گذار دموکراتیک
1.6K subscribers
8.55K photos
3.7K videos
608 files
5.53K links
تلاش برای ایجاد دموکراسی در ایران و چاره یابی مسئلە کورد

آدرس وبسایت ما:
www.kodar.info ✔️
www.kjar.online ✔️
www.pjak.eu ✔️


ارتباط با ادمین:
@gozar_democratic ✔️

🆔 @GozarDemocratic
Download Telegram
گذار دموکراتیک
پشت‌ پرده نشست ناتو ترکیه یک کشورعضو ناتوست و حضور ناتو در ترکیه مانند عراق و سوریه همچون یک نیروی خارجی نیست، بلکه یک نیروی داخلی محسوب می‌شود. بنابراین نیرویی خارجی قلمداد نمی‌شود، بلکه بعنوان نیروی داخلی مطرح می‌شود. این مسئله در آخرین نشست ناتو و مذاکرات…
وضعیت موجود به وضوح نشان می‌دهد که حکومت آ.ک.پ-م.ه.پ در حال پایان است. بر اساس نشست‌های اخیر با یکدیگر و شرکایشان برای منافع بیشتر با هم درگیر خواهند شد. این حتی فرصت‌های بیشتری را برای نیروهای دمکراسی‌خواه که خواهان سرنگونی دیکتاتوری فاشیست هستند، ایجاد خواهد کرد. مطمئناً این برای کسانی که این فرصت‌ها را می‌بینند، پیش‌بینی می‌کنند و می‌توانند با نیروی «انقلاب دمکراتیک» فاشیسم را سرنگون کنند، مهم و معنادار است.◻️

منبع: ozgurpolitika



ANF



🆔 @GozarDemocratic
ئەسەسەرد: پەدەکە دەیەوێت ببێتە بەشێک لە شەڕی پەکەکە و تورکیا

سکرتێری ئەنجومەنی سەرکردایەتی یەنەکە ئاماژەبەوەدەکات، تورکیا لە شەڕی پەکەکەدا سەرکەوتوو نابێت و و ڕەنگە پارتی دیموکرات ببێتە بەشێک لەشەڕی نێوان تورکیا و پەکەکە، بەڵام تائێستا یەکێتی نەبووەتە بەشێک لەو شەڕە و ناشبێت.

فەرید ئەسەسەرد، سکرتێری ئەنجومەنی سەرکردایەتی یەکێتی نیشتمانی کوردستان لە گفتوگۆیەکیدا لەگەڵ دەنگی ئەمریکا، ئاماژە بەوە کرد و وتی: گەورەترین گرفتی هەرێم نەبوونی تێڕوانینێکی یەکگرتووە سەبارەت بەشەڕی پەکەکە، بەتێڕوانینی یەکێتی، ئەم شەڕە، شەڕی ئێمە نیە لەهەرێم، ئێمە نەپشتگیری تورکیا و نە پشتگیری پەکەکە دەکەین، دژایەتی هیچ لایەکیشیان ناکەین، دەمانەوێت ئەم شەڕە لێمانەوە دووربێت، نامانەوێت تێوەی بگلێین.

هاوکات سکرتێری ئەنجومەنی سەرکردایەتی یەکێتی، پێیوایە ستراتیژیەتی تورکیا لەشەڕی ئەمجارەی پەکەکەدا ڕوون نیە، دەستنیشانی کرد :ئەگەر بەو جۆرە لەمەسەلەکە بڕوانین، تورکیا دەیەوێت گورز لەپەکەکە بوەشێنێت، تورکیا یەکەمجاری نیە گورز دەوەشێنێت و نەیتوانیووە پەکەکە لەناوبەرێت، ئەم شەڕە درێژەپێدانی شەڕەکانی پێشووە، تورکیا هەوڵەدات تەنگ بەپەکەکە هەڵچنێت.

لە بەشێكی دیکەی قسەکانیدا ئەسەسەرد، هێرشەکانی تورکیای بۆ سەر خاکی هەرێمی کوردستان بە هێرشەکانی ئیسرائیل بۆ بۆ سەر باشوری لوبنان وێناکرد، کە ئەنجامەکەی پاشەکشەی ئیسرائیل بوو، پێیوابوو ئەم کارەی تورکیا هەوڵی بۆ دەدات، کارێکی ئاسان نیە و قورسە، درێژەکێشانی شەڕەکەش، بەڵگەی ئەوەیە تورکیا زۆر لەسەر خۆ دەچێتە پێشەوە و توشی دژواری زۆربووە.



ڕۆژنیوز



🆔 @GozarDemocratic
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
سەرکەوتن بۆ گەلی کورد و گەریلای ئازادیخوازی کوردستانە


🆔 @GozarDemocratic
Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik pirsên rojnemavan Roşna Dibistanî bersivand. Hêvî Dêrik got; “Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistan’ê neçûndina xwe a li ser sindoqan helwestên xwe li dijî rêjîma Îranê diyar kirin û lazime vê gavê hîn zêdetir û xwertir bikin.”




🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik pirsên…
Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik pirsên rojnemavan Roşna Dibistanî bersivand. Hêvî Dêrik got; “Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistan’ê neçûndina xwe a li ser sindoqan helwestên xwe li dijî rêjîma Îranê diyar kirin û lazime vê gavê hîn zêdetir û xwertir bikin.”



Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya gêrîllayên HPG û YJA-STAR li Herêma Parastina Mediya silav kir û wiha pêda çû; “Di serî de em berxwedaniya lehengên Kurdistanê silav dikin û bejna xwe li hember şehîdên ku bi qehremanî şer kirin ditewînin. Ev du mehin li Zap, Metîne û Avaşîn bi pêşengtiya gêrîlla, berxwedaniyekî pir mezin tê meşandin. Li hember teknîkekî ewqas pêşketî, ruxmî hemû hewldanên dijmin û rêbazên cur be cur nekariye îradeya gêrîllayên Kurdistanê bişkîne. Viya jî dijmin mat kiriye. Dewleta Tirk êdî şoq maye nema dizane çibike. Her ku diçe dijmin ji taqetê dikeve. Ev tişt bala hemû cîhanê kişandiye. Dema em dîmenên gêrîlla li çeperê şer de temaşe dikin kena li ser rûyê wan û moralê wan di me de, di gel de hêviyên mezîn a serkeftinê avadike. Ev moral û hêza ku ji fikir û ramanên Rêber Apo tê girtin hêviya binkeftina dewleta Tirk jî mezintir dike. Encama vê şerê jî diyare, Ji roja ku şer li Metîna, Zap û Avaşîn destpêkir gêrîllayên Kurdistanê serkeftinê bi dests xistîye.

Ji Bo Yekîtiya Gelê Kurd Êdî Pêwîste Her Kes Bangawaziya Li PDK’ê Bike Ne PKK’ê

Hêvî Dêrîk, behsa girîngiya yekîtiya netewê kir û dest nîşan kir ku ji bo ev yekîtiya gelê Kurd biserkeve lazime her kes bangawazî li PDK’ê bike ne PKK û wîha berdewam kir; “ Di vê pêvajoyê de, êrîşên giran di şexsê gêrîlla de li ser gelê Kurd tê meşandin. Li hembere vê êrîşê, ji dervayê welat, ji netewên din piştgiriya berxwedaniya gelê Kurd li hember dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin. Lê belê PDK’ê bi xwe jî destek dide dakirkeran. Ev helwest ya PDK’ê mirov dêşîne. PDK wiha difikre ku çiqas destek bide dewleta Tirk wê bikare li ser desthiladariyê hîn zêde bimîne û hebûna xwe di hebûna dewleta Tirk de dibîne. Di vir de dervayê berjewendiya teng tu tişt nîne, heya dawî zihniyetekî desthiladariye heye. Ruxme bangawaziya Fermandariya Navendî ya HPG’ê, bangawaziye KCK’ê û ya gelê Kurd ji bo yekîtiya gelê Kurd, PDK’ê di ya xwe de israr dike. Di şerê bira kujî de bi israre. Bi vê helwestê rêya yekîtiya Kurda digre û itîbara xwe di nav Kurdana de nehîle. Heval Cemal di axaftinê xwe yê herî dawî de diyar kir ku em şerê bira kujî naxwezin ji bo wî jî bang li hemû partî û kesen xwediye vîjdan kir ku ji bo ev şer çênebe xwediye helhest bin. Helwesta Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) diyare. Êdî lazime her kes li PDK’ê bibirse ka helwestê wan çîye û bangawaziyan li PDK’ê bike daku ji van kiryarên xweyê qirêş vegere.

Dem Ne Dema Axaftinane, Dem Dema Piratîk û Helwest Pêşxistin e

Dêrîk da zanîn ku helwesta PDK’ê wê tu destkeftî bi gelê Kurd re nede qezenckirin û bang li gelê Kurd kir ku êdî ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîn bikin û wiha axîfî; “Di nav pêvajoyekî wiha de ku li her çar perçeyê Kurdistanê de şer heye, dijminên me biryara tunekirina Kurda daye, şûna ku PDK’ê piştgirî bide PKK’ ê radibe êrîş dibe ser gêrîllayan. Ev sekna wan ji nêzîkatîyen wan eşkere dide nîşandan. Ji ber van nîzîkatiyan jî wê dîrok tu çarê wan efû neke. Çima PDK’ê bi sekna PKK neraziya? Çima li hember pêşketin û serkeftina ku bi dest dixîne dijî wê disekine? Çima nahêle PKK vî gelê ji dijmin biparêze? Ji ber berjewendiya xwe ya teng a malbatî nikara vî yekê hezim bike. PDK roja avabûye heya îro nahîle tu partî û rêxistinên din li kêleka wê kar bike, destkeftiyan qezenc bike. Ev rewşê PDK’ê cihê şermezariye ye. Eger gelê Kurd li hember nizîkatiyên PDK’ê helwest nîşan nede wê tekoşîna azadiyê lewaz bibe. Ji ber viya lazime her kes dengê xwe beriz bike, ne bi gotin bi piratîk tevbigere û xwediye helwest be.
گذار دموکراتیک
Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik pirsên…
Rojekî berê rojekî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye . Lazime PDK’ê jî li gor vî yekê tevbigere ne li gor berjewendiyen xwe.

İbarahîm Reyîsî Ne Bi Dengê Gel Hat Ser Hûkim Biryara Wîleyeta Feqî Bû

Derbare hilbijartina serok komariya Îranê, û hatine İbrahîm Reyîsî li ser desthilatdariyê jî Hêvî Dêrîk da zanî ku li Îranê hilbijartin pêk nehati, tiştê ku hatîye kirin ne hilbijartin bu intisabat bû yanî tayîn û terfiya Wîlayêtê Feqî bû, Dêrik wiha dirêje da axaftinên xwe; “Em nikarin hilbijartina dawî ya ku li Îranê pêk hat navê hilbijartin lê bikin. Hilbijartin nebû intîsabat bû. İbrahîm Reyîsî ji ber ku temsîla berjewandiya desthilatdarên Îranê dike ji aliyê Wileyetê Feqî ve hat pejirandin. İbrahîm Reyîsî bê hilbijartine gel hat ser hûkim. Di Îranê de 80 millyon însan heye. Ji wana 60 millyon dikare dengê xwe bide. Li gorê nêrîna Îranê 28 millyon û nîv çûne ser sindoqan, ji wan 17 millyon kes jî dengê xwe dane Reyîsî û 4 millyon kes jî dengê sipî bikar anîne. Yanî ji 60 millyonan %48 wan çûne li ser sindoqan. Lê ev rêje jî rêjaya ku rejîm bi xwe eşkere dike. Di rastiye de rewş çîye ne diyare. Ruxmê pêwîstiya civaka Îranê bi guhartinekî heye ji bo bikarin ji nav qirîzên heyê derbikevin lê çima gel neçûn ser sindoqan? ji ber ku êdî gel baweriya xwe bi wê sîstemê naynî û hêvîyen xwe qut kiriye, hêvî di sîstemê Îranê de êdî nabîne. Ji ber sîstema Îranê sîstemekî Wilayetê Feqîye her tişt ji jorde tê diyarkirin. Ya ku biryar didin ewin ne gele. Ji dervayê gotin û biryare rehber kesekî nikare tiştekî bike. Di rastiye de gel neçû li ser sindoqan helwest nîşande û ev hilbijartin boykot kirin. Ya girîng niha ewe ku gel vê helwestê xwe berdwam bikin û xort bikin.”

Kesekî Ku Wek Qesab Tê Naskirin Wê Çawa Bikare Dengê Gel Bibhîse

Hêvî Dêrik got ku kesek ku destê wê bi xwîna hezaran insanan de heye wê çi xizmetekî ji bo civakê bike û wiha pêda çû; “Dema em rastiya İbrahîm Reyîsî û dîroka wê û piratîka wê meyze dikin, wê emê pir baş bibînîn ku wê Reysî tu xizmetekî ji bo gelen Îranê neke. Reyîsî heta dawî destê wê di kumkujyan de, girtin û qetilkirinan de heye. Destê wê bi rijandina xwîna Kurdan de heye. Cezayê zindanê yê heyê hemû bi destê wê hatine imzekirin. Zilamekî wisa ye ku hîn di ciwanîya xwe de ber destê Xumeynî hatiye mezin kirin. Di wê astê de hatiya amade kirin ku rojekî cihê Xamînayî bigre. Reysî yek ji wan kesane ku bi tememî li gor berjewendiye rejîme tevdigere û daxwazê gel tu çar ne xwema wî ye. Ji ber viya ji em dikarin bejin hîn berê hilbijartinan Reyîsî hatibû diyar kirin, her tişt li gor vî yekê hati bû amadekirin. Yanî hilbijirtina Îranê di rastide bi gel henekê xwe kirin bû. Reysî kesekê ku dinava cîvakê de wek qesab te naskirin. Rejîm ger Reysî tîne li ser desthîlatdarîye pêwîste em vî yekê bizanin ku rejîm gel wek kerîyê pez dibîne, Reysî jî wek qesabek hatiye erkdarkirin daku vî kerîye li gorê dili xwe bi be ber çerxê.

Çiqas Êrîşên Desthilatdaran Dijwar Bibe Li Hember Wê Jî Tekoşîn Mezintir Dibe

Dêrîk teqez kir ku qirîzên di nava civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yê heyê, bi hatine İbrahîm Reyîsî wê van qirîzan hîn zêdetir û hîn kurtir ber bi xetimandinê ve bibe û wiha bilêvkir; “Serhildanên di salên dawiyê de ku çêbûn desthiladarên Îran’ê tirsand û di hindira sîstema wan de hejandinekî çêkir. Ji ber viya sîstema Îran ji bo bikare xwe li ser lingan bigre û carekî din rabe pêwîstiya xwe bi kesekî wek İbrahîm Reyîsî dît. Bi hatine Reyîsî ku wek Qesab tê naskirin wê hîn zêdetir qirîzên heyî kurtir bike û civak hîn zêde tengav bike. Wê rewşa jin jî hîn zêdetir ber bi xirab bûnê ve biçe. Lê rastiyek jî heye ku çiqas desthilatdarî êrîşa xwe dijwar bike lazime li hember wê rihê berxwedanî hîn bilindtir bibe. Ji ber viya lazime jin û civakê Îranê ji berê zêdetir du qet têkoşîn bikin.”

Bi Ruhê Berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn Wê Sistema Desthilatdaran Birûxe
گذار دموکراتیک
Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik pirsên…
Endam Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê Hêvî Dêrik, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku bi ruhê berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn li hembere sîstema sêdara ya Îranê tekoşîn bikin û wiha bi dawî kir; “Li hembere deshilatdariya sîstema Îran’ê pêwîstî bi xortkirina têkoşînê heye. Pêwîste di hindirê Îranê û Rojhilatê Kurdistan’ê de bi rihê berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn têkoşîn bikin. Heger bi vê rihê berxwedêr di sîsteme Îranê de têkoşîn neyê meşandin wê civaka Rojhilatê Kurdistan’ê rû bî rûye rewşan xeter be. Em vî yekê li gorê kesekî ên wek İbrahîm Reyîsî anîna li ser desthilatdariye dibêjin. Her kes ji aliyê xwe ve lazima gav bavêje. Tenê bi nerazîbûnan sînordar nemînin pêwîste di nav xwe de rêxistinekî xort ava bikin û bi cesaretekî mezin tevlê têkoşînê bibin. Ez bawerim ku bi ruhê ji berxwedaniya gerîllayên Kurdistanê tê girtin, û di heman demê de bi ruhê têkoşîna ku li zindanan de tê kirin ve em hemû taybet jin û ciwan bi wê ruhê tekoşîn bikin wê misoger sîstema desthilatdaran birûxîne.”




kjar.online



🆔 @GozarDemocratic
انتشار بیلان دو ماهه جنگ نیروهای مدافع خلق کوردستان علیه ارتش ترک: ٣٨٩ اشغالگر کشته شدند


ه.پ.گ اعلام کرد که در خلال جنگ با ارتش اشغالگر ترکیه از روز ٢٣ آوریل تا ٢٣ ژوئن نیروهای گریلا در ٢٨٨ عملیات ٣٨٩ اشغالگر ترک را به سزای اعمالشان رسانده‌اند.


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
انتشار بیلان دو ماهه جنگ نیروهای مدافع خلق کوردستان علیه ارتش ترک: ٣٨٩ اشغالگر کشته شدند ه.پ.گ اعلام کرد که در خلال جنگ با ارتش اشغالگر ترکیه از روز ٢٣ آوریل تا ٢٣ ژوئن نیروهای گریلا در ٢٨٨ عملیات ٣٨٩ اشغالگر ترک را به سزای اعمالشان رسانده‌اند. 🆔 @GozarDemocratic
انتشار بیلان دو ماهه جنگ نیروهای مدافع خلق کوردستان علیه ارتش ترک: ٣٨٩ اشغالگر کشته شدند


ه.پ.گ اعلام کرد که در خلال جنگ با ارتش اشغالگر ترکیه از روز ٢٣ آوریل تا ٢٣ ژوئن نیروهای گریلا در ٢٨٨ عملیات ٣٨٩ اشغالگر ترک را به سزای اعمالشان رسانده‌اند.



مرکز رسانه و مطبوعات نیروهای مدافع خلق کوردستان (ه.پ.گ) در اطلاعیه‌ای آمار دو ماه حملات اشغالگرانه رژیم ترک، کارزار‌های انقلابی جنگ خابور و شاهین‌های زاگرس را منتشر کرد.

ه.پ.گ در آغاز اطلاعیه با اشاره به آغاز حملات اشغالگرانه ترکیه به آواشین، متینا و زاپ در ٢٣ آوریل می‌افزاید که حملات ترک در ۶٠ روز گذشته بی‌وقفه ادامه یافته‌اند و در مقابل مقاومت حماسی و قهرمانانه بسیاری از سوی گریلاهای کوردستان در چارچوب کارزارهای انقلابی جنگ خابور و شاهین‌های زاگرس رقم خورده‌اند.

ه.پ.گ می‌افزاید:"مبارزه نیروهای گریلا مایه سربلندی خلق کورد است و در ٢ سال گذشته کارزارهای انقلابی جنگ هفتانین، داستان گاره، کارزار‌های انقلابی جنگ خابور و شاهین‌های زاگرس اثبات کرده‌اند که خط گریلای مدرنیته دمکراتیک می‌تواند زندگی آزاد را مسجل کند. در برهه دو ماه گذشته مبارزه رفقای ما از هر چهار بخش کوردستان هم در حوزه ملی و هم بر مبنای دستورالعمل‌ ملت دمکراتیک به عنوان نمونه‌ای عینی، حقیقی و غیرقابل انکار را نشان داده است.

دولت اشغالگر ترکیه در مقابل مبارزه گریلاهای ما از سلاح‌های شیمیایی و گازهای سمی در حملات خود استفاده کرده است. از سوی دیگر در روزهای اخیر خط کورد خائن را تشویق می‌کند، با هدف اخلالگری از سوی برخی افراد درصدد ضربه زدن به مقاومت ما از پشت هستند. در سایه هوشیاری جنبشمان و نیروهای ما در این منطقه، ملت کورد نارضایتی خود را از سیاست‌های کثیف اعلام داشته و با پافشاری بر اتحاد ملی بازی‌های اشغالگران را خنثی کرده است. خلق کورد میهن‌دوست مصمم است که به اتحاد ملی دست یابد، با تأکید بر صیانت از دستاوردهای کوردستانیان در هر چهاربخش، نارضایتی خود را از حملات اشغالگرانه و جنایت‌کارانه نشان داده است و این توطئه را نقش بر آب کرده است."

ما به عنوان گریلاهای جنبش آزادیخواهی کوردستان همچنانکه تا امروز سیاست‌های اشغالگران را علیه ملتمان خنثی کرده‌ایم و اخلالگری‌های موجود را نقش بر آب کرده‌ایم، از اکنون به بعد نیز با حملات خلقمان و مواضع ملی خود فتنه‌ها و دسایس اشغالگران و اخلالگران را خنثی خواهیم کرد.

بیلان دو ماهه جنگ کارزار‌های انقلابی شاهین‌های زاگرس و جنگ خابور:

عملیات نیروهای ما:

- ٢ عملیات کمین

- ٩ عملیات نفوذ به قلب مواضع دشمن

- ١۴ عملیات همزمان از چند محور

- ١٧ عملیات ضربه‌ای

- ٣۵ عملیات سوءقصد

- ۵٩ عملیات با سلاح سنگین

- ۶۶ عملیات انفجاری

- ٨۶ عملیات تهاجمی

- در مجموع ٢٨٨ عملیات گریلایی به انجام رسیدند.

نتایج عملیات‌های نیروهای ما:

- ٣٨٩ اشغالگر کشته شدند.

- ۴٧ اشغالگر زخمی شدند.

تعداد رفقای شهید ما:

- ۵۴ رفیق به شهادت رسیدند.

عملیات‌های پدافند دفاع هوایی شهید دلال:

- ٣٩ عملیات نیروهای پدافند دفاع هوایی

حملات دولت اشغالگر ترک:

- مناطق حفاظتی میدیا روزانه با خمپاره، توپ، بمب‌های خوشه‌ای، هلی‌کوپتر و هواپیماهای جنگنده هدف حمله قرار گرفته و صدها بار بمباران شده‌اند. ارتش ترک پس از ناکامی در حملات خود اقدام به قطع درختان و غارت جنگل‌ها با همکاری شرکت‌های همدست خود کرد، با بمب‌های آتش‌زا جنگل‌های بسیاری را به آتش کشید.

- ۶٢ بار درصدد ورود به تونل‌های جنگ شد.

- ١٧ بار در حمله به تونل‌ها و سنگرهای جنگ از سلاح شیمیایی و گازهای سمی استفاده کرد.

خودروهای دشمن که از سوی نیروهای ما متحمل زیان شدند؛

- ٢ دستگاه خودرو زرهی

- ٣ دستگاه بیل مکانیکی

- ۶ فروند دُرون (پهپاد)

- ۶ فروند هلی‌کوپتر

انهدام تجهیزات نظامی از سوی نیروهای ما:

- خودرو نظامی از نوع ترانیست

- خودرو نظامی از نوع کرپی

- خودرو کماندویی کنترل از راه دور

- خودرو از نوع رئو

- ٢ خودرو زرهی عادی

- ٢ اسلحه A4 و سنگرهای آن

- ١ محل صرف غذا

- یک دوربین تلسکوپ

- ٣ خیمه

- ٣ دُرون

- ۴ رادار

- ٩ دوربین مداربسته

- سپرهای ضد گلوله

- انهدام ده‌ها موضع اشغالگران.

تجهیزات نظامی دشمن که به دست نیروهای ما افتادند:

- ١ دستگاه بی‌سیم

- ١ قبضه سلاح MPT

- یک قبضه بمب‌انداز

- ١ قبضه بی‌کی‌سی

- ١ قبضه ب٧

- ١ دوربین روز

- ١ دوربین مادون قرمز

- ٢ دوربین سلاح

- ١ دستگاه مین‌یاب

- یک دُرون

- ۶ کوله‌پشتی نظامی

- ۶۵٠ کیلوگرم مواد منفجر

- مدارک نظامیان ترک

و تجهزات نظامی بسیار."



ANF



🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
هەڤاڵ #بەرفین_رێباز، فەرماندە لە هێزەکانی #یەژاستار:
"ئێمە چاوەڕوانی پشتیوانی زیاتری خەڵکی هەرێمی کوردستانین، ستایشی ئەو پێشمەرگانە دەکەین کە لە دژی شەڕی ناوخۆ هەڵوێستان هەبووە."


🆔 @GozarDemocratic
Forwarded from Ocalan video
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
🔘 ڕێبه‌ر ئاپۆ : ئێمه‌ تا دوایی داكۆكیكاری یه‌كگرتنی هه‌موو حیزبه‌ كوردیه‌كانین، ئێمه‌ داوای كۆنفرانسێكی ئاشتی ده‌كه‌ین
🔲ته‌واوی دیمه‌نه‌كان، به‌ڵگه‌كان، وتاره‌كان و داتا و ئارگۆمه‌نتی ته‌واوی مێژوی شۆڕه‌شی ته‌ڤگه‌ری ئازادی گه‌لی كورد به‌ ڕێبه‌رایه‌تی ئۆجالان سه‌لمێنه‌ری ئه‌م ڕاستیه‌ن، به‌ڵام مێژوی ئه‌وان سه‌لمێنه‌ری چین؟!


🔳 بۆ بینینی ڤیدیۆ نه‌بینراوه‌كانی ڕێبه‌ر ئاپۆ به‌شداری كه‌ناڵی ئێمه‌ ببن👇🏿
🆔
💥👇💥
┅─═ঊঈ @Reberocalan ঊঈ═─┅
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
گەریلا تی ڤی دیمەنی چالاکی هێزەکانی گەریلای لە ئاڤاشین بڵاوکردەوە

گەریلا تی ڤی دیمەنی چالاکی هێزەکانی گەریلا لە گۆڕەپانی کلێسەی ئاڤاشین بڵاوکردەوە کە لە ئەنجامدا ٣ داگیرکەر سزادرابوون.


ناوەندی راگەیاندن و چاپەمەنی هەپەگە لەبارەی چالاکیەکەوە وتی:-


"٢٠ی حوزەیران کاتژمێر ٠٩:٣٠ لە هەرێمی ئاڤاشین لەدژی داگیرکەران لە گۆڕەپانی کلێسە چالاکی ئەنجامدرا. لە چالاکیەکەدا ٣ داگیرکەر سزادران و داگیرکەرێکیش بریندار بوو. لە هەمانکاتدا کامێرایەکی مۆبەس و دوربینێکی جۆری تەلەسکۆپ تێکشکێنران."


ANF



🆔 @GozarDemocratic
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
محەمەد چووچانی: کردەوەکانی ئەردۆغان لەسەدام حوسێن مەترسیدارترە

🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
محەمەد چووچانی: کردەوەکانی ئەردۆغان لەسەدام حوسێن مەترسیدارترە 🆔 @GozarDemocratic
محەمەد چووچانی: کردەوەکانی ئەردۆغان لەسەدام حوسێن مەترسیدارترە

محەمەد چووچانی هاوڵاتیەکی خەڵکی باشووری کوردستان لەسەر هێرش و پەلاماری داگیرکەریەکانی دەوڵەتی تورکیا ناڕەزایەتی خۆی دەردەبڕی و ئاماژە بەوە دەدات کە پەکەکە رۆڵەی کوردەو لەسەر خاک و نیشتمانی خۆی تێدەکۆشێت. بەڵام تورکیا خاک و نیشتمانی ئیمە داگیر دەکا. ئەوەی تورکیا لەدژی کورد دەیکات، لەکردەوەکانی سەدام حوسێن مەترسیدارترە. بەداخەوە دەبوایە ئێمە لە سەدام حوسێن پەندمان وەربگرتبایە. بەس ئەو بە سەرهاتە تاڵەمان هەیە، بۆچی بیرناکەینەوە. ئەگەر گەلی کورد هەموو پشتی یەک بگرین، هیچ هێزێک نییە دەستەکەوتەکانمان لێ زەوت بکات.
محەمەد چووچانی سەبارەت بە دەست درێژیەکانی دەوڵەتی فاشیستی تورکیا بۆ سەر باشووری کوردستان هەڵسەنگاندنی کرد و لەسەر زەرەر و زیانەکانی ئەو هێرشە لەسەر کەیسی کورد بۆ سەر بەشەکانی کوردستان و کاردانەوەکانی رای شەقام رایگەیاند:
ئەوەی کە تورکیا لەکوردستان دەیکا لە هیچ مێژوویەکی مرۆڤایەتی تۆمار نەکراوە، ئەوەش دیکتاتۆرێتی ئەو دەوڵەتە نیشان دەدات. چونکە تورکیا هاتووە خاک و نیشتمانی ئێمە داگیر بکا. دەیەوێت گەلێک و میللەتێک لە ناو ببات. دارستانەکانی کوردستان دەبڕێتەوەو راشکاوانە دەڵێ ئەو خاکەمان کڕیوە، لەکاتێکدا ئەوە خاکی میللەت و گەلێکە. گەلی کورد خاکی خۆی بە داگیرکەران نافرۆشێت و لەراستیدا گەلی کورد بەو هێرش و پەلامارانە لەناو ناچێت. بۆیە دەبێ ئێمە بە هەموو هێزمانەوە پاراستنی خاک و نیشتمانی خۆمان بکەین و نابێ وەک گەلی کورد ئەو زوڵم و زۆرە کە تورکیا لەسەرمان دەیکات قەبووڵی بکەین.


محەمەد چووچانی سەبارەت بەوەی کە تورکیا بە بیانووی بوونی پەکەکە دەست درێژی دەکاتە سەر باشووری کوردستان وتی:
ئەوە بیانویەکە تورکیا هێناوێتەوە. بۆچی پەکەکە کێیە؟ پەکەکە ڕۆڵەی کوردەو لەسەر خاک و نیشتمانی خۆی تێدەکۆشێت. بەڵام تورکیا خاک و نیشتمانی ئیمە داگیر دەکا. تورکیا دەیهەوێت دەستکەوتەکانی هەرێمی باشووری کوردستان و خۆبەڕێوەبەری رۆژئاوای کوردستان لە ناو ببات و حەساسیەتێکی لەبەرامبەر ئەو هەرێمانە هەیە، بۆیە هەوڵی لەباربردنی ئەو ئەزموونانە دەدات. لەکاتێکدا ئەو ئەزموونە بە خوێنی هەزاران شەهید دەستەبەر کراوە، لەبەر ئەوەی نە بە تورکیا و هیچ هێز و کەسێکی تر لە ناو ناچێ. تورکیا با ئەمڕۆ فڕۆکە و سارۆخی هەبێ و بە زۆرەملێ کەمێک لە خاکەکەمان داگیر بکا، بەڵام هەرگیز ناتوانێ بە ئاسوودەیی تێیدا بژی. بۆیە هەر دەبێ لەسەر خاکی کوردستان دەربچێت و کوردستان بە جێ بهێڵێ.


محەمەد چووچانی سەبارەت بە تێکشکاندنی ئەرتەشی تورکیا لە گارەو هەڵگرساندنی شەڕی کورد بە کورد و پەردەپۆش کردنی شکستەکەی رایگەیاند:
گەلی کورد دەبێ پەند لە مێژوو وەربگرێ و لەشەڕی ناوخۆیی زەرەری مەزنمان دیوە. نەیارانی کوردستان بەردەوام لەنێو کوردان ئاژاوە دەنێنەوەو کوردان بە گژ یەکدا دەدەن. بەڵام ئێستا وەک کورد سەرکردەمان هەیە و خاوەن هێزی نەبەزین و ئەزموونی مێژووییمان هەیەو رووبەڕووی گەلێک کۆمەڵکوژی و رەشەکوژی بووینەتەوە. سەرەڕای ئەو نەهامەتیانە شاهیدی ئەوەین کە بەشێک لەهێزی کورد خیانەت لە گەل و خاک و نیشتمانی خۆی دەکات. بەرخۆدانی گارە سەلماندی کە تورکیا هیچ شتێکی پێ ناکرێ. تورکیا ویستی لە گارە پەکەکە تێک بشکێنی و بڵێ پەکەکە هیچ نییە و شکستی خواردووە. بەڵام بە پێچەوانەوە سەرەڕای ئەو هەموو هێز و ئیمکانەی هەیەتی بە سارۆخی بالستیک و بە چەکی کیمیایی دیسان بە دەستی گەریلا تێک شکا و رای گشتی جیهان ئەو راستییەی بینی.


محەمەد چووچانی ئەو تۆمەتانەی کە تورکیا و پەدەکە دەیخاتە سەر پەکەکە بە درۆی خستەوە و وتی:
خەڵکی شۆڕشگێری باشوور ئەو تۆمەتە ناڕەوایانە قەبووڵ ناکەن. چونکە پەکەکە هێز و رۆڵەی کوردە و لە سەر خاک و نیشتمانی خۆیەتی. واتە پەکەکە خاکی گەلێکی تر یان میللەتێکی تری داگیر نەکردووە. پەکەکە لەسەر خاکی خۆی دەژی و خەباتی رەوای خۆی دەکا و دەڵێ ئێمەش وەک گەل و وڵاتانی ئازادی دونیا لەسەر خاکی خۆمان بژین و بستێک خاکی کەسیشمان ناوێ. ئەوەی قسەو بانگەشەی درۆ لە دژی پەکەکە دەکا، هەر کەس دەزانێ درۆ و دەلەسە و پڕۆپاگاندەی رەشە. مێژوو دەیسەلمێنێ کە ئەو قسەو قسەڵۆکانە درۆیە. ئێستا من بڵێم پەکەکە سەر ئێشەیە بۆ کوردستان، درۆ دەکەم. چونکە ئەم خاک و نیشتمانە هین گەلی کوردە. ئێستا کە ئێمە کراوینەتە چوار پارچە، بە پیلانی داگیرکەران ئەوە کراوە. لەراستیدا ئێمە گەلێک و میلەتێکین. وەک گەلی کورد نامانهەوێ ئاغای کەسێک بین و کەسیش بە ئاغای خۆمان قەبوڵ ناکەین.


محەمەد چووچانی لەسەر دەربڕینی هەڵوێست و ناڕەزایەتی گەلی باشووری کوردستان سەبارەت بە بۆردومان و هێرش بۆ سەر هاوڵاتیان و شەهید بوونی هاوڵاتیانی مەدەنی و چۆڵ کردنی گوندەکان و سووتان و بڕینی دارستانەکان وتی:
گذار دموکراتیک
محەمەد چووچانی: کردەوەکانی ئەردۆغان لەسەدام حوسێن مەترسیدارترە 🆔 @GozarDemocratic
نابێ هیچ هاوڵاتیەکی باشووری کوردستان ئەو رەوشە قەبووڵ و ئیدارە بکات. من وەک هاوڵاتییەک ئەم دۆخەم پێ هەرس ناکرێ و پێم ناخۆشە. ئەگەر شەڕ لەدژی داگیرکەریم پێ ناکرێ، بە قسە و ناڕەزایی دەربڕین هەڵوێستی خۆم دەردەبڕم. دەبێ خەڵکی باشووری کوردستان ئەم دۆخە قەبوول نەکا. ئەوەی تورکیا لەدژی کورد دەیکات، لەکردەوەکانی سەدام حوسێن مەترسیدارترە. بەداخەوە دەبوایە ئێمە لە سەدام حوسێن پەندمان وەربگرتبا. سەدام حوسێن لەسەرەتاوە دێهاتەکانی رووخاند، دوای ئەوە ئەنفاڵی کردین، ئەوجار هەڵەبجەی شەهیدی کیمیاباران کرد. لە بادینان و چەند شوێنی تری کوردستانی کیمیاباران کرد و پرۆسەی ئەنفاڵی لە چەند قۆناغێکدا بە کار هێنا و گەلی کوردی ئەنفاڵ کرد کە تا ئێستا بە دەست ئەو زامەوە دەناڵێنین. ئەو بە سەرهاتە تاڵەمان هەیە ئیدی تاکەی بیرنەکەینەوە. ئەگەر گەلی کورد هەموو پشتی یەک بگرین، هیچ هێزێک نییە دەستەکەوتەکانمان زەوت بکات. ئەگەر سەرکردەیەکی چاک و شۆڕشگێڕمان هەبێت، هیچ هێزێک نییە کە دەستکەوتەکانی گەلی کورد زەوت بکات و بە پێچەوانەوە دەتوانین مافی رەوای خۆمان بستێنین.

محەمەد چووچانی بۆ پووچەڵ کردنەوەی کۆنسێپتی قڕکردنی کوردان داوای دەربڕینی هەڵوێست لەحیزب و رێکخراوە مەدەنیەکانی باشووری کوردستان کرد و وتی:
دەبێ ئێمە وەک گەلی کورد یەک بگرین و بە چاوێکی برایانە سەیری یەک بکەین. لەکاتی هێرشی داگیرکەریدا کەس نابێ بڵێ ئەوە پەکەکەیە، ئەوە یەکێتی یە، ئەوە حیزبێکی دیکەیە. بەڵکوو بۆ پووچەڵ کردنەوەی کۆنسێپتی داگیرکەری دەبێ هەموو کورد بین و لەسەر ناوی جیاواز خۆ لەدۆخی بەرگری دەرنەخەین. بەڵکوو هەر کەس دەبێ پاراستن لە خاک و نیشتمانی خۆی بکات. تەنیا بەو شێوازە دەتوانین سەر بکەوین.



🆔 @GozarDemocratic
بە رۆحی بەرخۆدانی شەهید ئاریوان، چۆک بە داگیرکەرانی کوردستان دادەنێنین



🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
بە رۆحی بەرخۆدانی شەهید ئاریوان، چۆک بە داگیرکەرانی کوردستان دادەنێنین 🆔 @GozarDemocratic
بە رۆحی بەرخۆدانی شەهید ئاریوان، چۆک بە داگیرکەرانی کوردستان دادەنێنین



رژێمی فاشیستی داگیرکەری تورکیا بە هاوکاری رژێمی داگیرکەری ئێران و بە کرێگیراو و نۆکەرانی کورد لە ٢٥ی حۆزەیرانی ۲٠٢٠، کادیری پێشەنگی پارتەکەمان ناسراو بە هەڤاڵ ئاریوان شۆڕشگێڕ لەکاتی راپەڕاندنی ئەرکی شۆڕشگێڕی لەناوچەی شارباژێر بووە ئامانجی هێرشی هەوایی و لەئەنجامدا هەڤاڵ ئاریوان شەهید کەوت. بە هاتنی یەکەمین ساڵڕۆژی شەهادەتی هەڤاڵی پێشەنگی تەڤگەرمان جارێکی تر ئەو کۆنسێپتە داگیرکەرییە شەرمەزار دەکەین و یادی هەڤاڵی نەبەز و قارەمانمان بەرز رادەگرین.

شەهید ئاریوان هەمیشە بە جۆش و مۆڕاڵی بەرزەوە لەناو ریزەکانی تێکۆشان جێی دەگرت و وەک کادیرێکی پێشەنگ و لێهاتوو، رۆڵ و بەرپرسیاری سەرشانی بە جێ دەهێنا. بە رۆحیەی بەرزی شۆڕشگێڕی و بە عەشقێکی مەزنەوە ئەرکی سەرشانی رادەپەڕاند. خاوەن کەسایەتییەکی خۆنەویست و دڵنزم و فیدایی بوو. بۆیە لەهەر قۆناخێکی تێکۆشان بە بێ دوودڵی لەبەرەکانی پێشەوەی تێکۆشاندا بەشداری دەکرد. لەراستیدا تایبەتمەندی کەسایەتی شۆڕشگێڕی ئاپۆیی لەکەسایەتی خۆیدا بەرجەستە کردبوو و ئەو تایبەتمەندیانەش ترس و دڵەڕاوکێ خسبوووە ناو دڵی نەیارانی ئازادی و دیمۆکراسی.

بۆیە هێزە داگیرکەرەکانی کوردستان لەگەشەدان و پێشەکەوتنەکانی کوردستان کە بە دەستی گەریلا و شەڕڤانە قارەمانەکانی گەلەکەمان تۆمار دەکرێت، تۆقاون و ئەو ئازایەتی و قارەمانیانەیان پێ هەرس ناکرێت، بۆیە بە شێوەیەکی زۆر شڵەژاو و ترسنۆکانە رۆژانە بە شێوەیەکی دڕندانە، دوور لەپێوەرە مرۆییەکان هێرش دەبەنە سەر هێزەکانمان. دەوڵەتی فاشیستی تورکیا و ئێران لەکاتێکدا لەناو قەیران و گێژاوی سیاسی، ئابووری و کۆمەڵایەتی دەگەوزێن و لەقۆناخی تێکچوون و هەڵوەشاندنەوەدان، بۆ پەردەپۆش کردنی قەیرانە ناوخۆییەکانیان پەنایان بردوەتە بەر شەڕ و هێرشی داگیرکاری.

لەکاتێکدا ساڵێک بە سەر ئەو کردەوە تیرۆریستییەی دەوڵەتانی تورکیا، ئێران و بە کرێگیراوە کوردەکان تێدەپەڕێت، بە دەیان کادیری پێشەنگی تەڤگەرمان لەئەنجامی بۆردومان و هێرشی داگیرکاری شەهید کراون و ئەو هێرشانەش تا بە ئەمڕۆ بەردەوامە، تەنانەت لەچەند رۆژی رابردوو دوو هەڤاڵی ژنی تەڤگەرمان بە بۆردومانی فڕۆکەی بێ فڕۆکەوان شەهید خران و لەناوخۆی رۆژهەڵاتیش هەمان هێرشی پاکتاوکاری بەردەوامە. بۆیە ئەو هێرشانە جیاواز لەکۆنسێپتی قڕکردنی کوردان نییە.

لەکاتێکدا یەکەمین ساڵڕۆژی شەهادەتی هەڤاڵ ئاریوان بەرز رادەگرین، لەهەرێمەکانی پاراستنی میدیا بەرخۆدانێکی مێژوویی لەدژی داگیرکەری تورکیا و هێڵی خیانەت بەڕێوە دەبرێت و ئەو بەرخۆدانە ورەیەکی نوێی بە جەستەی گەلی کورد بەخشیوە.

پێویستە گەنجان بە رۆحی تێکۆشان و خۆڕاگری نەبەزانەی هەڤاڵ ئاریوان بەشداری جەنگی ئازادی لەدژی کۆنسێپتی قڕکردنی کوردان ببن و خاوەندارێتی لە رێگای شەهیدانی ئازادی بکەن و لەدژی هێڵی خیانەت بەشداری هێڵی بەرخۆدانی گەلەکەیان ببن. ئەوەش تاکە رێگای سەرکەوتنی گەلی کوردە کە چۆک بە داگیرکەرانی کوردستان دادەنێت و خەون و خەیاڵی شەهیدانمان بە دی دەهێنێت. بۆیە لەیەکەمین ساڵڕۆژی شەهادەتی هەڤاڵ ئاریوان بەڵێنی درێژەپێدانی تێکۆشانمان دووپات دەکەینەوە و بۆ بەدیهێنانی ئامانج و هیوای شەهیدانمان گوڕ بە تێکۆشانی رەوامان دەدەین.

مەجلیسی پارتی ژیانی ئازادی کوردستان – پژاک

٢٥\٦\٢٠٢١



pjak.eu



🆔 @GozarDemocratic