.




🆔 @GozarDemocratic