گذار دموکراتیک
1.6K subscribers
8.54K photos
3.69K videos
607 files
5.52K links
تلاش برای ایجاد دموکراسی در ایران و چاره یابی مسئلە کورد

آدرس وبسایت ما:
www.kodar.info ✔️
www.kjar.online ✔️
www.pjak.eu ✔️


ارتباط با ادمین:
@gozar_democratic ✔️

🆔 @GozarDemocratic
Download Telegram
درود بر همه آزادی خواهان :

به اطلاع همه آزادی خواهان و خلق های ایران میرسانیم که برای محکوم کردن دستگیری های اخیر در شرق کوردستان و ایران و همچنین لغو اعدام زندانیان سیاسی و دفاع از آزادی بیان متینگی اعتراضی جلو سفارت دولت دیکتاتور ایران در بروکسل برگزار میشود از همه آزادی خواهان و کوردهای مقیم بلژیک دعوت میشود شرکت نمایند


روز دوشنبه ،،۱/۳/۲۰۲۱ ساعت ۱۴الی۱۵
بروکسل ؛روبروی سفارت جمهموری اسلامی ایران
کمیته حزب حیات آزاد کوردستان (پژاک)بلژیک



🆔 @GozarDemocratic
Forwarded from اتچ بات
Mad Media|ماد مێدیا

ساڵڕۆژی تێرۆری ئولوف پالمێ

ئۆلوف پالمێ چ وەکوو سەرۆکی پارتی کرێکارانی سۆسیال دێمۆکراتی سوید (١٩٦٩ بۆ ١٩٨٧) و چ وەکوو سەرۆک وەزیرانی ئەو وڵاتە (١٩٦٩ هەتا ١٩٧٦ و ١٩٨٢ هەتا کاتی مەرگی، واتە ١٩٨٦) دژی ئەوە بوو کە بادیگارد (موحافز)ی زۆری بەدەورەوە بێت. پێی خۆش بوو وەکوو خەڵکی ئاسایی بژی. ناوبراو بە هۆی هەڵوێستەکانی لە حاست پرس و بابەتەکانی ناوخۆ و دەرەوەی وڵاتەکەی، یار و نەیاری زۆری هەبوو. پالمێ دەسەڵاتی رێکخراوە کرێکارییەکانی بەهێز کرد و ئاستی بەهرەمەند بوونی شارۆمەندانی سویدی لە تەندروستی و خۆشگوزەرانیدا بردە سەرەوە. بازرگانە گەورەکان و لیبراڵەکانی سوید لە رێفۆرمەکانی ئەو بەتەنگ هاتبوون. جگە لەمە هەموو دەسەڵاتی فەرمی سیاسی وڵاتەکەی لە پاوشا وەرگرتەوە. کەرتی پەروەردە و بارهێنانی-شی پەرە پێدا.
لە دەرەوەی وڵاتیش، دژی شەڕی ویەتنام، پشتیوانی دەوڵەتی کۆمۆنیستی کوبا و نیکاراگوا، رەخنەگرێکی توندی هەڵاواردنی رژیمی ئەفریقای باشوور بوو و یارمەتی کۆنگرەی نەتەوەیی ئەفریقای دەکرد.
هەروەها ناوبراو رژیمی فاشیستی فرانسسکۆ فرانکۆی ئیسپانیای بە قاتڵە لەعنەتییەکان بەناو دەکرد و دژی پەرەپێدانی کەرەستەی شەڕی ناوکی بوو.
کاتژمێر ٢٣:٢١ ٢٨ی فیبریواری ١٩٨٦ی زایینی، ئولوف پالمێ هاوڕێ لەگەڵ هاوژینەکەی، لیسبت پالمێ لە سینەماوە بەرەو ماڵ دەگەڕانەوە، حیمایەیان لەگەڵ نەبوو و لە شەقامێکی قەرەباڵغدا پیاسەیان دەکرد، لە پشتەوە تەقەی لێکرا و دەستبەجێ گیانی لە دەستدا. قاتڵەکەشی بە خێرایی لە شوێنەکە دوور کەوتەوە و خۆی گەیاندە شەقامێک ئەولاتر و ون بوو. بەهۆی ئەوە کە پولیس پەنتایەکی بەرفراوانی لە دەور و بەری رووداوەکە کۆنترۆڵ نەکرد، قاتڵەکە توانی هەڵبێت و هەتا ئێستاش دیار نییە کە کێ ناوبراوی تێرور کردوە. تێروریستەکەش جۆرە دەمانچەیەکی بەکار هێناوە کە تەنانەت دەتوانێ جلی دژی گولەش ببرێت.
هەروەک باسکرا، دوای چەند دەیە لە تێرۆری پالمێ، هێشتا نەتوانراوە قاتڵەکەی بدۆزرێتەوە. ئەمە دەریدەخات کە دەستێکی بە هێز لە پشت ئەم تێرورەدایە کە مەبەستیان بوەوە لەم رێگەیەوە بە ئامانجەکەیان بگەن.
دوای تێرۆری ناوبراو، زۆر لایەن تومەتبار کران. یەکێک لەو لایەنانە، تەڤگەری ئازادی کوردستان واتە پەکەکە بوو. بە هۆی ئەو تۆمەتە ناڕەوایە کە خرایە پاڵ پارتی کارکەرێن کوردستان، شاڵاوی دەستگیری و هەڵکوتانە سەر ماڵی تێکۆشەرانی ئەو تەڤگەرە لە وڵاتی سوید دەستی پێکرد. زۆر کەس چارەنووس و ژیانیان لەو وڵاتە فەوتا. چالاکییەکانی تەڤگەری ئازادی لە سوید بەتوندی بەربەستی بۆ دانرا و ناوەندەکانی کار و چالاکی نزیک لە تەڤگەری ئازادی لە سوید داخران.
پێش و پاش ئەم رووداوە، بۆ شێواندنی سیمای راستەقینەی، کۆمەڵێک تومەتی بێ بنەما و دوور لە ئەخلاق و بەهای مرۆیی دراوەتە پاڵ تەڤگەری ئازادی کوردستان کە تێپەڕ بوونی کات پێچەوانەکەی سەلمەندوە. بۆ ئەم بابەتەش دوای چەند دەیە، ساڵی پار دادگاکانی سوید بێ تاوانی پەکەکەیان لەمبارەیەوە سەلماند. سەرەڕای سەلماندنی ئەو راستییەش، بەڵام دنیای غەداری مۆدێڕنیتەی کاپیتالیستی ئامادە نییە، قەرەبووی ئەو غەدرە مێژووییە بکاتەوە.
پالمێ دۆستی دۆزی رەوای گەلی کورد بوو. بکوژانی پالمێ لەم رێگەیەوە دوو ئامانجیان پێکا. هەم دۆستێکی کاریگەری دۆزی کوردیان لە ناو برد و هەمیش تەڤگەری ئازادی کوردستانیان پێ تاوانبار کرد!!!!

🔸ڵاپەرەکانی ماد مێدیا👇
تویتەر🔸فەیسبووک🔸ئینستاگرام🔸یوتیووب
🔸پەیوەندی لەگەڵ ئێمە
🔹خەوەر و وێنە و دیمەنەکانتان بۆ ئێمە بنێرێن.
@Mad2020Media
🟣JI BO HEMÛ JINÊN KU JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DI NAV BERXWEDANÊ DE NE!

#daxuyanî

Em dîroka #8’ê_Adara 2021’an bi pêngava #Azadiya ji bo #Rêber_Apo û bi berxwedaniya azadiya jinê pêşwazî dikin. Li hemû cîhanê jin, mîrateya dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê ku bi hezaran sala dimeşînin diparêzin, hevparî dikin, têkoşîna berxwedanê pêş dixin, ava dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Îro #jinên_Kurd, ji bo pêşerojeke azad a jinan û gelan berxwedanên pir bi hêz û bi wate pêş Dixin.


#جامعەی_زنان_آزاد_شرق_کوردستان

🆔 @kjar_2014
#daxuyanî

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

JI BO HEMÛ JINÊN KU JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DI NAV BERXWEDANÊ DE NE!



Em dîroka 8’ê Adara 2021’an bi pêngava Azadiya ji bo Rêber Apo û bi berxwedaniya azadiya jinê pêşwazî dikin. Li hemû cîhanê jin, mîrateya dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê ku bi hezaran sala dimeşînin diparêzin, hevparî dikin, têkoşîna berxwedanê pêş dixin, ava dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Îro jinên Kurd, ji bo pêşerojeke azad a jinan û gelan berxwedanên pir bi hêz û bi wate pêş dixin. Bi berdêlên ku di encama van berxwedanan de hatine dayîn û bi têkoşîna azadiya jinê wê van berxwedanan di 8ê Adara 2021an de bigihînin lûtkeyê.

Jinan, li çar perçe Kurdistan û li gelek parzemînên dinyayê, li derdora pêngava ‘ji bo Rêber Apo, dem dema azadiyê ye” çalakî û meşên azadiyê pêş dixin û li derdora Rêber Apo dibin yek û dibêjin, “Emê wî azad bikin.” Bi vî awayî azadiya Rêber Apo êdî gerdûnî bûye. Ev biryardariya jinan û gelan hêzên serdest-komploger ên ku xwedî feraseta faşîst û zilamê serdest in ji kûr ve tirsandiye. Bi mîlyonan gelên me ji bo azadiya fîzikî a Rêber Apo li ser linga ne, em jî wekî jinên Rojhilatê Kurdistan bi wesîleya 8ê Adarê bang li hemû jinan dikin ku di çalakî û rêxistinbûnê de yekîtiya xwe mezin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Em 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li jinên Kurd ên ku ji berxwedaneke bê emsal û bi wate re pêşengî dikin, li dayikên me, li hemû jinên ku di zîndanan de ji bo azadiyê têdikoşin û li jinên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Di serî de hemû şehîdên me yên azadiyê ku di oxira azadiyê de jiyanên xwe danîne holê em bi rêzdarî û bi mînet bi bîr tînin. Em soza ku înşaya jiyana azad pêş bixin û bîranînên wan bidin jiyîn nû dikin.

Em xwe amade dikin ku vê 8’ê Adarê jî, bi berxwedanî û bi hêviyeke mezin pêşwazî bikin. Jin xwe amade dikin ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek cihên dinyayê werin gel hev û li dijî zilamsalarî, zayendperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestiyê helwesteke hevpar pêş bixin û bi vî awayî derbeyeke mezin li serdestiya zilam bidin. Va, jixwe bi giştî sala borî li dijî faşîzma zilam-dewletê li qadan bûn û nîşan dan ku ewê ji qadan veneqetin. Heman demî, ewê li dijî dagirkerî, mêtingerî û qirkirina jinê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin. Ji ber vê yekê, li dijî zarok û jinên ku her roj tên qetilkirin, li dijî karesata ekolojîk, li dijî fuhuş û her wiha li dijî gelek pirsgirêk û qeyranên civakî yên di Rojhilata Kurdistanê de tên jiyîn em bang li jinan dikin; Em rêxistinî bibin, em li gel hev bin. Em dibêjin di 8ê Adara 2021an de bi dirûşmeya “Em bi yek girtina jinan qirkirinê dawî bikin” li qadan bibin.

Jinên Kurd li her derî li dijî nabosên(çikmaz) ku pergala kapîtalîst û modernîst ava kiriye bi avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ji bo berxwedana gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi hêvî û îdîayeke mezin pêşengî dikin.

Di serî de rejîma dagirker a dewleta Îranê bi feraseta zilam-dewlet li dijî jinê bi polîtîka û qanûnan, tacîzan, tecawûzan, her cûre rêbazên tundiyan qirkirina jinê pêş dixe. Dixwaze têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê bi paş ve bixe. Ji ber vê yekê, li Rojhilatê Kurdistan û li her cihî jin îdîaya xwe danîne holê ku ewê li dijî vê yêkê bisekinin, li ber xwe bidin û meşa xwe ya azadiyê hîn bêhtir xurt bikin. Helwesta jinan a zanebûn, rêxistinîbûn, hevparîbûn û bi hev re têkoşîn meşandin ji her demî zêdetir bûye. Wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê, em 8ê Adara 2021an bi dirûşmeya “Em bi yek girtina jinan qirkirinê dawî bikin” pêşwazî dikin. Em dizanin ku sedsala 21’emîn sedsala jinê ye û bi vê sekna xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê em ketin vê sedsalê. Ev serdem serdema jinê ye û bi têkoşîna hevpar a jinan re wê hîn bêhtir bilind bibe. Mêjiyê zilam wê nikaribe vê serdemê bizivirîne mehşerê. Rojhilatê Kurdistan jî danîye holê ku hêza rêxistinkirî ya jinan, di veguherîna civakê de potansîyela herî bibandor a azadiyê ye. Ji ber vê yekê em 8ê Adara 2021an veguherînin sala jinan û qadan tije bikin.
Rêber Apo li ser rasteya paradîgmaya azadiyê ji bo jinan bîrdoziya azadiya jin û pergala konfederal a jinan pêş xist. Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê vê yekê rêxistin dikin û ji têkoşîna azadiya gelên li Îranê dijîn re pêşengî dikin. Îro, rejîma Îran a dagirker bi polîtîkayên qirker êrîşî jinên Kurd dike, êrîşî nasnameya netew dike û ji ber nasnameya zayendî jin bi êrîşên pir alî yên pergala zilam-dewlet re rû bi rû tên. Heman demî ev bi qeyran û aloziyan tên sepandin.

Li dijî van hemûyan jî, şehîdên me yên pêşeng Şehîd Şîrîn Elemhûlî, Ş. Zîlan Pepûle, Ş. Axîn Makû, Ş. Ronahî Wan, Ş. Cîhan, Ş. Kawenda, Ş.Bêrîvan Hêjar, Ş. Bêrîvan Sine, Ş. Ozgûr bi têkoşîna azadiya jinê berxwedanê mezin kirin. Îro jî, jinên pêşeng ên di sengerên berxwedanê de ne, mîrateya têkoşîna azadiya jinê radikin û di Rojhilata Kurdistanê de bilind dikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jinan, li dijî hemû êrîşên pergala zilamê serdest û zayendperestî xwe rêxistin dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û helwesta berxwedana Şîrîn Elemhûlî û gelek hevalên din bilindkirinê ji xwe re esas digirin. Her wiha, bi taybetî di Bakur û Rojavayê Kurdistanê de li dijî sepanên qirkirina jinan, jin bi awayekî dîrokî li ber xwe didin û bi vê ruh û hişmendiyê ji bo têkoşîna azadiyê xwedî sekn in. Em têkoşîna wan jinan silav dikin. Ev azadî û meşa bi wate ji bo jinên Rojhilata Kurdistanê jî dibe çavkaniya hêzeke mezin û dibe ezîma têkoşînê. Li çar parçeyên Kurdistanê, parastina herî mezin a hebûna jinan û gelê Kurd; sekn û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Bi vê seknên xwe, ew ê di avakirina netewa demokratîk a azadixwaziya jinê de berxwedaneke bêhempa hîn bêhtir pêş bixin.

Rêber Apo, di pergala şkence ya Îmraliyê de tê girtin. Em wekî jin û gelê Rojhilat baş dizanin ku ji bo vîna azadiya jin û gelê Kurd bişkînin ev tecrîda mutleq heye. Teslîmgirtin û şkandina vîna gelê Kurd tê armanckkirin. Heta roja îro jî jinên Kurd bi berxwedaniyên xwe ti car destûr nedane vê yekê, ji îro şûn ve jî wê destûr nedin. Di bin şert û mercên giran a tecrîdê de, Rêber Apo ev 23 sal e li dijî êrîşên qirkirinê berxwedaneke biîhtîşam pêş dixe. Li ser Kurdê azad ê ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye, siyaseta dijmin a dewletê, sepanên faşîst ên derveyî mirovahiyê tê ferzkirin.

Bi wesileya 8ê Adara 2021an em dibêjin “ji bo em pêşeroja xwe rêxistin bikin û qirkirina jinê bidin sekinandin yekîtiya xwe bi hêz bikin”. Li dijî di temenê biçûk de zarokên tên zewicandin, jinên tên tecawûzkirin, tundî dibînin, xîzanî dijîn û her wiha li dijî hilweşana ekolojîk, zayendperestî û sedare yên li Îranê em di wextê ku berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin de ne. Tenê bi têkoşîneke bi sînordar re nabe ku em dinyaya zilamê serdest têk bibin û di pêşengiya jinê de jiyaneke nû biafirînin. Ji ber vê yekê em wekî KJAR dibêjin ku: Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya me hîn bi hêztir rêxistinkirinê heye. Em bi wesîleya 8ê Adarê werin gel hev. Em dikarin bi rêxistinbûn û bi hev re bûyînê re ser bixin. Bi 8ê Adaran re deng, reng, xwestek û têkoşînên jinên cîhanê bûne yek. Ji bo pêşerojeke azad û wekhev ji her demî zêdetir pêwîstiya me bi têkoşîn û rêxistinbûnê heye.

Şerê qirkirinê bi hemû leza xwe li Rojhilata Navîn û hemû perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Tundî û faşîzma dewlet- zilam, qirkirina civaka ku xwe dispêre qirkirina jinê, qirkirina topyekûn wekî şer tê kûrkirin û tê pêşxistin. Li dijî vê em bi berxwedaneke topyekûn ji faşîzmê hesap bixwazin, daxwaz û vîna civakî pêş bixin. Me mînaka vê ya herî dawî li Garê di şexsê gerîlayên ku hêza azadiyê ne û destan nivîsandin de dît. Îro jî eşkere dibe ku pêwîstî hîn zêdetir bi parastina cewherî heye. Divê em di jinan de hişmendiya parastina cewherî kûr bikin li her qadê rêxistinî bikin û hêzên parastina cewherî mezin bikin. Em bawer dikin ku li hemû cihanê berxwedana jinan, seknên wan ê azadiyê û têkoşînên wan ên gerdûnî wê dinya û jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê biafirîne û wê pergala zilamsalarî têk bibe.
Sedsala 21emîn sedsala jinê ye. Li dijî eqlê zilamê ku dixwazê vê sedsalê bizivirîne sedsala mehşerê li qadan bibin. Mêtingerî û faşîzm wê winda bike, gel û hêza pêşeng a azadiyê ango jin wê qezenc bikin.



Bijî 8ê Adarê

Jin Jiyan Azadî!



KOORDÎNASYONA KJARÊ

28-02-2021


#جامعەی_زنان_آزاد_شرق_کوردستان

🆔 @kjar_2014

Https://www.kjar.online
HIŞMENDIYA SERMAYEDAR Û ZILAMPEREST BI QIRKIRINÊ DIXWAZE SERKEFTINA XWE YA SEDSALA 21 ÎLAN BIKE .



Di vê serdema kû wekî serdema sermayedar tê naskirin, mirovahî rû bi ruyê felaketeke bê yeman û bê rehim dimînin û qurbaniya serke ya vê felaketê jî jine


✒️ #Hêvî_Dêrik



🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
HIŞMENDIYA SERMAYEDAR Û ZILAMPEREST BI QIRKIRINÊ DIXWAZE SERKEFTINA XWE YA SEDSALA 21 ÎLAN BIKE . Di vê serdema kû wekî serdema sermayedar tê naskirin, mirovahî rû bi ruyê felaketeke bê yeman û bê rehim dimînin û qurbaniya serke ya vê felaketê jî jine …
HIŞMENDIYA SERMAYEDAR Û ZILAMPEREST BI QIRKIRINÊ DIXWAZE SERKEFTINA XWE YA SEDSALA 21 ÎLAN BIKE .




✒️ #Hêvî_Dêrik




Di vê serdema kû wekî serdema sermayedar tê naskirin, mirovahî rû bi ruyê felaketeke bê yeman û bê rehim dimînin û qurbaniya serke ya vê felaketê jî jine. Ev pergala kû ji dervî berjewendî û deshilatdariya xwe tiştekî dî nasnake, di oxira parastina vê deshilatdariyê, jin û mirovahî xistine halekî welê kû ji jiyana xwe bêzar bibin. Ev pergala kû wekî penceşêrê di mêjî û hucreyên mirovan de xwe bi cî kiriye, hemû rojê ji bedena wî enerjî û hêz dixwe û dihelîne, bê kû bikevê ferqa wê, îro ev nexweşiya pergala penceşêrî kû herî zêde jin para xwe ji vê nexweşiyê girtiye ( hişmendiya pergala zilamsalar ), ev hişmendî buye sedem kû jin û civak ji ber vê êşê nikaribin serê xwe rakin, ew mîna teyrê kû dema serê wî tê jêkirin bê çawa di nava lepê kujerê xwe de kefteleft dike.

Di rastiya kû îro li Îranê û rojhilatê Kurdistanê de tê jiyankirin heman tişte. Pergala dagirker û zilamsalar wekî kelepçeyekê destê xwe xistiye qirka jin û civakê de, her kû jin û civak xwe dilvînin ev dewleta dagirker jî devê kelepçeya xwe hindekî dî dişdîne. Ji xwe dema kû behsa maf, azadî û demokrasî tê kirin vê carê kelpçeya xwe dişdîne heta kû nefesê lê diçkîne û dikuje.

Di vê dema dawî de dema kû mirov li rewşa jin di Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de meyzedike mirov dibîne kû ev dewleta dagirker tirsekî pir mezin li himber jin jiyan dike, ev yek di mêjiyê mirovan de pirseke wiha çêdike. Gelo çima ev qasî tirs ji jin? Dewletperestên sermayedar kû ji bo parstina deshilatdariya xwe ji hev natirsin û hemû rojê ji hevre meydanan dixwînin, lê ew tenê ji jin ditirsin û ne bê sedeme, gelo çima ev qasî tirs ji jinê? Helbetê ew ji rastî û hêza wê ya dîrokî ditirse, ew ji hêza wê ya rêxistinî, siyasî, leşkerî, çandî ditirse, ji ruhê wê yê fedayî ditirse, ew ji teybetmendiyên wê yên demokrat, aştiyane, ditirse, ji rêvebiriya wê ya adlan ditirse. Ev pergal baş dizanê kû heger jin xwe bi rêxistin bike ti hêz wê nikaribe wê rawestîne û pêşiyê bigire, dema xwe bi rêxistin bike wê rê nedê kû êdî deshilatdarî xwe li ser ked û nirxên wê bidê jiyankirin. Lewra em dibînin fişareke gelekî tund li ser jin heye. Bin çavkirinên dawî yên her pênc hunermendên jin, jinên siyasî wekî Zeyneb Celaliyan û Nesrîn Sitûde sedema xwe ev tirsa vê dewleta dagirkere îfade dike.

Netew dewletên kû derdê wan berjewndî û desthilatdariya wan ya erzane û di serî de, dewleta metînger û mijokdar ya Îran ê ticaran destûr nadin kû civak di milên abûrî de bibe xwedî wê hêza kû bikarê xwe li ser lnigan bigire û jiyan xwe bi rêve bibe. Ev jî pirseke. Ev dewletên sermayedar ji bo kû vîna civakê dîl bigire û her tim civakê hewceyî xwe bike, ji bo kû wî ji bo xwe bide xeptandin, ew ticarî nahêle kû civak têr bixwe, lewra bê kar dihêle, birçî dihêle û ev dibe sedem kû bi hezaran mirov ji bo peydakirina nanê xwe yê rojane li ser wan sînoran karên kolberiyê dikin û têne kuştin, ji tehtande têne xwar û di bin berfande difetistin û cenazeyên wan neyên dîtin, heger bên dîtin jî destûr nade kû malbatên wergirin. Heger di vî welatî de kar hebe çima wê mirov ji bo pariyek nan jiyana xwe têxin xeteriyê û bên kuştin.

Gelek caran li ser rastiya dagirkeriyê û faşîzmê tê axaftin, lê heger mirov bixwazê faşîzmê û qirkirinê têbighije pêwîstî bi pênaskirina wê nake. Ji xwe dîmenên kû hemû rojê li ser ekranan tên dîtin, miovên temen mezin û zarokên kû ji temenên xwe zêdetir baran didin ser pişta xwe û bi rojan di wan çiyayên bilinde re dimeşin û di ser wê zor û zehmetî de heqart jî li wan tên kirin û ew bi destê wê dewleta kû bi xwe wan dixê nava wê rewşê de tên kuştin. Dîse dema ew tên kuştin nahêle kû xwediyên wan cenazeyên xwe bigirin.
گذار دموکراتیک
HIŞMENDIYA SERMAYEDAR Û ZILAMPEREST BI QIRKIRINÊ DIXWAZE SERKEFTINA XWE YA SEDSALA 21 ÎLAN BIKE . Di vê serdema kû wekî serdema sermayedar tê naskirin, mirovahî rû bi ruyê felaketeke bê yeman û bê rehim dimînin û qurbaniya serke ya vê felaketê jî jine …
Dewleteke kû destûr nade kû civak ji bo kû jiyanbike karbike , nahêle kû jin dengê xwe derxe û rengê xwe di jiyanê de diyarbike, hemû rojê mirovên bê guneh kû bi bihaneyên dûr ji rastiyê wan davêjê binê zindanan, dîse mirovên bê sûc tên bi darve kirin. Yanî ev rêjîm ji dervî rengê xwe û hişmendiya xwe ti ramanek cuda û îradeyek cuda nasnake. Dewleteke tek reng û Diktator. Lewra heger ev ne faşîzim û qirkirin be nexwe wê çibe.



kjar.online



🆔 @GozarDemocratic
Lİ DİJÎ FERZKİRİNA SERMAYEYÊ, GEL ABORİYA XWE DİPARÊZE


Ji bo ku em di derbarê aboriyêde nirxandin bikin pêwîste destpêkê em têgîna aborî tê çi wateyê hinekê li ser bisekinin




✒️ #Rojda_Zagros


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
Lİ DİJÎ FERZKİRİNA SERMAYEYÊ, GEL ABORİYA XWE DİPARÊZE Ji bo ku em di derbarê aboriyêde nirxandin bikin pêwîste destpêkê em têgîna aborî tê çi wateyê hinekê li ser bisekinin ✒️ #Rojda_Zagros 🆔 @GozarDemocratic
Lİ DİJÎ FERZKİRİNA SERMAYEYÊ, GEL ABORİYA XWE DİPARÊZE






✒️ #Rojda_Zagros


Ji bo ku em di derbarê aboriyêde nirxandin bikin pêwîste destpêkê em têgîna aborî tê çi wateyê hinekê li ser bisekinin. Wateya xwe a Yewnenî yasayê malê, yasayê malbatê, qûralên rêvebirina malê ye. Viya jî raste rast girêdayî jinê ye. Ango karên ku girêdayî hilberînê ye. Ji ber ku yê ku bi malêve raste rast têkildar û berhem dide jin e. Rêvebirina malbatê, xwedîkirina zarokan û hwd. Di destê jinêdeye. Ji xwe namûs jî ji ekonomosê tê. Eger em wateya peyva namûsê meyze bikin emê bibînin ka çawa zihniyeta zilemsalarî ew namûs berovajî kiriye û aboriya ku di destê jinê hatî afirandin li dijî jinê vegerandiye. Li Îran û rojhilatê Kurdistanêde jî da ku aboriyê ji destê jin derxin û bikin malê desthilatê her cûre êrîş hatiye kirin.

İran jî rojhilatê Kurdistanê jî ji hêla avakirina aboriya komûnal de him ji hêla av hewa him jî ji hêla arazîve herî zêde dest didinin. Yek jî axa Îran û rojhilatê Kurdistanê ji hêla binerd û sererd ve xwedî dewlemendiyên mezin in.

Tenê ji hêla petrolde qezencên ku tênkirin bi hezaran milyar doların ne. Lê belê şûna ku rejîma Îranê van destkeftiyan ji bo gel binirxîne û têxe xizmeta gel de bi wan qezencên petrol û hwd ve alîgirên xwe razî dike, qereqolan çêdike, dervede hêzên xwe xurt dike, herî zêde jî sermayeya xwe ji bo cebilxane û teknîkê bikartîne. Ango hemû qezenc ji bo mîlîtarizekirina civakê tê şixulandin. Beriya dewleta rejîmê hemû tekeleyên sermayeyê di destê Şah û yên li derdora şah de bû. Di dema rejîmêde jî ev tekel sermayeya di destê sipayî pasdarande hat sazkirin. Ji ber ku hêzeke birdoziye sipayî pastaran li ser dewletê hakime. Ji xwe sipayî pasdaran jî dîrek girêdayî ayetullahe. Ango Xamaney e. Di rewşeke wiha de tê zanîn ku tevahî aboriya dewletê di destê artêşa dewletê sipadeye. Sipa jî vî pereyê gel derveyî berjevendiyên gel ji bo her tiştî dişixulîne.

Ev demeke di îran û rojhilatê Kurdistanê de krîza aborî gihiştiye asta herî jor de. Ji hêla debara xwe rêvebirin de gel cidî zehmetiyan jiyan dike. Nûfûsa 85 milyonê de, nîvî zêdetir insan di bin sînorê birçîbûyînê de jiyan dikin. Sedî 70 zêdetir insan jî bêkar in. Ew kesên ku di nava vê qrîza aborîde zehmetî jiyan nakin kesên alîgirê dewletê an jî kesên ajantiya dewletê qebûl kirine. Nexwe derveyî wiya dewlet izin nade ku gel li ser nirxên xwe dilrehetî jiyan bikin. Di nava dewlemendiyên ewqas mezinde gel ji ber birçîbûyînê, hejarî û feqîriyê nikare nanê rojê bikire xwe dispêra rêbazê întîharê heta di çend salên dawiyê de rêjeyê întîhar pir bilind bûye.



Yê ku herî zêde bi karê mutfaqê, debara malêve mijûle jine, ji bo wê jî eziyeta herî mezin jî ji hêla jin ve tê kişandin. Lê di roja îro de ji ber ku zilem jî nikare kar bibîne çareseriyê di xwe kuştinêde dibîne. Her wiha xwekuştina zarokan jî di îranêde zêdebûne. Amarên sala borî nîşandide ku xwekuştinên zilam ji yên jinê zêdetir bûye. Viya tabloya aboriya rejîma îranê nîşandide. Ji hêla perede mebdeyên herî mezin ji bo milîtarîzekirina civakê tê şixulandin. Hîna ji zaroktiyêde ji bo ku bikin endamê besîctî xebat dimeşînin. Di sînorande çepeçevre qereqol înşakirine. Di hindirê bajêrande jî van qereqolan zêdedikin. Hemû mesrefên çêkirina qereqol, cepxaneya hindirê wê û hwd hemû ji destkeftiyên gel xerç dikin. Milê din jî gel ji hêla xwe rêvebirinê de zor û zehmetiyên herî dijwarre rûbirûye. Ji gel re dibêjin; ‘yan tê bêrûmetiyê qebûl bikî bibî ajanê min, li dijî nirxên gelê xwe şer bikî, gelê xwe qir bikî an jî tê ji birçan bimirî.’ Tenê rêyek ji tere dihêle; li dijî gelê xwe sîxûrî kirin. Yê ku qebûl dike ji xwe bêrûmetiya herî mezin re rûbirû tê. Lê yê qebûl nakin û bi keda destê xwe debara xwe a rojane dikin jî pirin. Ev kesên bi rûmet di esasde xwediyê dewlemendiyên herî mezin in. Debara xwe bi sewal xwedîkirin, kiştûkal, bax û bexçe çêkirin, berhem komkirin û vana firotin ve dikin. Gelê rojhilatê Kurdistanê geleke pir kedkar û berhemdêre. Teybet jî gelên ku di gundande jiyan dikin bi keda rojane ku di nave berhemên mezin derdixin holê.
گذار دموکراتیک
Lİ DİJÎ FERZKİRİNA SERMAYEYÊ, GEL ABORİYA XWE DİPARÊZE Ji bo ku em di derbarê aboriyêde nirxandin bikin pêwîste destpêkê em têgîna aborî tê çi wateyê hinekê li ser bisekinin ✒️ #Rojda_Zagros 🆔 @GozarDemocratic
Teybet ev salên dawîde çûndina gundan pir zêdebû. Ji ber ku li dijî qrîzê bersiva gel ji gundande hat. Di gundande gelan weke berê parvekirin, alîkariya hevdu kirin de sînor nasnedikirin. Gelên kedkar tiştên ku komdikirin, di encama çandinî de berhemên ku derdikeftin di navbera xwede parvedikirin. Pir kêm gundiyek hebû ku ji qrîza aborî bandor bibû. Ew piranî bi keda destê xwe, xwe rêvedibirin û gundiyê kêleka xwe, xizmê xwe, cîranê xwe re parvedikirin. Bi hevre di nava jiyaneke hevparde jiyana komûnal pêkdianîn. Ji xwe ew parvekirin çavkaniya xwe ji dema destpêka mirovatiyê dihat. Wê demê jî berhem dihatin komkirin û di encamde li gorî pêwîstiyê di nava hevde dihate parvekirin. Em zêde dûr jî neçin li Hewreman meclîsên gel hebûn. Dema ber bi biharan ve gel li wan meclîsande komdibûn û ka wê biharê wê çi bê çandin di nava hevde diaxiftin û biryar didan. Li gorî wiya jî herkes wê çi biçîne biryar dihate girtin û di encamde jî berhemên ku derketinî jî di nava gelde dihate parvekirin. Di roja me îro de jî teybet di gundande ev kevneşopî didome. Bi viya ve gel ji kapîtalîst moderniteyêre da nîşandan ku tucarî pergala betonkirinê qezenç nake.



Lê ji ber êrîşên kapîtalîst moderniteyê hinekê zirer dîtiye. Dîsa jî dixwaze ev cewhera xwe, nirxên xwe ên mirovatî biparêze. Kapîtalîst modernitê aborî vegerandiye sermayeyê. Di roja me a îrode dema ku dibêjin aborî, pere tê bîra mirov. Lê di esasde aborî ne pereye berovajî dijperê ye. Pere sermayeye, pere kepîtalîzme. Pere di roja me a îrode hiştiye ku di navbera zengin û feqîrde kendal vebin. Hiştiye ku kesên feqîr biçûk bên dîtin. Pere tişteke ewqas qirêje ku rê li ber bêrûmetiyê vedike. Eger insan bi nirxên xwe ve girêdayî nebe dikare bi riya wî pereyîve her cûre xerabiyê li dijî welatê xwe bike. Mînak li rojhilatê kurdistanêde kevneşopiyek ewqas bi nirx ê berxwedayînê heye. Lê tişta ku hişt ev kevneşopiye zirer bibîne di bingeha xwede pere bû. Dewletê gel birçî hişt û xwest bi rêya pereve gel girêdayî xwe bike. Gelê ku tiştek di destê wî de nema çû destê xwe li ber dewletê vekir. Me li jorde gotibû ku aborî yek jî dihat wateya namûsê. Ya rastî ez dikarim girêdayînek bi vî rengî jî bikim. Dewlet bi riya pereve dest avêt namûsa kurdan ango dest avête aboriya kurdan. Teybet jî a jinê. Halbuki aborî di esasa xwede di çerçoveya pêwîstiyên xwe pêşwazîkirinde xwedî derketina gelan a li hevdû bû. Di roja me a îrode li cîhanê giştîde rewşa pir kêm dewletan dişibe a îranê. Ji hêla aborîde standartên jiyanê ên gel di asta herî jêrdeye. Rixmê hemû dewlemendiyan. Girêdayî polîtîkayên rejimê, sipayî pastaran ên li dijî nirxên gel hiştiye ku ev encamê derkeve holê. Eger gel wek gelên Rojhilatê Kurdistanê ên birûmet ku xwedî li nirxên xwe derdikevin bikin wê polîtîkayên rejîmê pûç bikin, lê eger bêdeng bimînin û serî bitewînin wê rejîm hîn zêdetir har bibe û tiştên di destê gelde yên din jî jê bigire.






kjar.online



🆔 @GozarDemocratic
من لە چیا دانابڕێم چیا ژینگەی دێرینمە
چیا منی پەروەردە کرد چیا لانەی دێرینمە
داری چیام بەخوێن ئاودا، بۆیە چیا ئاینمە
لەسێبەری پشوو دەدەم، تاشەبەردی سەرینمە
گوڵ و گیای بەهارانی، خەم ڕەوێنی غەمانمە
هەوای ساف، ئازادی چیا، خۆراکی ژیانمە
ناوی شەهیدی سەر چیا، سوژەی ڕێبازی کارمە
لەڕێبازی شەهیدانی سورخەڵاتم، تێکۆشان ئەرکی شانمە
بۆیە دەڵێم چیای سەرکەش لانەی خەبات و ژیانمە
تا سەرکەوتن و ئازادی چیای قەندیل پشتیوانمە
چیای بەرزم؛ پێت دەنازم، چون ئەشکەوتت جێژوانمە
نازانم چۆن وەسفی بکەم چیا لانەی شێرانمە
غەمبار غەمباری سەری چیایە
ئەوینی چیا لەدڵی دایە.


غەمبار سەردەشتی


🆔 @GozarDemocratic
یک کانال نو، در این کانال عضو شوید

🔴 اتحاد مبارزاتی دموکراتیک-انقلابی


صفحە ما اساسا برای ترکهای آذربایجان و برای تمام خلقهایی کە زیر بار استعمار و اشغال مجبور بە زندگی شدەاند، آن جایی کە نام آن ایران باشد، وطنی کە بر روی کاغذ تکە تکە شدە و با قلم مرزبندی شدە . مخصوصا صفحە ما برای افراد این جامعە می باشد .

زندە باد مبارزە اتحاد خلقها

🔴 Səhifəmiz başda Azərbaycan türkləri olmaq üzrə, kağız üzərində qələmlə çəkilən sərhədlər əsasında ölkələri bölünən və İran adlı yerdə amansız bir işğal və istismar rejiminin altında yaşamağa məcbur edilən bütün xalqların fərdləri üçün nəzərdə tutulmuşdur.

Yaşasın xalqların mübarizə birliyi!

لینک:

🆔 @partizan_2021
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021

دوستان عزیز، زنان گرامی


🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021

دوستان عزیز، زنان گرامی



در آستانه ی 8 مارس امسال لازم دیدیم تا به پاسداشت 8 مارس و با توجه به سطح مبارزات زنان، امسال در چارچوب یک همکاری مشترک معنای بیشتری برای 8 مارس قائل گشته و بدین منظور اقدامات مشترکی را به اجرا درآوریم تا نشان از متحد بودن زنان و عزم شان در راستای برقراری نظامی انسانی و برابرانه و جایگزین نظام ستمگر مردسالار باشد.

تاریخ مکتوب، تاریخی است که با ذهن، زبان و قلمی مردانه به نگارش درآمده و طبیعتا وجود زنان، حضورشان در جامعه و نقش محوری که در جامعه و پیشبرد آن داشته است را ذکر نکرده و عامدانه از قلم انداخته است. در این تاریخ اثری از چگونگی، دلایل و مناسباتی که باعث تغییر جایگاه نماد زن از مدیر جامعه به یک برده و مبدل شدنش به ابژه و ملکه ی کالاها به چشم نمی‌خورد. این تاریخ چیزی از چگونگی سقوط زنان از مقام اله گی، تبدیل شدنشان به جادوگرانی مرموز، سوزانده شدن هزاران زن به جرم دانایی و معرفت طبیعی در آتش ذهنیت مردسالارانه بر زبان نمی آورد. از روایات این تاریخ نمی توان دریافت که چگونه زنانی رها و مستقل را با فریب رهاسازی و نجات بخشی در چهار دیواری خانه محبوس کردند و فکر و ذهن، بدن و موجودیتشان را با چادری سیاه پوشاندند. در این روایت مردمحور اشاره‌ای به جایگاه غیر قابل انکار، نقش، موجودیت و قدرت تحمل زنان در حیات اجتماعی و انسانی نشده است. به همین دلیل است که می‌توان گفت تاریخ اسارت و به بردگی کشاندن زنان روایت نگشته است. در مقابل این امر اما، تاریخ آزادی زنان در حال نگارش بوده و با مبارزه و خون هزاران زن همانند کلارا زتکین، رزا لوکزامبورگ، بشیرە بن مراد، مینا کشور کمال، شیرین علم هولی، ندا آقاسلطانی، خواهران کعبی، شیما الصباغ و بزرگ زنانی همانند آنان نگاشته خواهد شد. زنان تاریخ خویش را ساخته و آنگونه می نویسند! در قرن بیست و یکمی که با ظلم و ستم مضاعف نظام دولت-ملت مردسالار، خشونت علیه زنان سر به فلک کشیده و غیر قابل تحمل گشته است، خط مشی مقاومت و مبارزه زنان اوج گرفته و ثابت نمود که فریاد زنان از شیلی، آمریکا و آفریقا و خاورمیانه و تمامی نقاط جهان به همدیگر رسیده است. فریاد و خواست زنان مصر، تونس، ایران، افغانستان یکی شده و زنان جملگی به سان یک ملت؛ ملت زنان همه یک صدا فریاد زدند: قرن بیست و یکم، قرن مبارزه و آزادی زنان خواهد بود!

نظام دولتی و شکل نامیمون کنونی آن یعنی دولت-ملت همانگونه که تلاش می نماید تا با سیاست یک رنگ کردن جامعه و نهادینه نمودن فردگرایی، ارتباط فرد با جامعه را از میان بردارد، به همان اندازه هم در محدود کردن عرصه تلاش و مبارزه‌ی زنان و گسستن آنان از جامعه از هیچ تلاشی فروگذار نیست. اگر زنان وجود و حضور خود در عرصه های سیاسی، اقتصادی، حقوقی و آموزشی را ثابت نکنند، به این معنی است که نظام دولتی و سیاست پدر-مردسالار توانسته‌اند موجودیت و پتانسیل زنان را به خدمت خویش درآورده و به اسارت بکشند. این بدان معناست که موجودیت زنان و به تبع آن، موجودیت جامعه توسط ساختار دولت-ملت از جوهره اش تهی گشته و به وسیله ای جهت رسیدن به اهداف سودمحور تبدیل گشته اند. این تروری بی نظیر است که اعمال گردیده و تنها تروری جسمی و فیزیکی نیست. بدون شک محدود کردن و محاصره زنان در لوای دیوار «ناموس» از سوی انواع دولت ها و نمایندگانشان (پدر، برادر و همسر) نیز ترور است. آنگاه که امکان و میدانی برای ابراز وجود و نظر زنان به صورت آزادانه وجود نداشته باشد، مطالباتشان سرکوب شده و خود آنان نیز ترور گشته محسوب می شوند. ویران نمودن طبیعت، باقی نگذاشتن امکان کار برای جوانان و زنان، ترویج اعتیاد در میان طبقات فرودست و کشتن کولبران و سوختبران به بهانه‌ی قاچاق کالا نیز، از شیوه‌های ترور می باشند. کودک همسری نوعی دیگر از ترور و حتی جنایتی در حق کودکان دختر است، تمامی این ها سیاست نابود کردن انسان و جامعه انسانی می‌باشند که جملگی در جهت ادامه ی بقا و طولانی‌ترشدن عمر نهاد دولت اجرا می‌شوند. پیداست که بقای عمر نهاد دولت بسته به ایجاد بحران و نابسامانی در جامعه است، لذا دولت، برای ایجاد بحران در جامعه، در همه ارزش‌های جامعه دخالت کرده و سعی در نابود کردن ارزش‌های واقعی انسانی و نهادینه کردن ضد ارزش‌ها به عنوان ارزش در جامعه دارد.

تعریف زن در قاموس و ذهنیت مردسالار و با تفکر تبعییض جنسیتی، شخصیت رام شده و آرامی است که موجودیتش به موجودیت مرد وابسته می‌باشد. چنانچه زنان در جستجوی آزادی باشند و تسلیم تفکر مرد سالار- تبعیض‌گرا نشوند و تعریف مردسالاری از زن را به چالش کشیده و در برابرش بایستند، بی درنگ مورد حمله و اعمال خشونت قرار گرفته و این خشونت تا بالاترین سطح خویش، زن کشی پیش می رود، چرا که اندیشه، روش زندگی و برخورد دمکراتیک زنان خطری جدی برای نهاد دولت و نظام مردسالار بوده و نهاد
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
مزبور نجات خود از موج مقاومت، اندیشه و عمل دمکراتیک زنانه را در تداوم بخشیدن به نظام بردگی زنان و نهایتا زن کشی می‌بیند.

ترور زنانی چون «ملالی میوند» فعال حقوق زنان در افغانستان ، «رهام یعقوب» در بغداد، به گروگان گرفتن زن فعال بلوچ «رحیمه کورد تمیمی»، ترور سه زن انقلابی کورد «سکینه جانسز، فیدان دوغان و لیلا شایلمز» در مرکز به اصطلاح دمکراسی پاریس، ترور زنان سیاستمدار عرب «هند الخضیر و سعد الهرماس» در شمال و شرق سوریه، به گروگان گرفتن زن فعال سیاسی کورد «زینب جلالیان» و اعدام «شیرین علم هولی» (زن فعال سیاسی کورد) در ایران، همه نمونه‌های اعمال سیاست و تفکر زن‌ستیز دین محور و فاشیسم دولتی علیه زنان بوده و اثباتی است بر اینکه سیاست سیستماتیک زن ستیزی و زن کشی، سیاستی جهانی بوده و از سوی نظام سرمایه، دولت، مردسالاری و دنباله های ذهنیتی و عملی آنان در همه جا به یک سان اجرا می گردد.

در این جهان زن ستیز، رژیم ستمکار و اشغالگر ایران، از سرآمدترین این نظام هاست که یک جامعه را به زندان افکنده و در آن زندان نیز زنان را به انزوا کشانده است. نظام برقرار شده بعد انقلاب خلق‌های ایران در سال ۱۳۵۷، که با پیشاهنگی زنان و جوانان روی داد و به پیروزی رسید، این واقعیت را بیش از پیش آشکار نمود که در تاریخ مدام زنان به عنوان ابزاری جهت به پیروزی رساندن مردان و سیستم دولت‌ها مورد استفاده قرار گرفته و اولین قربانی دست مردـ دولت بوده اند. حجاب اجباری، بیکاری، تن‌فروشی ناشی از فقر، گرسنگی، زندان، اعدام، اسیدپاشی، کودک همسری، قتل و خودکشی، ارمغان رژیم حاکم ایران برای زنان بوده که بعد از انقلاب سر کار آمد!

رژیم جمهوری اسلامی در گام نخست زن‌ها را هدف حمله قرار داد. رژیم خلق ها و جنس ها را از همدیگر جدا نمود و با اتخاذ سیاست «تفرقه بینداز و حکومت کن»، بین خلق‌ها تفرقه ایجاد کرده و زنان را از میدان زندگی اجتماعی ـ سیاسی دور کرده و به حاشیه رانده و بدین ترتیب بزرگ ترین خطر جهت رژیم را برطرف نمود؛ خطر اتحاد خلق‌ها و اتحاد زنان که دموکراتیک ترین واکنش را می توانست تشکیل دهد!

زندان های ایران مملو از زنان و جوانان آزادی خواه می‌باشد و هر روز موج دستگیری و اعدام در غرب و شمال غربی، جنوب و جنوب شرقی ایران علیه خلق‌های کورد، بلوچ و عرب افزایش می یابد. تنها در عرض یک ماه ۱۱ نفر در سیستان و بلوچستان اعدام گردیده‌اند، همزمان در شرق کوردستان ۱۴۰ نفر بازداشت شدند، که بیش از ۱۰ تن از آنان زن بودند. بر همین منوال ده‌ها فعال عرب اعدام گردیده اند و صدها تن دیگر در بی خبری و بدون محکمه در زندانهای مخوف اطلاعات به سر میبرند. البته خشونت و سیاست‌های سرکوبگرانه حاکمیت هرگز نتوانسته موج مقاومت و مبارزه خلق‌ها را که زنان در خط مقدم آن قرار دارند، خاموش نماید. زندان به شکل یک دژ مقاومت برای زنانی چون زینب جلالیان ، فهیمه بدوی، نسرین ستوده، آتنا دائمی، و گلرخ ایرایی ابراهیمی تبدیل گشته است، زنانی که برای همه زنان و ملل تحت ستم ایران نقش الگوی مبارزه و مقاومت را ایفا می‌نمایند. و بسیارند زنانی کە تحت تاثير سياستهاي زن ستيزانه و استعماری دولت ملت ايران يا گمنام مانده اند يا سمت و سوی مبارزه شان دغدغه های زنان ملل تحت ستم را آنچنان كه در خور اهمیت است در بر نگرفته است و مبارزاتشان در جهت جستجوی آزادیهای یواشکی تقلیل دادە شدە است.افغانستان نیز یکی دیگرازدولت ملتهایی است کە با یک رنگ شدن با ذهنیت نیروهای امپریالیسم ، افکارزن ستیزانەی خود را تحت لوای اسلام و جهاد در سطح فجیعی در برابر جامعە ، بویژە زنان و جوانان بکار میگیرد. ملالی جویا یکی از اعضای پارلمان افغانستان بود کە بدلیل ایستادگی اش در برابر بنیادگران جهادی ، چندین بار در معرض سوءقصد این نیروها قرار گرفت.این سیاستها روزانە در جهت حذف زنان آگاه و فعال جامعە ادامە دارد و با مقاومت و مبارزات زنان روبرو میگردد.



آنچه مهم است این است که تعریف آزادی و مطالبات واقعی واضح بوده و هیچ قدرتی نمی‌تواند تعریف و مطالبه‌ای را که هزاران جان پاک در راه و معنا و واقعیتش فدا شده‌اند را به بیراهه برده یا ماهیتش را به تحریف بکشاند. ریشه ی اصلی مسئله زنان یک درد مشترک است، سیاست و سرکوبی هم که علیه‌شان اعمال می‌شود، در برخی لایه های ستم مشترک است . لذا برداشتن گام‌ها و مبارزات مشترک از سوی زنان علیه سیاست‌های زن‌ستیزانه و سرکوبگرانه یک ضرورت است. هم‌صدایی و اتحاد زنان و کانالیزه کردن پتانسیل مبارزاتی شان در خط مشی آزادی، نشانگر پی بردن زنان به این ضرورت واقعی می‌باشد. ما زنان و ملل تحت ستم و همه ستمکشان ایران در این زمینه دارای تجربه و آزمون/خطاهای بسیاری می‌باشیم که امروز نیزباید با توجه به درسهایی که از آن گرفته ایم و نقش بر آب کردن سیاست‌های زن‌ستیز رژیم به میدان آمده و هم صدا، همگام و قدرتمند عمل نماییم.
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
ما بعنوان زنان آزادیخواه، با درک شرایط حساس کنونی جامعه ی ایران، زنان و جوانان و همچنین جواب دادن به نیاز واقعی موجود، ضروری می‌دانیم که در آستانه ۸ مارس، روز جهانی مبارزه زنان، دست همکاری به سوی همه‌ی نیروهای آزادی خواه و فمینیست‌های مبارز علیه سیاست‌های اشغالگرانه رژیم ایران دراز کرده و فراخوان اتحاد عمل مبتنی بر اصول مشترک را اعلام می‌نماییم و خواستار برداشتن گام‌های عملی در جهت تشکیل یک جبهه متحد زنان آزادی خواه هستیم.

ما زنان بیشتر از نان شب به آزادی احتیاج داریم و برای رسیدن به آزادی، عملی کردن این موارد بسیار مهم را از ملزومات رسیدن به آزادی می‌دانیم:

1ـ برای خنثی کردن ترورهای دولتی و سیاست‌های رژیم زن‌ستیز ایران خواستار تأسیس یک مرکز جهت وضع سیاست دمکراتیک مشترکی هستیم که بتواند به شکل یک نهاد، پلتفورم و یا یک جبهه مشترک و متحد از زنان آزادیخواه را گردهم آورده و امکانی برای متشکل کردن همه‌ی زنان، فارغ از تفاوت‌های ملی، اجتماعی، مذهبی، زبان و ... فراهم کند.

2ـ با روشنگری و تلاش برای بالا بردن سطح آگاهی زنان، برای پایان دادن و از بین بردن جنایت، ترور دولتی (حجاب اجباری، بیکاری، گرسنگی، تن فروشی، زندان و اعدام، اسیدپاشی، کودک همسری، قتل وخودکشی ) که تحت عنوان و در لوای قانون علیه زنان اعمال و بر آنها تحمیل می‌شود، در سطح سازمان و نهادهای بین‌المللی پرونده‌ی مشترک آماده کرده و از این طریق مجامع بین‌المللی را در جریان وضعیت زنان و ملل تحت ستم در ایران قرار دهیم.

3ـ مکانیزم دفاع ذاتی مشترکی برای زنان و جوانان و همه اقشار جامعه، جهت مقابله با هر گونه قتل‌عام فیزیکی، فرهنگی، سیاسی، اقتصادی و غیره ایجاد نماییم.

4ـ مرکزی جهت پروپاگندا و آژیتاسیون علیه سیاست‌های جنایتکارانه رژیم اشغالگر ایران، مانند وبسایت و کانال‌ها در شبکه‌های اجتماعی بنیان گزاریم.

5ـ از هر گونه کارزارهای اینترنتی، بیانیه، موضع و مبارزه‌ای که هر کدام از سازمان‌ها، جنبش‌ها و نهادها که در این جبهه مشترک حضور دارند و عضوی از این جبهه و اتحاد عمل به حساب می‌آیند، پشتیبانی نماییم.











جامعە زنان آزاد شرق کردستان – کژار

جمعیت انقلابی زنان افغانستان – راوا

میترا درویشیان/ کانون نویسندگان در تبعید آلمان

زمان مسعودی / فعال حقوق زن آلمان

بسی شاماری / عضو شورای هماهنگی پلتفورم دموکراتیک ایران

سحر شهیار / عضو پلتفورم دمئکراتیک ایران

هیفا الاسدی / فعال حقوق زنان

سازمان زنان شرق کوردستان در اروپا / روناک

مرسده قائدی / تلویزیون خاوران،عضو ایران تریبونال انگلیس

سحر صبا / فعال نهادهای همبستگی با جنبش کارگری در ایران

فتان جوکار/ عضو دادگاه مردمی ایران تریبونال

ماریا رشیدی / نماینده انجمن حق زنان سوئد



2021/03/01

www.kjar.online



🆔 @GozarDemocratic
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
بانگەوازی کاری هاوبەش بە نزیکبوونەوە لە ٨ی مارسی ٢٠٢١دا

هاوڕێیانی ئازیز، ژنانی بەڕێز

بە نزیکبوونەوە لە ٨ی مارس بە پێویستمان زانی تا بۆ ڕێزلێنان لە ٨ی مارس و سرنجدان بە ئاستی تێکۆشانی ژنان، ئەمساڵ لە چوارچێوەی کارێکی هاوبەش واتایەکی زیاتر بۆ ٨ی مارس لەبەرچاو بگرین و بۆ ئەم مەبەستە بە ئەنجام گەیاندنی کۆمەڵێک کاری هاوبەش، ئاماژەیەک بین بۆ یەکبوونی ئیرادەی ژنان لە وەدیهاتنی سیستمێکی مرۆڤایەتی و یەکسان کە جێگرەوە و بەدیلی سیستمی زاڵمی پیاوسالاری بێت.

بە چاو خشاندنێک بە سەر مێژووی نووسراو ئەوە دەبینین کە مێژوو هەموو کات بە عەقڵییەت و زمان و پێنووسی پیاو نووسراوە، هەر بۆیە هەبوونی ژن و ئەوەی کە ژن لە ناو کۆمەڵگا خاوەن چ پێگەیەکە و چۆن ژیانی لە دەوری خۆی خۆلقاندوە باس نەکراوەو پشت گوێ خراوە. لە ناو ئەم مێژووەدا نەنووسراوە کە چۆن ژن لە پێگەی خوداوەندییەوە بوو بە ئۆبژە و مەلەکەی کاڵاکان. لەم مێژووەدا نەهاتووەتە زمان کە ژن چۆن لە ئاستی خوداوەندیدا کرا بە ساحیرە و بە هەزاران ژن بە تاوانی زیرەکبوون و بوونی بەهرەی زانستی سروشتی لە ناو ئاگری عەقڵییەتی پیاوسالاریدا سووتێندران. لە گێڕانەوەکانی ئەم مێژووەدا نابیستین کە چۆن ژنان خرانە بن عەرز و لە ژێر عەرز رزگار کران و دواتر لە ژوورێکدا دیل کران و چارشێوی رەش بە سەر مێشک و جەستە و هەبوونیان کێشرا. لەم مێژووە پیاوتەوەرەدا ئاماژە بە پێگەی حاشا هەڵنەگر، رۆڵ، هەبوون و ئاستی بەرخۆدانی ژنان لە ژیانی کۆمەڵایەتی و مرۆڤایەتی نەکراوە. بۆیە دەتوانین بڵین کە مێژووی دیل کردن و کۆیلەکردنی ژنان نەنووسراوە بەڵام لە بەرامبەر ئەمەدا مێژووی ئازادی ژنان، بە تێکۆشان و خوێنی هەزاران ژنی وەکوو کلارازێدکین، رۆزا لۆکزامبۆرگ، مینا کیشوەر کەمال و شیرین عەلەم هولی، ندا ئاغاسوڵتانی، خوشکانی کەعبی، شیما ئەلسەباغ و ژنانی گەورەی وەک ئەوان خەریکە دەنووسرێتەوە. ژنان مێژووی خۆیان سازکردووە و بەمشێوە دەینووسنەوە! لە سەدەی ٢١دا کە لە ئەنجامی زوڵم و بێدادی دەوڵەت - نەتەوەدا، تۆندوتێژی لە بەرامبەری ژنان گەیشتووتە ئاستێکی هەرە بەرز کە چیتر قبووڵ ناکرێت، رێبازی تێکۆشان و خۆڕاگری ژنان زیاتر پەرەی سەندو بەگوڕتر دەرکەوت و سەلماندی کە دەنگی ژنان لە شیلی، ئامریکا، ئافریقاو ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست گەیشتە یەک. بانگەوازو خواستی ژنانی میسر، تونس و ئێران و ئەفغانستان بوو بە یەک و ژنان بە تێکڕاو وەک یەک نەتەوە، بانگەوازی ئەوەیان کرد کە: سەدەی ٢١ دەبێتە سەدەی تێکۆشان و ئازادی ژنان.

سیستمی دەوڵەتی و فۆرمی نەشیاوی دەوڵەت – نەتەوە، هەر وەک چۆن هەوڵ دەدات کە بە پەیڕوەکردنی سیاسەتی یەکڕەنگ کردنی کۆمەڵگاو چەسپاندن و جێگیرکردنی تاک پەرستی، پێوەندی تاک لەگەڵ کۆمەڵگا بپچڕێنێت، بە هەمان شێوەش لە بەرتەسککردنەوەی مەیدانی تێکۆشان و دابڕانی ژنان لە کۆمەڵگا لە هیچ هەوڵێک خۆنابوێرێت. ئەگەر ژنان پێگەو هەبوونی خۆیان لە گۆرەپانەکانی سیاسی، ئابووری، مافناسی، پەروەردە نەسەلمێنن ئەوە بەو واتایەیە کە سیستمی دەوڵەتی و سیاسەتی باوک – پیاوسالاری توانیویەتی هەبوون و هێزی ژن بخاتە خزمەتی خۆی و بە دیلی بگرێت. ئەمە دێتە ئەو واتایە کە هەبوونی ژنان و هەروەها هەبوونی کۆمەڵگا لە لایەن پێکهاتەی دەوڵەت – نەتەوە لە ناوەڕۆکی خۆی بەتاڵ کراوەو بووە بە ئامرازێک بۆ گەیشتن بە ئامانجە قازانج خوازەکان. ئەمە رەشەکوژییەکی تایبەتە کە ئەنجام دراوەو تەنیا رەشەکوژییەکی جەستەیی و فیزیکی نیە. بێ گومان بەرتەسککردن و دەورپێچکردنی ژنان لە ژێر بانگەشەی "ناموس" لە لایەن دەوڵەتە جۆراوجۆرەکان و هەروەها نوێنەرەکانیان (باوک، براو هاوسەر)، شێوازێکی رەشەکوژییە. کاتێک کە دەرفەت و گۆڕەپانێکی ئازاد بۆ دەربڕینی هەبوون و بۆچوونی ژنان بوونی نەبوو و خواست و ویستیان سەرکوت کرا، وەک ئەوە وایە کە ژنان تێرۆر کرابن. لەناوبردنی سرووشت، نەهێشتنی دەرفەتی کارکردن بۆ گەنجان و ژنان، کوشتنی کۆڵبەران بە بیانووی هێنانی باری قاچاخ، شێوازێکی رەشەکوژین. هاوسەرگیری منداڵان لە خۆیدا جۆرێکە لە تێرۆرو تاوانێکی گەورەیە دژ بە مافی منداڵانی کچ، هەموو ئەمانە سیاسەتی قڕکردنی مرۆڤ و کۆمەڵگای مرۆڤایەتییە کە سەرجەمیان لە پێناو درێژکردنەوەو پاراستنی تەمەنی دامەزراوەی دەوڵەت بەڕیوە دەچن. ئاشکرایە کە تەمەنی دامەزراوەی دەوڵەت گرێدراوی بوونی قەیران و ئاژاوە لە کۆمەڵگادایە، هەر بۆیە دەوڵەت بۆ دروستکردنی قەیران لە کۆمەڵگا، دەست دەباتە ناو هەموو نرخ و بەهاکانی کۆمەڵگاو هەوڵی لەناوبردنی بەها راستەقینەکانی مرۆڤ و لەبەرانبەردا جێگیرکردن و چەسپاندنی دژەبەهاکان لە کۆمەڵگا دەدات.
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
پێناسەی ژن لە وشەدان و عەقڵیەتی پیاوسالاری و روانگەی رەگەزپەرستی دا، کەسایەتییەکی ماڵی کراو ئارامە کە هەبوونی بە هەبوونی پیاوەوە گرێدراوە. گەر بێتوو ژنان لە هەوڵ و گەڕان بەدوای ئازادیدا بن و تەسلیمی عەقڵیەتی پیاوسالاری – رەگەز پەرستی نەبن و بەمشێوە پێناسەی پیاو لە ژن بخەنە ژێر پرسیارو لەبەرانبەری دا بوەستن، دەستبەجێ دەکەونە بەر هێرش و توندوتیژی کە تا ئاستی کوشتنی ژن دەچێتە پیش. چونکە هزر، شێوازی ژیان و هەڵسوکەوتی دیموکراتیکی ژنان بە مەترسییەکی جیدی بۆ دامەزراوەی دەوڵەت و سیستمی پیاوسالار دەبیندرێ و دامەزراوەی دەوڵەت دەربازبوونی خۆی لە شەپۆلی بەرخۆدان، هزر و رێبازی دیموکراتیکی ژنان، لە بەردەوامی و زیاتر پێشخستنی سیستمی کۆیلایەتی و دواتر لە کوشتنی ژنان دەبینێتەوە.

تێرۆری ژنانی وەک "مەلالی میوند" چالاکی ژنان لە ئەفغانستان، "رەهام یەعقوب" لە بەغداد، بە بارمتەگرتنی ژنە چالاکی بەلوچ "رەحیمە کورد تەمیمی"، تێرۆری سێ ژنە شۆڕشگێڕی کورد "سەکینە جانسز، فیدان دۆغان و لەیلا شایلەمز" لە ناوەندی بەناو دیموکراسیی پاریس، تێرۆری ژنانی سیاسەتمەداری عەرەب "هند ئەلخەزیر و سەعد ئەلهەرماس" لە باکوورو رۆژهەڵاتی سوریە، بە بارمتەگرتنی ژنە چالاکی سیاسی کورد "زەینەب جەلالیان" و لەسێدارەدانی "شیرین عەلەمهولی" ژنە چالاکی سیاسی کورد لە ئێران، نموونەی بەڕێوەبردنی سیاسەت و عەقڵیەتی دژە ژن، ئایین پەرست و فاشیزمی دەوڵەتی دژ بە ژنانە و سەلمێنەری ئەوەیە کە سیاسەتی سیستماتیکی دژە ژن و ژن کوژی، سیاسەتێکی جیهانییەو لە لایەن سیستمی سەرمایەداری، پیاوسالاری و پاشکۆ عەقڵی و کردارییەکانیانە کە لە هەموو شوێنێک و پێکەوە بەڕێوە دەچێت.

لەم دنیا دژە ژنەدا، رژیمی داگیرکارو زاڵمی ئێران، لە پێشەنگەکانی ئەو سیستمانە دێتە ئەژمار کە کۆمەڵگایان خستوەتە بەندو لەم بەندیخانەش دا، ژنانیان زیاتر گۆشەگیر کردووە. سیستمی دامەزراو دوای شۆڕشی گەلانی ئێران لە ساڵێ ١٣٥٧ کە بە پێشەنگایەتی ژنان و جوانان سەری هەڵداو سەرکەوت، ئەم راستیەی لە هەموو کات زیاتر ئاشکرا کرد کە بە درێژایی مێژوو بە شێوەی بەردەوام لە ژنان وەک ئامرازێک بۆ سەرکەوتنی پیاو و سیستمی دەوڵەت کەڵک گیراوەو دواتریش بوونەتە یەکەمین قوربانی دەستی پیاو – دەوڵەت. رووپۆشی زۆرەملی، بێکاری، لەشفرۆشی لە ئەنجامی هەژاری، برسیەتی، زیندان، سێدارە، تیزاب رشتن، هاوسەرگیری منداڵان، کوشتن و خۆکوژی، دیاری رژیمی دەسەڵاتداری ئێران بوو بۆ ژنان.

رژیمی کۆماری ئیسلامی لە یەکەم هەنگاوی خۆیدا ژنانی خستە بەر پەلامارو هێرش. رژیم نەتەوەکان و رەگەزەکانی لە یەکتر جیاکردەوەو بە گرتنەبەری سیاسەتی "پارچە بکە و دەسەڵاتداری بکە"، ناکۆکی خستە نێوان گەلان و ژنانی لە گۆڕەپانی ژیانی کۆمەڵایەتی – سیاسی دوورو پەراوێز خست و بەمشێوە گەورەترین مەترسی لە سەر خۆی وەلانا، مەترسیی یەکگرتوویی گەلان و ژنان، کە دەیتوانی بەهێزترین دیموکراسی بەدی بهێنێت!

زیندانەکانی ئێران پڕاوپڕە لە ژنان و گەنجانی ئازادیخوازو رۆژبەڕۆژ شەپۆلی گرتن و سێدارە لە رۆژئاواو رۆژئاوای باکوور، باشوورو رۆژهەڵاتی باشوور لە ئێران دژ بە گەلانی کورد، بەلوچ و عەرەب پەرە دەسێنێت. تەنیا لە ماوەی یەک مانگ دا ١١ کەس لە سیستان و بەلوچستان لە سێدارە دران، هاوکات لە رۆژهەڵاتی کوردستان ١٤٠ کەس دەستگیر کران کە زیاتر لە ١٠ ژن لە ناو ئەم گیراوانە بوو. لە سەر هەمان رەوت دەیان چالاکی عەرەب لە سێدارە دران. هەڵبەت توندوتیژی و سیاسەتی سەرکوتکردن هیچکات نەیتوانی شەپۆلی بەرخۆدان و تێکۆشانی گەلان کە ژنان پێشەنگایەتی دەکەن بوەستێنێ. لە ئێستادا زیندانەکان بوونەتە قەڵای خۆڕاگری بۆ ژنانی وەک زەینەب جەلالیان، فەهیمە بەدەوی، نەسرین ستودە، ئاتێنا دایمی و گوڵرۆخی ئیرایی ئیبراهیمی. ژنانێک کە بۆ هەموو ژنان و نەتەوە بندەستەکانی ئێران رۆڵی سەمبولیکی تێکۆشان و بەرخۆدان دەبینن. هەروەها زۆرن ئەو ژنانەی کە لە ژێر هێژموونی سیاسەتە دژە ژن و داگیرکارییەکانی دەوڵەت- نەتەوەی ئێران ناویان نیە یان رەوت و ئاستی تێکۆشانیان نیگەرانی و پەرۆشییەکانی ژنانی نەتەوە بندەستەکانی بەو رادەیە کە پێویستە لەخۆ نەگرتووەو تێکۆشانیان لە پێناو گەڕان بە دوای ئازادییە لاوەکییەکاندا سنووردارە. ئەفغانستانیش یەکێک لەو دەوڵەت – نەتەوانەیە کە بە هاوئاهەنگی لەگەڵ هێزە ئیمپێریالیزمەکان، عەقڵیەتی دژە ژنی خۆیان لە ژێر ئاڵای ئیسلام و جیهاد لە ئاستێکی قیزەون لە بەرامبەر کۆمەڵگاو بەتایبەتی ژنان و جوانان بەکار دەهێنێت. مەلالی جویا ئەندامی پارلمانی ئەفغانستان، بە هۆکاری هەڵوێست نیشان دان لە بەرامبەر بناژۆخوازانی جیهادی، چەندین جار بووە ئامانجی ئەم هێزانە. دیارە ئەم سیاسەتانە بەردەوامەو بە ئامانجی لەناوبردنی ژنانی وشیارو چالاکی کۆمەڵگا درێژەی دەبێ و لەبەرامبەریش دا بە خۆراگری و تێکۆشانی ژنان وڵام دەدرێتەوە.
گذار دموکراتیک
فراخوان عمل مشترک در آستانه ی 8 مارس 2021 دوستان عزیز، زنان گرامی 🆔 @GozarDemocratic
ئەوەی گرنگە ئەمەیە کە پێناسەی ئازادی و خواستە بەرحەقەکان روون و ئاشکرایەو هیچ هێزێک ناتوانێ پێناسە و خواستەکانی ژنان کە لە پیناویدا هەزاران کەس فیداییانە گیانی خۆیان بەختکردووە، بە لاڕێدا ببا یان ناوەڕۆکی بەتاڵ بکاتەوە. بناخەی سەرەکیی کێشەی ژنان ئازارێکی هاوبەشە، ئەو سیاسەت و سەرکوتگەرییەی وا روبەڕووی ژنانیش دەبێتەوە هاوبەشە، هەر بۆیە هەڵگرتنی هەنگاوی هاوبەش لە لایەن ژنانەوە دژ بە سیاسەتی سەرکوتکردن و دژە ژنەکان، بابەتێکی پێویستە. هاودەنگی و یەکگرتوویی ژنان و کاناڵیزەکردنی هێزی شاراوەی تێکۆشانیان لە رێبازی ئازادی، تێگەیشتنی ژنان بەم پێویستییە نیشان دەدات. ئێمە ژنان و نەتەوە بندەستەکان و هەموو چەوساوەکانی ئێران لەم بوارەدا خاوەن ئەزمون و پێشکەوتن/ هەڵەی زۆرین کە لە ئێستاداو بە لەبەرچاو گرتنی ئەو ئەزموونانە لە پێناو بن خستنی سیاسەتە دژە ژنەکانی رژیم بێینە مەیدان و هاودەنگ و هاوهەنگاوو بەهێزەوە تێکۆشان بکەین.

ئێمە وەکوو ژنانی ئازادیخواز، بە هەست کردن بەم دۆخە هەستیارەی کۆمەڵگای ئێران، ژنان و گەنجان و هەروەها بۆ وڵامدانەوە بە پێویستییەکان، بە گرینگی دەزانین کە لە بەرەبەری ٨ی مارس، رۆژی جیهانی تێکۆشانی ژنان، دەستی هاوکاری بۆ هەموو هێزە ئازادیخواز و فێمێنیستەکانی دژ بە سیاسەتە داگیرکاری رژیمی ئێران، درێژ دەکەین و بانگەوازی بۆ کاری هاوبەش پشت ئەستوور بە بنەمای هاوبەش، رادەگەیەنین و خوازیاری بەرەوپێشچوونی کرداری لە پیناو ئاواکردنی بەرەیەکی یەکگرتووی ژنانی ئازادیخوازین.

ئێمە ژنان زیاتر لە نانی شەو پێویستمان بە ئازادی هەیەو پراکتیزەکردنی ئەم خاڵانە بە گرنگ و لە پێداویستییەکانی گەیشتن بە ئازادی دەبینین:

١ – بۆ پووچەڵکردنەوەی رەشەکوژی دەوڵەتی و سیاسەتەکانی رژیمی دژە ژن لە ئێران خوازیاری دامەزراندنی ناوەندێک لە پێناو داڕشتنی سیاسەتی دیموکراتیکی هاوبەشین کە بتوانێ لە قەوارەی ناوەند، پلاتفۆرم یان بەرەیەکی هاوبەش و یەکگرتوو ژنانی ئازادیخواز لە دەوری یەک کۆبکاتەوە و دەرفەتی رێکخستنی هەموو ژنان، بە بێ جیاوازییە نەتەوەیی، کۆمەڵایەتی، ئایینی، زمانی و ... پێک بهێنێت.

٢ – بە پێشخستنی ئاستی زانایی و وشیاری ژنان، بۆ کۆتایی هێنان بە تاوانکاری، رەشەکوژی دەوڵەتی (روپۆشی زۆرەملی، بێکاری، برسیەتی، هەژاری، لەشفرۆشی، زیندان و سێدارە، تیزاب رشتن، هاوسەرگیری منداڵان، کوشتن و خۆکوژی) کە بە ناو و لە ژێر چەتری یاسادا دژ بە ژنان بەڕێوە دەچن، لە ئاستی رێکخراو دامەزراوەکانی نێونەتەوەیی دۆسیەیەکی هاوبەش ئامادە بکەین و بەمشێوە کۆڕو کۆمەڵە نێونەتەوەییەکان لە دۆخی ژنان و نەتەوە بندەستەکان ئاگادار بکەین.

٣ – میکانیزمێکی هاوبەشی پاراستنی جەوهەری بۆ ژنان و گەنجان و هەموو چین و توێژەکانی کۆمەڵگا، لە بەرامبەر هەر جۆرە هێرش و تێرۆری جەستەی، کلتووری، سیاسی، ئابووری و .. پێک بهێنن.

٤ – ناوەندێک بە مەبەستی بانگەشەو ئاژیتاسیۆن دژ بە سیاسەتە تاوانکارییەکانی رژیمی داگیرکەری ئێران، وەک وێبسایت و کاناڵ لە تۆڕە کۆمەڵایەتییەکان دابمەزرێنین.

٥ – لە هەر جۆرە هەڵمەتێکی ئینتێرنێتی، بەیاننامە، هەڵوێست و تێکۆشانێک کە لە لایەن هەر رێکخراو، بزوتنەوەو ناوەندێک کە ئەندامی ئەم بەرەو کاری هاوبەشەن، پشتیوانی دەکەین.



کۆمەڵگای ژنانی ئازادی رۆژهەڵاتی کوردستان – کژار

کۆمەڵەی شۆڕشگێڕی ژنانی ئەفغانستان – راوا

میترا دەروێشیان / ناوەندی نووسەرانی تاراوگە لە ئاڵمان

زەمان مەسعوودی / چالاکی مافی ژنان لە ئاڵمان

بەسێ شاماری / ئەندامی شۆڕای هاوئاهەنگی پلاتفۆرمی دیموکراتیکی ئێران

سەحەر شەهیار / ئەندامی پلاتفۆرمی دیموکراتیکی ئێران

هەیڤا ئەلئەسەدی / چالاکی مافی ژنان

رێکخراوی ژنانی رۆژهەڵاتی کوردستان لە ئوروپا / رووناک

مەرسەدە قائیدی / تەلەفیزیۆنی خاوەران، ئەندامی ئێران تریبۆناڵ ئینگلیس

سەحەر سەبا / چالاکی دام و دەزگای پەیوەندیدار لەگەڵ بزوتنەوەی کارکەری لە ئێران

فەتان جۆکار/ ئەندامی دادگەی گەلی ئێران تریبۆناڵ

ماریا رەشیدی / نوێنەری کۆڕی مافی ژنان لە سوئێد





01/03/2021

www.kjar.online



🆔 @GozarDemocratic